Mirov ji dayikbûnê ve di nava têkiliyên hêz û desthilatiyê de tê dinyayê. Hinek kes desthilatdar in, hinek jê jî bindest in. Lê pirsa girîng ew e: bindestî tenê rewşeke civakî ye an jî ew derûna mirov jî dagir dike? Erich Fromm di berhema xwe ya ‘Revîna ji Azadiyê’ (Escape from Freedom) de diyar kiriye ku bindestî ne tenê rewşeke derxweyî (derveyî) ye — ew di derûna mirov de jî cih digire û mirov dike xerîbê xwebûna xwe.
Bindestî ne tenê zanebûnek e — ew têhiştineke kûr a derûnê ye. Paulo Freire, di berhema xwe ya ‘Pedagojiya Bindestan’ Pedagogy of the Oppressed de, nîşanî me daye ku bindest di demeke dirêj de bi hişmendiya bindestiyê, zordarî û bindestiya navxweyî (internalized oppression) de eciqînin û wê di hundurê xwe de hildigirin. Bi gotineke din, serdest êdî ne hewce ye ku hertim li ser serê bindest be; bindest xwe bi xwe serdestê xwe di nav dil û derûna xwe de datîne ser serê xwe.
"Bindest ji bo ku azad bibe, divê pêşî ji zincîrên xwe yên derûnî yên ku bi serdestê xwe ve girêdayî ye rizgar bibe." Ev hevok rastiya derûnî ya bindestiyê bi awayeke kûr vedibêje. Bindest ew mirov e ku di navbera arezû û xwesteka azadiyê û tirsa ji serbestiyê de dimîne. Fromm vê rewşê weke reva ji azadiyê pênase dike: mirov ji azadiyê ditirse ji ber ku azadî berpirsiyariyê jî bi xwe re tîne.
Albert Memmi di berhema xwe ya ‘Kolonyalîst û yên kolonîzekirî’ (The Colonizer and the Colonized) de diyar kiriye ku bindestî ne tenê laş, lê kesayetiyê jî vediguherîne. Bindest xwe-biçûkxistinê weke amûrekê dibîne û xwediyê pêwendiyeke mazoşîstîk e bi serdestê xwe re. Ev tê vê manayê ku bindest ji êş û azara serdestê xwe kêfê distîne, ji ber ku ev êş ji bo wî amûra mana-danînê (meaning-making) ye.
Donald Winnicott (1960) du têgehan pênase dike: xwebûna rastîn (true self) û xwebûna sexte (false self). Bindest, ji bo ku di çavê serdestê xwe de bê pejirandin, xwebûna xwe ya rastîn ji vedişêre û xwebûneke sexte ji xwe re ava dike. Ev pêvajoya derûnî ji bo parastin û berevaniyê (defense) tê bikaranîn, lê di dirêjahiya demê de mirov ji xwe û xwebûna xwe bê-alî dibe û hebûn û xwebûna xwe ya rastî winda dike.
Erik Erikson di bîrdoziya geşadana derûncivakî (psychosocial development) de diyar kiriye ku qeyrana nasnameyê (identity crisis) beşek ji jiyana siruştî û xwezayî ye. Lê bindestî vê qeyranê kûrtir dike: bindest ne tenê dipirse "ez kî me?" — ew jî dipirse "arezû û xwesteka min li ku ye?" û "azadiya min li ku ye?" Ev pirs, bersivên wan di bin siya serdest de têne asûwaskirin û mirov di nav nakokiya venasînî (cognitive dissonance) de dibe bê xwe û xwebûna xwe.
Frantz Fanon, di berhema xwe ya ‘Çermê Reş, Maskên Spî’ (Black Skin, White Masks) de, diyar kiriye ku kolonyalîzm ne tenê erdên mirov dagir dike, ew derûn û nasnameya mirov jî dagir dike. Bindest bi dilê xwe li ziman, çand û nirxên serdestê xwe vedigire, û di vî halî de xwebûna xwe ya siruştî (authentic self) winda dike.
Azadî — bi mana derûnî — ne tenê derxweyî ye, ew rewşeke navxweyî jî ye. Viktor Frankl, di berhema xwe ya ‘Lêgerîna Mirov bo Wateyê’ (Man's Search for Meaning) de, nîşanî me daye ku mirov dikare di her şert û mercê de azadiya xwe ya hilbijartinê (freedom of choice) biparêze. Frankl di nav kampên Naziyan de jiyaye û gihiştiye wê encamê ku: "Her tiştê mirov dikare jê were stendin, lê kes nikare azadiya wî û hilbijartina helwesta wî jê bistîne."
Rêya azadiyê ji xwe-nasînê dest pê dike. Carl Gustav Jung diyar kiriye ku heta mirov derhişiya (unconscious) xwe hişyar û hişmend neke, ew dê her bêje: "ev şens e, ev qeder e." Bi gotinek din, mirovê ku xwebûna xwe nas nake, nikare azad bibe. Pêvajoya xwe-nasînê di derûnterapiyê (psychotherapy) de jî cihekî girîng e.
Ji perspektîfa têkoşîna civakî, Freire diyar kiriye ku azadî ne diyariyeke serdest e — ew bi têkoşîna bindestan tê. Ev têkoşîn pêşî di derûnê de dest pê dike: bindest divê hişmendiya bindestiya xwe ya navxweyîkirinê (internalized) bibîne û ji wê rizgar bibe, dûv re dikare bi civakê re jî têbikoje.
Bindestî ne tenê pirsgirêkeke civakî û siyasî ye — ew pirsgirêkeke derûnî ya kûr e. Bindestî xwebûna rastîn a mirovan dişewitîne, nasnameyê têk dibe û li holê derûna şikestî dimîne. Lê tiştê girîng ew e ku azadî mimkûn e — ne bi pejirandina serdest, ne bi birêvebirina serdest, lê bi xwe-nasîn û hişmendî û hişyariya derûnî ya takekesane (individual consciousness).
Weke ku pêşiyan gotiye: "Kê xwe nas kir, wî/wê dinya nas kir." Ev ne tenê peyv e — ew rêya azadiyê ye. Mirovê ku xwe nas dike, ya ku derhişiya xwe hişyar û hişmend dike, dikare ji zincîrên derûnî rizgar bibe û jiyaneke bi wate (meaningful life) bijî.
Comments
Post a Comment