‘Zimanê Kurdî hem derd e hem derman e’ Destpêk Têgeha dûçarhiştinê ( exposure ) di derûnnasiya klînîkî de rêbazeke terapî û tedawiyê ye ku tê de mirov bi serpêhatî û ezmûnên sawdar, tirsnak, êşdar an qedexekirî re bi zanebûn û bi rêkûpêk rû bi rû tê hiştin — ango dûçarî wê saw û tirsê dibe. Armanca bingehîn ew e ku bersiv û bertekên tirsê ( fear responses ) bêne kêmkirin û gengaz bibe ku mirov serpêhatî û ezmûnên berê yên êşdar ji nû ve li ser wan bisekine, bixebite û wan nerm û sivik bike (Foa & Kozak, 1986). Dema em vê têgehê ji du qadên cûda lê bi hev girêdayî dinêrin — ji derûnkolîneriyê û ji dîroka zimanê kurdî — em ê bibînin ku hem di asta takekesî ( individual ) hem jî di asta hevpar ( collective ) de dûçarhiştin xebateke derûndermanî ya girîng pêk tîne. Bi vê nêrînê, rewşa zimanê kurdî ne tenê pirsgirêkeke zimannasiyê ye, lê pirsgirêkeke derûnî û civakî ya kûr e jî. Bingeh Sigmund Freud di dawiya sedsala 19an de bîrdoziya derhişiyê ( unconscious theory ) danî û g...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی