Destpêk Yek ji têgehên herî bingehîn û herî berlavbûyî yên derûnkoleriyê ( psychoanalysis ) ew e ku bi awayekî berfireh diyardeyên derhişî ( unconscious ) yên kesayetiya mirov dişirovîne: têgeha "girêka derûnî" ( psychological complex ). Ev têgeh ku ji aliyê Sigmund Freud ve hatiye avakirin û geşedan, îro, di roja me de bûye yek ji sereke amûrên şirovekirinê di zanistên mirovî de bi giştî û bi taybetî di derûnnasiyê, wêjenasiyê û antropolojiyê de. Ji ber vê ber-fireh-bûna bikaranînê, girêkên derûnî êdî ne tenê diyardeyên klînîkî ne ku di odeya derûnterapiyê/psîkoterapiyê de tên vekolîn; berevajî wê, ew bûne kilîlek e ji bo têgihîştina reftar, tevger, xewn û berhemên edebî yên mirovan bi giştî — ji folklorê bigire heta çîrokê nûjen, ji dîroka takekesî bigire heta bîra hevpar a gelan. Bi zimanekî hêsantir, dikarin bibêjin: girêk ( complex ) komeka ramanan, wêneyan û hestên bi-hev-girêdayî ye ku li dora tema an rûdanekê hatine civandin û tê de enerjiyeke hestdar ( emotional ...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی