Skip to main content

Posts

DERÛNIYA ZIMANÊ DAYIKÊ (MOTHER TONGUE PSYCHOLOGY)

  Ziman û derûnnasî du qadên zanistî ne ku bi awayekî berfireh hev temam dikin. Têkiliya di navbera van her du qadan de, bi taybetî di warê derûniya zimanê dayikê de, mijareke tevlihev û kompleks û balkêş e ku bala gelek lêkoleran dikişîne. Ev nivîs dê li ser bandora zimanê dayikê ya li ser aliyên curbecur ên geşedana derûnî bisekine; geşedana venasînî (cognitive development), geşedana hestan, avakirina nasnameya takekesî (personal identity) û çandî û encamên wê yên li ser perwerdehî û tendirustiya derûnî. ZIMAN Û GEŞEDANA VENASÎNÎ Zimanê dayikê di geşedana venasînî (conitive development) de roleke bingehîn dilîze. Vygotsky (1962), di teoriya xwe ya geşedana civakî-çandî (sociocultural development theory) de, destnîşan dike ku ziman amrazê sereke yê fikr û ramandinê (thinking) ye û geşedana venasînî bi geşedana zimên ve têkildar e. Bialystok (2001) di xebatên xwe de diyar dike ku zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin, di warê kontrola hiş û venasînî (cognitive c...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...