Skip to main content

Posts

Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî

 ___Brahîmê Alûcî___ Destpêk Di dinyaya siyaseta navneteweyî ya niha de, dewlet û aktorên siyasî ji bo gihîştina armancên xwe yên stratejîk du rêbazên sereke yên hêzê bi kar tînin ku ew jî hêza nerm (soft power) û hêza hişk (hard power) in. Ev her du raman û konsept ku di teoriya têkiliyên navneteweyî de cihekî girîng digirin, taybetmendiyên wan ên cuda hene û her yek ji wan stratejiyên taybet ên xweser hene ku sepan û aplîkasyonê bi kar tîne. Dewletên zilhêz van her du hêzan bi hev re bikartînin ku jê re hêza bîrbir/aqilane (smart power) tê gotin, stratejiya her du cureyên hêzan (nerm û hişk) bi hev re bi kar tîne ji bo gihîştina armancên xwe yên herî baş. Hêza hişk (hard power) ku wekî forma kevneşopî ya hêzê tê zanîn, li ser bingeha zor û zordariya fizîkî an aborî ava bûye. Ev cure hêz bi rêya hêzên leşkerî, girtinên aborî û mexdûriyên fizîkî armancên xwe yên siyasî vedihewîne. Li beramberî vê, hêza nerm (soft power) ku ji aliyê zanyarê navdar ê Amerîkî Joseph Nye ve di sala 199...

Hişê Çêkirî û Hevahengiya Çîrokçêkirinê

Destpêk Dema ku em bi Hişê Çêkirî – HÇ (Artificial Intelligence – AI) re têkiliyê datînin, gelek caran arîşeyên ku derdikevin weke kêmasiyên teknîkî yên HÇê tênirxandin. Lê rastiya kûr ev e ku hişê çêkirî di gelek rewşan de weke me mirovan tevdigere û heman pirsên derûnî nîşan dide ku em jî rû bi rû dimînin. Dema ku ji Claude - modeleke bilind a hişê çêkirî ya pêşkeftî - dipirsin ku hesabekî bike û paşê jê dipirsin ku prosesa xwe şîrove bike, ew şîroveyeke ku pir mantiqî û lihevhatî xuya dike pêşkêş dike. Ew deng dike weke ku ew bi awayekî hişmendane pêngavan bi-bîr-anîne û paşê wan ji me re rave dike. Lêbelê, lêkolînên nû yên di warê zanistên mejî û hişê çêkirî de tiştekî balkêş eşkere dikin: Ev şîroveyên ku bi wisa zelalbûnê tên pêşkêş kirin bi rastî ne ew rêbazên ku hişê çêkirî bi kar anîye ne. Ew ne bîra rastîn e, lê çîrokeke paşîn e ku ji bo me tê çêkirin - çîrokeke ku ji bo şîrovekirina encama ku jixwe hatiye biryardayîn hatiye avakirin. Ev diyarde ne tenê taybet e ji bo ...

DERÛNSÎNEMA Û DERÛNTERAPÎ (Psychocinema and Psychotherapy)

Bikaranîna Fîlman di Terapiya Tendirustiya Derûnî de Destpêk Di sedsala 21an de, cihana terapiya tendirustiya derûnî bi awayekî berbiçav veguheriye û nûbûn û metod û rêbazên nû peyda bûn. Yek ji van nûbûnên herî balkêş bikaranîna fîlman weke amûreke terapotîk e ku bi navên cuda yên weke sînema-terapî, terapiya reel (rasteqîn), derûnsînema an jî terapiya bi rêya berevan tê nasîn. Ev pratîkên nû di sê warên sereke de pêş û geş bûn: Di pratîkên klînîkî yên rasterast de weke beşek ji pêvajoya terapî û tedawiyê, weke rêbazeke xwe-alîkariyê ji bo takekesan ku dixwazin li ser girîft û gelemşeyên xwe yên derûnî bifikirin û di bernameyên perwerdehiya akademîk de weke amûreke hînkirinê ji bo xwendekarên derûnnasiyê û derûnterapiyê. Ev rêbaza nû ya terapotîk bi çend sedemên sereke re balkêş û girîng e. Fîlm weke medyûmeke hunermendî û çîrokgotinê tê de bandoreke kûr û domdar li ser mirovan heye û dikare hestan û bîr û ramanên kûr di nexweşan de zindî bike. Herweha fîlm dikare rewşên derûn...