Skip to main content

Posts

"BRAIN ROT" RIZÎNA MEJÎ, PEYVA SALA 2024AN

Oxford University Press îsal "Brain Rot" (Rizîna Mejî) weke Peyva Sala 2024an hilbijart. Ev hilbijartin piştî dengdaneke giştî ya du hefteyan pêk hat ku tê de zêdetirî 37,000 kesan beşdar bûbûn. Di kurdî de ‘rizîna mejî’, "rizîn" tê wateya "genî bûn" yan "xerab-bûn", û "mejî" jî tê wateya "brain" ku bala xwe dide ser serdema dîjîtal a îroyîn û di navenda nîqaşên çandî û rewşenbîrî de cih digire, mohra xwe li sala 2024an da. Rizîna Mejî weke xirabûna rewşa mejî yan ‘hiş’mendiya takekesekî tê pênasekirin. Ev têgeh bi taybetî bandora xerckirina zêde ya naveroka kêm-kalîte ya medyaya civakî li ser mejî rave dike. Oxford University Press diyar kir ku ev term di sala 2024an de giringiyeke taybet bi dest xist, ji ber ku bêhtir bala mirovan kişand ser zirarên belgekirina bêdawî û naveroka ku mejî sistkirî ye. Çîroka Peyvê Ev term cara yekem di sala 1854an de, di kitêba "Walden" a Henry David Thoreau de xuya bûye. T...

FIKR Û RAMAN (THINKING)

(BINGEHA VENASÎN Û 'HIŞ'MENDIYA MIROV) Raman, yek ji bingehên sereke yên pêvajoyên hişmendî û venasînî (cognitive processes) ye ku di warê derûnnasiyê de tê lêkolînkirin. Di vê nivîsê de, em ê li ser çar cûreyên sereke yên ramanê bisekinin: ramanên rexneyî, ramanên mantiqî, ramanên şênber û ramanên razber. Her yek ji van cûreyên ramanê xwedî taybetmendî û giringiyên xwe ne û di pêvajoya geşedana mirov de rolên giring dilîzin. RAMANÊN REXNEYÎ (CRITICAL THINKING) Ramanên rexneyî çemkeke dewlemend e ku di 2500 salên borî de geş û pêş ketiye û di warê derûnnasiyê de roleke sereke dilîze. Ev cûre raman, awayê fikirînê ye li ser her mijarek, naverokek an pirsgirêkek ku tê de takekes kalîteya ramanên xwe baştir dike. Pênaseya Ramanên Rexneyî Ramanên rexneyî ji şiyana şîrovekirinê, nirxandinê û dahûrînkirina rastî û agahiyên berdest pêk tê, ji bo karîna biryardanê li ser ku tiştekî rast e an çewt e. Avakirina şiyana ramanên rexneyî tê wateya ku mirov dikare parastin û berev...