Destpêk
Yek ji têgehên herî bingehîn û herî berlavbûyî yên
derûnkoleriyê (psychoanalysis) ew e ku bi awayekî berfireh diyardeyên
derhişî (unconscious) yên kesayetiya mirov dişirovîne: têgeha
"girêka derûnî" (psychological complex). Ev têgeh ku ji aliyê
Sigmund Freud ve hatiye avakirin û geşedan, îro, di roja me de bûye yek ji
sereke amûrên şirovekirinê di zanistên mirovî de bi giştî û bi taybetî di
derûnnasiyê, wêjenasiyê û antropolojiyê de. Ji ber vê ber-fireh-bûna
bikaranînê, girêkên derûnî êdî ne tenê diyardeyên klînîkî ne ku di odeya derûnterapiyê/psîkoterapiyê
de tên vekolîn; berevajî wê, ew bûne kilîlek e ji bo têgihîştina reftar,
tevger, xewn û berhemên edebî yên mirovan bi giştî — ji folklorê bigire heta
çîrokê nûjen, ji dîroka takekesî bigire heta bîra hevpar a gelan.
Bi zimanekî hêsantir, dikarin bibêjin: girêk (complex)
komeka ramanan, wêneyan û hestên bi-hev-girêdayî ye ku li dora tema an rûdanekê
hatine civandin û tê de enerjiyeke hestdar (emotional energy) a bihêz
heye. Ev enerjî, ji ber sedemên cuda — tirs, fedî, tabû an nakokiya nirxan —
nikare bi awayekî vekirî û rasterast were jiyîn û derbirîn; ji ber vê yekê,
diçe ber kipkirin û tepisandinê (repression) an bi awayekî têkûz an jî
bi awayekî binbeşî. Encama vê tepisandinê ew e ku girêk êdî naçe ser rûyê zihnê
hişmend (conscious mind), lê dimîne di derhişiya mirov de û ji wir ve,
bêyî ku mirov haya wî/wê jê hebe, bandorê li ser biryar, hest û tevger û
reftarên wî/wê dike. Bi vî awayî, girêk dibe sedema gelek kêşe û nakokiyan di
kesayetiyê de, hem li ser asta takekesî, hem jî — weke ku em ê paşê bibînin —
li ser asta civakî û hevpar (derûncivakî).
Pênase
û Bingeha Dîrokî ya Têgehê
Bikaranîna zanistî ya têgeha "girêk"ê bi
rengekî rasterast vedigere ser Sigmund Freud, damezrînerê derûnkoleriyê. Freud
yekem kes bû ku ev têgeh xist bin tîşka lêkolîna sîstematîk, bi mebesta vekolîn
û eşkerekirina hez û arezû (desire), tirs, rageşî û girêkên derhişî yên
mirovan. Ji bo gihîştina vê armancê, wî rêbazek nû û pêşeng danî: rêbaza
"bibîranîna serbest" (free association) ku bi kurdî jê re
derbirîna azad jî tê gotin. Ev rêbaz, di rûniştinên seans û şêwirmendiya derûnî
(psychoanalytic sessions) de dihat bikaranîn: nexweş (an bêjin, kesê ku
hatiye şêwirmendiyê) dihate gotin ku bêyî sansûr an hilbijartin her tiştê ku tê
hişê wî — çi bêwate be, çi şermokane be, çi negirêdayî xuya be — bilêv bike. Bi
vî rengî, Freud dikaribû nexşeya girêkên veşartî yên nexweş çêbike û bigihîje
hokar û egerên wan ên di dîroka zaroktiyê de.
Li gorî nêrîna Freudî, girêk cihê xwe di nava derhişiya
mirov de çêdike û bandorê li ser tevger, reftar û biryarên wî/wê datîne, tevî
ku mirov bi xwe qet haya jê tune be. Loma jî derhişî (unconscious) tê
hesibandin weke kogeha bingehîn a van girêkan — ango cih û warê ku ew lê dijîn
û xurttir dibin. Girêk wek diyardeyeke derhişî tê pênasekirin ku mirov qet bi
zanebûn têkiliyê pê re çênake, lewra tak û rehên wê yên rasterast nayên dîtin
an jî hîskirin. Lêbelê, ev nayê wê wateyê ku girêk bêser û bêşop dimîne: ew,
her çend veşartî be jî dibe ku bi rêya derhişiyê xwe eşkere bike, bi taybetî bi
riya du kanalên sereke: xewn (dreams) û tevger û reftarên ne-asayî yên
rojane — weke hezkirineke zêde ya nefsbiçûk (excessive) a kurî ji dayikê
re an kerbeke bêserûber a kurî li hember bavî an nakokiyên bêsedem di navbera
xwişk-biran de.
Ji ber vê taybetmendiyê, Freud xewndîtin û berhemên
edebî weke çavkaniyên herî girîng dihesiband ji bo şirovekirina girêkên derûnî;
lewre her du jî derî li ser cihana derhişiyê vedikin — û derhiş, li gorî Freud,
beşê herî kûr û herî zengîn ê hişê mirov e: sindoqeke zanyariyan, rûdanên
jibîrkirî yên borî, arezû û xwestekên tepisandî yên ku hê jî di jiyana rojane
de xwe dinimînin. Freud herwiha, bi awayekî berfireh, destnîşan dike ku ti mirovek
li ser rûyê erdê tune ye ku bêyî girêkeke derûnî be; bi gotineke din, raman û
hizra mirovî bi tevahî ji girêkan nayê veqetandin — girêk beşek e ji pêvajoya
normal a geşedana kesayetiyê, ne tenê nîşana nexweşiyekê.
Bi kurtasî, hebûna girêkên derûnî li her takekesekî ne
tiştek e ku bi vîn (îrade) û daxwaza wî ve girêdayî be; xala bingehîn li vir derhişî
û arezû û xwestekên tepisandî ne, ne bi hilbijartina hişmendî ye. Ev arezû û xwestek
her tim bi rengekî eşkere weke xwe namînin: hin ji wan qet nayên dîtin û heta
dawiya jiyanê veşartî dimînin, hinek jî — bi awayekî aloz û tevlihev û
nerasterast — di xewnan de, di sirgoniyên devkî de (lapsus) an di tevger
û reftarên dubare û bêsedem de xwe didin xuyakirin. Herwiha, girêkên derûnî bi
piranî jêderên xwe ji serdema zaroktiyê vedigirin, ji ber ku ev serdem qonaxa
herî peljen û hesas û herî bibandor a avakirina kesayetiyê ye; di nav wan de,
Girêka Odîpûs, ji ber giringî û berfirehiya bandora xwe, cihekî taybet ji xwe
re vedigire.
Cureyên
Girêkên Derûnî
Cureyên girêkên derûnî pir in; hinek ji hev nêzîk in û
hev têkûz dikin, hinek jî li hemberî hev in û weke berevajiya hev tên
binavkirin. Xalek balkêş ew e ku piraniya wan navên xwe ji efsaneyên Yewnanî (Greek
mythology) û çîrokên klasîk werdigirin, tiştê ku girêdana xurt di navbera
derûnkoleriyê û mîtolojiyê de radixe ber çav: her du jî li dû eşkerekirina wan
hest û arezû û xwestekên mirovî ne ku bi zimanê rasterast nayên vegotin, lê bi
riya sembol, efsane û çîrokan xwe didin der. Li jêr, em ê yek bi yek behsa van
cureyan bikin, bi armanca ku têgeh bêtir zelal û fêmbar bibe.
Girêka Odîpûs (Oedipus Complex)
Girêka Odîpûs, bêguman, yek ji berhemên herî girîng û
herî navdar ên Freud e û bi awayekî berfireh weke "kevirê bingehîn" ê
bîrdozî û teoriya derûnkoleriya klasîk tê dîtin. Ev têgeh navê xwe ji şanoya
"Kral Odîpûs" ya nivîskarê mezin ê Yewnanî Sofokles wergirtiye, li
wir Odîpûs bêyî ku bizane bavê xwe dikuje û bi dayika xwe re dizewice. Freud ev
çîroka trajîk weke sembola pêvajoyeke gerdûnî ya derûnî-seksî (psychosexual)
dît ku her zarok, li gorî wî, ji nav derbaz dibe.
Bi vî awayî, Girêka Odîpûs corekî şêwazbûn û
tevlihevbûna derûnî ye ku zarok — bi taybetî di navbera temenê sê heta pênc
saliyê de (qonaxa ku Freud jê re dibêje qonaxa falîk) — dikare rastî wê were.
Di vê qonaxê de kur pêşbaziyeke derhişî li dijî bavê xwe hîs dike, bi armanca
ku cihê bavê li ba dayikê bigire. Ji ber vê yekê, carinan ji vê girêyê re
"girêka dayikê" jî tê gotin, lewre di nav wê de zarok bi awayekî
derhişî gelekî ji dayikê hez dike û bi çavekî dijber, tijî rikeberî, li bavê
dinêre. Di vê aloziyê de, bav û kur — bêyî ku vê yekê bi awayekî hişmend fêm
bikin — dikevin nakokiyeke derûnî: kur hemû hewl dide, bi rêyên sembolîk,
dayikê ji bavê "bistîne" û bi awayekî derhişî wê ji xwe re bike
xwedî. Li gorî Freud, awayê ku ev nakokî çareser dibe — ango çawa zarok vê
pêşbaziyê dide alîkî û xwe weke "kur"ê bavê nas dike — roleke mezin
dilîze di avabûna wîjdan û bilineziyê (superego) û nasnameya zayendî ya
siberojê de.
Girêka Elektra (Electra Complex)
Girêka Elektrayê berevajiya rasterast a Girêka Odîpûs
e û ew jî ji efsaneyeke Yewnanî hatiye stendin — efsaneya Elektra ku li dijî
dayika xwe Klîtemnestra, tola kuştina bavê xwe Agamemnon distîne. Di vê girêkê
de, meyla derûnî ya keçê ber bi bavê ve ye û kerb û pêşbazî li hember dayikê
radibin — bi taybetî heke bav pileyeke bilind an desthilateke taybet di civakê
de hebe an jî bêtir bala xwe bide keçê ji dayikê.
Freud vê rewşê vedigerîne serdema zaroktiyê, wê demê
ku keç ji nişka ve cudahiya zayendî di navbera xwe û birayên xwe (an bavê xwe)
de hîs dike û ji ber vê cudahiyê xwe ji kuran kêmtir dibîne — têgeh ku Freud jê
re dibêje "çavnebariya organê zayendî yê nêr" (penis envy).
Sedemeke din a ku vê girêkê xurttir dike ew e ku dema keç ji dayikê dûr dikeve
— çi ji ber tundî, çi ji ber bêalîtiyê — an jî bav weke kesayetiyeke tabû û
qedexe tê nîşandan, meyla keçê ber bi mêrên hevtemenê bavê ve diçe. Girêka
Elektrayê bêtir di civakên girtî û mêrsalar (patriarchal societies) de
peyda dibe û xurt dimîne, lewre di van civakan de bav xwedî desthilatek e ku
weke tiştekî nêzîkbûyîn-jêre-qedexe tê dîtin û ev rewşa civakî bi xwe bandorê
li ser derhişiya keçê dike.
Girêka Mêyîtiyê (Femininity Complex)
Di vê girêkê de kur — berevajî tiştê ku meriv li bendê
be — mîna keçekê tevdigere. Ev rewş bi taybetî piştî wê qonaxê xuya dibe ku kur
fêm dike endamê wî yê zayendî ji yê xwişka wî cuda ye. Li ser bingeha vê
nezanînê, zarok dikare bi awayekî derhişî wisa bawer bike ku dayikê ev cudahî
li xwişkê "kiriye" (ango ew "jê biriye") û ji rageşiya ku
rojekê heman tişt bi wî bê kirin — tirseke ku di zimanê derûnkoleriyê de weke
"rageşiya xesandinê" (castration anxiety) tê binavkirin — hewl
dide xwe ji vê metirsiyê biparêze bi awayê ku weke keçan tevbigere. Ev girêk bi
taybetî di malbatên ku tê de dayik kesayetiyeke desthilatdar û tund e de
xurttir xuya dibe, ji ber ku hêza dayikê rageşiya zarok ya ji vê
"cezayê" xeyalî mezintir dike.
Girêka Mêraniyê (Masculinity Complex)
Ev girêk, weke hevberê Girêka Mêyîtiyê, li ba keçan xuya
dibe: keç dixwaze weke kuran be. Li vir jî çavkaniya sereke ew e ku keç hesteke
kêmasiyê hîs dike li ber tunebûna endamê zayendî yê nêr û ev hesta kêmasiyê bi
bandora nirxên civakî re — ku bi giranî bal dikişînin ser bihêzbûn û desthilata
mêran — dijwartir dibe. Ji ber vê hesta kêmasiyê, keç ji tevger û reftara
"keçane" direve, tercih dike ku mîna kuran tevbigere: porê xwe kurt
dike, cilên kurane li xwe dike û bi giştî hewl dide, bi rêya derve, wê tiştê ku
hîs dike winda kiriye, sax bike.
Girêka Qabîl (Cain Complex)
Ev girêk navê xwe ji efsaneya Habîl û Qabîl (Cain
and Abel) werdigire, çîroka herî kevn a nakokî û qetlê di navbera du biran
de ye. Girêka Qabîl bi nakokî, çavnebarî û kerbê di navbera du biran de
girêdayî ye, bi giranî li dora hesta ku yek ji wan hîs dike hindiktir tê
hezkirin an nirxandin ji aliyê dêûbavan ve. Ev girêk dikare rê li ber kînek kûr
û berdewam veke ku carinan heta serdema kamil û mezinbûnê jî berdewam dike.
Girêka Antîgonê (Antigone Complex)
Di vê girêkê de, meyleke bihêz û taybet a xwişkê ber
bi birayê xwe ve heye — meyleke ku ji hezkirina asayî ya xwişk-birayan wêdetir
diçe. Ev têgeh navê xwe ji efsaneya Yewnanî ya Antîgonê werdigire, keça Kral
Odîpûs, ya ku li hember fermana padîşah radiweste û xwe ji bo cenazekirina
birayê xwe Polînîkes bi kêrî û tehlûkeya jiyana xwe ve dixe — bi gotineke din,
xwe ji bo birayê xwe "qurban" dike. Ev sembola qurbandayîna xwe ji bo
birayekî e ku navê xwe daye vê girêkê.
Girêka Orestî (Orestes Complex)
Girêka Orestî, weke navê xwe jî destnîşan dike,
berevajiya Girêka Odîpûs e. Li vir kur — mîna Orestês di efsaneya Yewnanî de —
ji ber xiyaneta dayika xwe li hember bavê (mînak, dema dayik bi mêrekî din re têkiliyê
datîne û bi hev re bav dikujin), dikeve rewşeke kerb û tolhildanê û di dawiyê
de dayikê dikuje. Ev girêk, ji ber vê yekê, weke berevajiya têkiliya
"hezkirina Odîpûsî" ya kur ji dayikê re tê fêmkirin: li şûna hezkirin
û pêşbaziyê, li vir em rasterast kîn û tolhildanê dibînin.
Girêka Diyanayê (Diana Complex)
Ev girêk ku navê xwe ji xwedawenda Yewnanî-Romî Diana
(Artemîs) werdigire — xwedawenda nêçîrê ya ku hew weke jineke ser-bi-xwe û
ne-girêdayî bi mêran ve tê nasîn — nêzî Girêka Mêyîtiyê ye di hin aliyan de, lê
cudahiya wê ew e ku li vir keç ne tenê ji tevger û reftara keçane direve, lê bi
awayekî çalak dixwaze bibe mêr an jî xwedî taybetmendiyên ku bi giştî bi
mêraniyê ve tên girêdan û ev arezû û daxwaz bi awayekî berbiçav di tevger û reftar
û bijareyên wê yên rojane de xwe dide xuyakirin.
Girêka Mîdya (Medea Complex)
Di vê girêkê de, dayik — li şûna evîn û parastina siruştî
û normal a dayîtiyê — kerbek kûr ji zarokên xwe hildigire û ji wan hez nake an
jî hezkirina wê ji ber sedemên din tê xerakirin, bi taybetî heke mêrê wê
xiyanetê lê bike, wê berde an jineke din bo xwe bibîne. Di vê rewşa tund a
hestî de, dayik zarokan êdî ne weke berhemên xweşiyê, lê weke dijmin an jî weke
amûrên tolhildanê dibîne û carinan arezû û xwesteka kuştin an zerardana wan
dikeve dilê wê. Ev têgeh navê xwe ji efsaneya Yewnanî ya Mîdyayê werdigire ku
her du kurên xwe dikuje ji ber ku mêrê wê Cason wê berdaye da ku bi keça
padîşah re bizewice — çîrokeke ku heta îro jî weke mînaka herî tund a vê girêkê
tê zanîn.
Girêka Napolyonî (Napoleon Complex)
Ev girêk ku navê xwe ji împeratorê Frensî Napoléon
Bonaparte werdigire (li gorî baweriyeke belavbûyî, lê ne bi awayekî zanistî
hatî îsbatkirin, ya ku dibêje bejna wî kin bû), li ba hin mêran, bi taybetî
ewên ku endamê wan ê zayendî biçûk an lawaz tê hesibandin, xuya dibe. Kesên ku
vê hesta kêmasiyê dijîn, bi awayekî din vê rewşa derûnî derdibirin: ew tevger û
reftareke serdestiyê û kontrolkirinê li hemberî jinan pêş dixin û hewl didin
hejmareke mezin a jinan têkevin bin bandora xwe, bi mebesta ku bi vî rengî cihê
xwe di dilê wan de bidin qebûlkirin û bi vî awayî kêmasiya xwe ya hîskirî bitepisînin.
Ev nimûneyeke din e ku hesta kêmasiyê çawa dikare li gorî mekanîzmayên din — ne
tene rageşî û xemgînî, lê herwiha serdestî û kontrol — xwebûna xwe der bixe.
Girêka Grîseldayê (Griselda Complex)
Ev têgeh ji aliyê derûnnasê Amerîkî James Jackson
Putnam ve, li ser bingeha rêbaza Freudî, hatiye danîn û peywendiyeke derhişî ya
taybet, bi hêmayên seksîkirî, ya bav bi keça xwe re rave dike. Li gorî vê
têgehê, dema keç biryar dide ku bi mêrekî din re bizewice û ji malê derkeve,
hesteke derhişî ya xwedîtî û çavnebariyê li ba bavî çalak dibe — hesteke ku bav
bi xwe jî pirî caran haya xwe jê tune ye. Ev cureyê têkiliyê li gelek çîrokên
efsaneyî û wêjeyî tê dîtin; mînak, motîfa padîşahekî ku ji her takekesê ku
daxwaza keça wî dike, astengên nedîtî dixwaze berî ku bihêle keça wî bizewice.
Ev mijar bi awayekî zelal di şanoya "Bahoz" (The Tempest) ya
William Shakespeare de jî tê dîtin, dema Prospero, tevî hezkirina xwe ya mezin,
dudil e ku bihêle keça xwe Mîranda ji wî dûr bikeve û bizewice. Ji ber vê yekê,
vê têkiliya taybet a bav-keç, bi navê "Girêka Grîseldayê" tê zanîn —
navek ku ji karaktereke çîrokeke navdar a Ewropaya Navîn (Griselda) hatiye
wergirtin.
Girêka Xwekêmdîtinê (Inferiority Complex)
Girêka Xwekêmdîtinê, berevajî piraniya girêkên din ên
li jor hatine behskirin, ne bi rasterast bi têkiliyên zayendî ve girêdayî ye,
lê zêdetir têgeheke giştîtir e ya hesta bêqîmetiyê. Ev girêk hesteke domdar a
xwekêmdîtinê li ba mirov çêdike — hesta bêhêzbûnê an jî hesta li hember
desthilateke ku ji xwe pir mezintir tê hîskirin. Li gorî Alfred Adler —
şagirtekî berê yê Freud ku paşê rêbaza xwe ya cuda ya "derûnnasiya takekesî"
(individual psychology) danî — hemû zarok, di serdema zaroktiya xwe ya
destpêkê de, ji ber nekamiltî û bêhêziya laşî ya berçav li ber wan mezinan,
hevpar in di hîskirina hin astek xwekêmdîtinê de; ev tiştekî bi giştî asayî ye
û beşek e ji geşedana siruştî. Lêbelê, bi mezinbûn û geşedana zarokê re, veguherîn
li ser vê hestê tên: ya ku divê weke "handaneke siruştî/motîvasyoneke
normal" derbas bibe, li ba hinekan dibe girêkek domdar. Hêmanên din jî —
mîna kêmendamiyên laşî, rewşa civakî ya kêm an jî rexneyên domdar ên dêûbavan —
dibin sedema xurttir bûna vê girêkê û veguherîna wê ji hesteke derbasbûyî bo
taybetmendiyeke sereke ya kesayetiyê.
Girêka Narkîs (Narcissus Complex)
Narsîsîzm (narcissism) çemk û têgeheke zanistî
ya bingehîn a Freudî ye ku ji xweperestî û xwehezkirina asayî û rojane pir
aloztir e. Li gorî Freud, mirov dikare hezkirina xwe ya narsîsîstî bi riya
heybereke derxweyî (mînak, kesekî din an berhemeke xwe) jî nîşan bide, ne tenê
bi awayekî rasterast li ser xwebûna xwe. Freud narsîsîzmê dabeşî du beşên
sereke dike: narsîsîzma seretayî (primary narcissism) ku bi zarokên biçûk
ve girêdayî ye û li gorî "rêgeza kêfê" (pleasure principle)
dixebite — cureyekî egoîzma xwezayî û pêwîst a destpêkê; û narsîsîzma duyem (secondary
narcissism) ku dûrtir, li ser bingeha geşedana li gorî "rêgeza
rastiyê" (reality principle) çêdibe û taybet e bo mezinan, li ku heybera
(objeya) derve dibe navenda hezkirinê.
Ev rewşa duyem jî bi giranî, vedigere serdema
zaroktiyê — bi taybetî zarokên wan malbatan ên ku bi zêde nazdarî û bêsînor tên
mezinkirin, li ku dêûbav çavên xwe li ser kêmasiyên rastîn ên zarok digirin û
pesnê wî/wê bêserûber didin. Bi vî awayî, dêûbav, bêyî ku bixwazin, hesteke
xwe-mezinbûn a bêbingeh li ba zarokan çêdikin — hesteke ku dûrtir, di temenê
mezinbûnê de, dikare bibe rêbendek li ber avakirina têkiliyên rast û hevseng bi
kesên din re.
Encam
Bi tevahî, mirov dikarin bibêjin ku girêka derûnî
bingehek derhişî ye ku li ser esas û bingehê pêwendiyên zaroktiyê — bi taybetî
pêwendiya zarok bi dêûbav û xwişk-biran re — çêdibe û bandoreke kûr, lê bi
piranî nedîtbar û nixumî, li ser kesayetî û tevger û reftarê mirov xwe datîne,
bêyî ku ew takekes bi xwe qet haya wî/wê jê hebe. Freud, bi geşedana rêbaza
bibîranîna serbest (free association), rê li ber vekolîna vê cihana
veşartî û berê nedîtî vekir û bi vî awayî bingehên derûnkoleriya nûjen danî.
Piştî wî jî derûnnasên din — weke Alfred Adler û James Jackson Putnam — ev
çarçoveya destpêkî berfirehtir kirin û cureyên din ên girêkan xistin nav
lêkolînên zanistî, her yek li gorî perspektîf û pirsên xwe yên taybet.
Xala herî berçav ew e ku piraniya girêkên derûnî —
Odîpûs, Elektra, Narkîs Antîgon, Mîdya û hwd — navên xwe ji mîtolojiya Yewnanî
û çîrokên klasîk werdigirin. Ev yek bi tena serê xwe nîşana têkiliyeke pir xurt
e di navbera derûnkoleriyê û wêje/mîtolojiyê de; lewre her du war jî di dawiya
dawî de, li dû heman armancê ne: eşkerekirina wan raman û hestên tepisandî yên
mirovahiyê ku bi zimanê rasterast nayên gotin, lê bi riya sembol, mecaz û
çîrokan xwe dinimînin.
Ji ber vê sedemê, girêkên derûnî ne tenê amûrek
klînîkî ne yên ku di odeya derûnterapiyê (psîkoterapiyê) de tên bikaranîn;
berevajî wê, ew herwiha kilîlek in ji bo şirovekirina berhemên edebî û
folklorîkî — di nav wan de, dastan û çîrokên devkî yên kurdî — li ku sembol û
kirdeyên çîrokan dikarin, bi rêya vê çarçoveyê, weke derbirînên derhişî yên arezû
û xwestekên tepisandî werin şirovekirin û fêmbar bibin. Bi vî awayî, ev
çarçoveya teorik û bîrdozî dibe bingeheke metodolojîk a pir girîng ji bo her
lêkolîneke bêtir kûr li ser şopên derûnî yên di wêje, folklor û bîra hevpar a kurdan
de.
Çavkanî
Alûcî, B. (2025, Gulan). Ferhenga derûnnasiyê
[Dictionary of psychology]. Mêrdîn. https://drive.google.com/file/d/1JGrAqsqv5sUN9JZqyq0scdYW9YcR13-q/view
Sagvan Ahmed, O. (2022). Şopên gireyên derûnî di
dastanên kurdî yên folklorî da. Folklor û Ziman, 3(2), 145–170. https://dergipark.org.tr/tr/download/issue-full-file/75578
Şerîf, E. T. (1985). Qamûsî derûnnasî:
Îngilîzî-Erebî-Kurdî (ç. 1). Bexda. https://drive.google.com/file/d/1f0Al4D1tsBNF4Ao0xk2TOi8FcEm6RDoP/view?usp=sharing
Termên Sereke
Girêka derûnî
(psychological complex) — Ne tenê raman û hizrek e, lê komeka raman, hizr,
wêne û hestên li dora tema an rûdanekê hatine civandin. Di hundirê wê de
enerjiyeke hestdar heye ku ji ber rageşî, tirs, fedî an nakokiya nirxan nikare
bi awayekî vekirî bê jiyîn; loma diçe ber tepisandin û kipkirinê û dibe
hêmaneke bibandor a derhişiyê.
Derhişî
(unconscious) — Beşê herî kûr û herî zengîn ê hişê mirov e, cihê ku girêk
lê dijîn û ji wir ve bandorê li ser biryar, hest û tevger û reftaran dikin —
bêyî ku takekes bi awayekî hişmend haya wî/wê jê hebe.
Kipkirin/tepisandin
(repression) — Mekanîzmaya bingehîn a ku hest û arezû û xwestekên
nepejirandî ji rûyê hişmend dûr dixe û berbi derhişiyê ve dişîne; ev proses bixwe
sedema pêkhatina girêkan e.
Derbirîna azad
/ bibîranîna serbest (free association) — Rêbaza pêşeng a ku Freud danî: takekes
bêyî sansûr an hilbijartin her tiştê ku tê hişê wî bilêv dike, çi bêwate be çi
şermokane, da ku rê li ber vekolîna girêkên veşartî yên derhişiyê were vekirin.
Girêka Odîpûs
(Oedipus complex) — Di qonaxa falîk de (sê-pênc salî), kurik bi awayekî
derhişî pêşbaziyê li dijî bavê xwe hîs dike da ku cihê wî li ba dayikê bigire;
çareserkirina vê nakokiyê roleke mezin di avabûna wîjdan, bilinezî (superego) û
nasnameya zayendî de dilîze.
Girêka Elektra
(Electra complex) — Berevajiya Odîpûs; meyla derhişî ya keçê ber bi bavê ve
û kerba wê li hember dayikê ku li gorî Freud ji "çavnebariya organê
zayendî yê nêr" (penis envy) tê xwarin û bi taybetî di civakên mêrsalar de
xurttir dibe.
Rageşiya
xesandinê (castration anxiety) — Tirsa derhişî û binhişî ya zarokê kur ku
dê endamê wî yê zayendî bê "birîn" wek celatkirinê; ev tirs û rageşî di
girêka mêyîtiyê de rola sereke dilîze.
Girêka
Xwekêmdîtinê (inferiority complex) — Li gorî Alfred Adler, hesteke
xwekêmdîtinê ya destpêkê li ba hemû zarokan ji ber nekamiltî û bêhêziya laşî
normal e; lê bi bandora kêmendamî, rewşa civakî an rexneyên domdar ên dêûbavan,
ev hest dikare bibe girêkeke domdar û taybetmendiyeke sereke ya kesayetiyê.
Girêka
Grîseldayê (Griselda complex) — Têgeh ji aliyê James Jackson Putnam ve
hatiye danîn: peywendiyeke derhişî ya bav-keçê li ku bav, bêyî ku haya wî jê
hebe, keça xwe ji her mêrekî re "nehêja" dibîne û astengan li ber
zewaca wê datîne.
Girêka Mîdya
(Medea complex) — Dayik li şûna evîna siruştî, kerbek kûr ji zarokên xwe
hildigire — bi taybetî piştî xiyaneta mêrê xwe — û zarok ji dijmin an amûrên
tolhildanê zêdetir nabîne.
Girêka
Napolyonî (Napoleon complex) — Hesta kêmasiyê ya girêdayî bi biçûkbûna
hîskirî ya endamê zayendî ve, ku li ba mêran bi rengekî din xwe dide der:
tevgereke serdestî û kontrolkirina jinan, wek amûra qerebûkirinê.
Narsîsîzm
(narcissism) — Freud vê têgehê dabeşî du beşan dike: narsîsîzma seretayî
(primary narcissism), ya zarokên biçûk û li gorî "rêgeza kêfê"
(pleasure principle); û narsîsîzma duyem (secondary narcissism), ya mezinan û
li gorî "rêgeza rastiyê" (reality principle), li ku heybereke derve
dibe navenda hezkirinê.
Comments
Post a Comment