Mirov çawa dikare bi stresa trawmatîk re serî derxe? Derûnnas dibêjin di rewşa stresa trawmatîk de pişta xwe bidin heval û hogirên xwe yên tên heskirin; pêşî li xwe qate bin û bila sebr û tebata we ji stresê re hebe û ji xwestina alîkariyê şerm nekin da ku hûn bi hêsanî bikaribin ji bin barê stresa trawmatîk rabin. Şerê ku anha di navbera Îsraîl û Hamasê de berdewam dike bandorê li gelek kesan dike/kiriye û hin kes ji hêla derûnî ve matmayî (şok) û wêran bûnin. Pisporên derûnnasiyê dibêjin ku bandora şîdet û trawmayê li ser derûniya kesan bi du awayî çê dibe: demkurt (akût) û demdirêj (domdar). Her wiha lêkolînên di vî warî de destnîşan dikin ku nûçeyên rojane yên Rojhilata Navîn ên derbarê şidetê de dibe sedema tirs, fikar û stresa trawmatîk. Û tê gotin ku kesên ji dûranî ve şer û pevçûnan dişopînin û temaşe dikin, dibe ku di salên bên/pêş de li ser derûnî û saxlemiya tendirustiya wan kesan de bandoreke nebaş a demdirêj çêbibe. Li hemberî trawmay...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی