Di
kevneşopiya felsefeyê de, nemaze di nav hizr û ramanên Arîstoteles de, qencî
(virtue) çemkeke (concept) bingehîn e ku bandoreke kûr li ser felsefe û sinc û
rewiştê (exlaqê) kiriye. Arîstoteles, di berhemên xwe de qenciyên sincî (moral
virtues) weke xûyên rih û giyanî rave dike ku ev yek ji îro jî wateyeke taybet di
nava xwe de vedihewîne. Li gorî wî, qencî ne tenê zanîn e, ne tenê teorî ye, lê
rewşeke pratîk a jiyanê ye ku mirov bi domdarî pê re dijî û tevdigere.
Qenciyên
sincî bi awayekî siruştî bi me re çênabin. Ev xûy bi rêya dubarekirin û pratîkê
bi demê re pêk tên, herwekî çawa zarokek hînî meşê dibe. Her qencî meyleke xûyî
ye ku ji sê elementên bingehîn pêk tê: Raman, hestkirin û tevger. Ev her sê
element divê di nava ahengê de bin û bi awayekî pêbawer û domdar xwe nîşan
bidin. Mînak, comerdî (generosity) ne tenê dayîna pere ye, lê herwiha zanîna
kengî û çiqasî dayîna rast e û hestkirina kêfxweşiyê ji vê kiryarê ye.
Di
konteksta modern de, têgihîştina qenciyê weke pêvajoyeke hînbûnê ya domdar wateyeke
taybet werdigire. Civaka me ya îroyîn ku bi lezûbezgînî û bi xwesteka encamên
zû û pêşwext hatiye dorpêçkirin, carinan vê rastiyê ji bîr dike. Di serdema
medyaya civakî de, qencî-nîşandan (virtue-signaling) bûye pirsgirêkeke mezin.
Mirov bi hêsanî dikarin li ser platformên dijîtal xwe weke takekesên xwedî
qenciyên bilind pêşkêş bikin, bêyî ku di jiyana rastîn de van qenciyan bicih
bînin.
Ev
durûtî û bêexlaqî (hypocrisy) di warê jîngehparêziyê (environmentalism) de
gelek tê dîtin. Mînak, gelek kes li ser înternetê derbarê parastina jîngehê de
diaxivin û peyamên hişyarker parve dikin, lêbelê di jiyana xwe ya rojane de ti veguhertinên
berbiçav nîne, heta berevajî wê daxuyaniya xwe tevdigerin. Ev rewş bi
qencî-nîşandanê (virtue-signaling) ve têkildar e - yanî takekesek dixwaze weke
mirovekî/e bi prensîp û xemxwar bê dîtin, lêbelê di rastiyê de ne amade ye ku
ji bo vê yekê fedakariyê bike.
Lêbelê,
rêya rastîn a geşedana sincî (moral development) bi kirinê ve girêdayî ye. Çawa
ku Arîstoteles gotiye, mirov bi kirina karên dadmend (just) dibe
dadmend, bi kirina karên wêrek (brave) dibe wêrek. Ev pêvajo hêdî ye û
xwestek û hewcedariya sebir û berdewamiyê dike. Di vê çarçoveyê de, biryarên
sala nû dikarin bibin destpêkeke baş, lê divê em têbigihîjin ku veguherîna
kesayetiyê (character development) demeke dirêj berdewam dike/dixwaze.
Pêşniyarên
pratîk ji bo geşkirin û pêşxistina qenciyê ev in: Pêşî, divê mirov qenciyên ku
dixwaze geş û pêş bixe bi awayekî zelal destnîşan bike. Dûre, divê ji bo van
qenciyan mînakên baş (exemplars) bên dîtin - ew kesên ku van qenciyan di jiyana
xwe de bi awayekî serkeftî bicih tînin. Herwiha, divê mirov armancên biçûk ên
pratîk ji xwe re deyne û gav bi gav ber bi wan ve biçe. Di vê rêwîtiyê de,
parastin û domandina handanê (motivation) pêwîst e, ji ber vê yekê alîkariya
heval û malbatê dikare bibe piştgir.
Di
encamê de, qencî ne tiştekî ye ku mirov di nav şevekê de bi dest bixe, lêbelê
ew rêwîtiyek e ku bi her gavê mirov digihîje asteke bilindtir. Divê em vê
rêwîtiyê bi sebir û berdewamî bidomînin, û xwe ji xapandina qencî-nîşandanê
biparêzin. Ya watedar ne ew e ku em çi dibêjin, lê ew e ku em di jiyana xwe ya
rojane de çawa tevdigerin û çi dikin.
Çavkanî
Malpêr (Web)
1. https://www.irunfar.com/virtue-and-competition-getting-it-right>
2. https://mirrorsdelivered.com/blogs/industry-news-trends/2024-gym-membe
3. https://www.coolest-gadgets.com/new-years-resolution-statistics/>
Comments