Destpêk Hişmendî (conscious), yek ji têgehên bingehîn ên felsefe û derûnnasiyê (psychology) ye ku di sedsalên borî de bûye mijara lêkolîn û nîqaşên berfireh. Di hêla herî sade de, hişmendî weke rewşa haydariya (awareness) takekesî ji hawîrdora xwe, ji hest û hizrên xwe û ji rûdanên hundurê hiş (mind) tê pênasekirin. Mirov çawa dizane ku ew hest dike, difikire û dijî? Ev pirsa bingehîn a felsefeya zihn û derûnî bûye û bersiva wê hêj jî ne bi tevahî eşkere ye. Pêşengê lêkolînên nûjen ên hişmendiyê, fîlozof René Descartes (1641) bi gotina xwe ya navdar "Cogito, ergo sum" — "Ez difikirim, ji ber vê yekê ez heme" — hişmendiyê weke bingeha hebûna takekesî danî. Piştî wî, gelek fîlozof û zanyar mîna John Locke, William James û David Chalmers di pênasekirin û şîrovandina hişmendiyê de rolên girîng lîstin. Di sedsala bîstê de, bi geşedana norozanistê (neuroscience) û derûnnasiya venasînî (cognitive psychology), hişmendî di çarçoweya zanistî de jî bûye mijarek lêkolînê. ...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی