Destpêk Derhişî (unconscious), yek ji têgehên bingehîn ên derûnnasiyê ye ku di sedsala bîstan de bi taybetî bi xebatên Sigmund Freud re bûye mijara girangiyek mezin. Di dîroka zanistên derûnî de, têgeha derhişiyê weke hêzek veşartî hatiye nasandin ku reftar û tevgera mirov, hizir û hestên wî vedibirîne bê ku mirov hay ji wê hebe. Derhişî ne tenê di çarçoveya derûnkolîneriyê (psîkanalîzê) de cihê xwe daye, lêbelê di derûnnasiya venasînî (cognitive psychology), norozanistê (neuroscience) û derûnnasiya civakî (social psychology) de jî weke mijarek sereke tê vekolîn. Li gorî Freud (1915), derhişî weke beşek ji hiş(mind)î tê nîşandan ku tê de bîr(anîn), arezû, xwestek û hest hene ku ji hêz û şiyana zanînê dûr ketine. Ev têgeh di modela topografîk de cih digire ku Freud wê di xebatên xwe yên destpêkê de pêşkêş kiribû. Rêzgirtina li ser têgeha derhişiyê dihêle ku em fêm bikin çawa rûdanên jiyana pêşî û serpêhatiyên neçareserkirî dikarin bandorê li ser rewşa derûnî ya takekesê kamil û mezi...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی