''Şeb û şekir
Çûn Diyarbekir!
Şekir rûnişt, dengê xwe nekir!
Şeb pesnê xwe da û qala xwe kir!''
— Çîvanoka Gelêrî
Çîvanokeke gelêrî ya pir balkêş e ku
herçiqasî weke qerfî xuya bike jî, naveroka wê ji hêla derûncivakî ve dagirtî
ye û şîretên gelek giranbiha di xwe de vedihewîne. Çîvanok di derheqê mirovên
jêhatî û kêrhatî yên nefsbiçûk de, bi henek û tinaziyê, û di derheqê mirovên
vala û kêrnehatî yên qure û nefsmezin de hatiye gotin. Tevî sadebûna xwe ya
zahirî, di binê xwe de modeleke kûr a derûnî (psyche) ya nefsê
vedişêre. Ez ê hewl bidim wê ji çend bîrdoziyên derûnkolerî û derûnşîkarî (psychoanalytic)
ve binirxînim.
Du Kesayetî û Karakter
Şekir – Xwebûna Rasteqîn û Hêza
Eziyê (Authentic Self / Ego Strength)
Şekir tê Diyarbekirê lê "dengê xwe
nakê." Ev bêdengî ne ji kêmasiyê ye, ji têrûtijebûn û besbûniya navxweyîn
(inner sufficiency) tê. Kesê ku bi hêjahiya xwebûna xwe ya rasteqîn
bawer be, hewceyê pesindanî û pejirandina derveyî (external validation)
nabîne. Di zimanê Kohut de, ev dişibe kesekî ku xwedan hevgirtina xwebûnî (self-cohesion)
ye – ne hewceyê neynika (mirroring) ji derve ye da ku hebûna xwe ya
hundirîn xurt û qewîn bike.
Şeb – Xwebûna Derewîn (False
Self)
Şeb, li hemberî vê, "pesnê xwe dide û
qala xwe dike." Ev tevger, di zimanê Adler de, dişibe aloziya
xwe-kêmdîtinê ango girêka kêmasiyê (inferiority complex) ya ku bi rêya
zêdetezîmetan (overcompensation) tê veşartin. Dengê zêde ne nîşana
hêzê ye, berevajî, nîşana valahiyeke navxweyîn (inner emptiness) e ku
meriv hewl dide bi qeşmeriyê wê bipêçe.
Mekanîzmayên Berevaniyê yên
Derûnnasiyê
Tevgera Şeb bi tenê bi qerebûkirinê (overcompensation)
re nayê ravekirin; li gel wê, du mekanîzmayên din ên berevaniyê jî di kiryara
wî de dixebitin:
Rengvedan (Projection):
Şeb, bi îhtîmaleke mezin, kêmasî û valahiya xwe ya navxweyîn (hundirîn) nabîne
an napejirîne; li şûna vê, ew wan taybetiyên xwebûna xwe yên neyînî li derve,
li ser cihana derxweyî diweşîne – bi rêya pesindana zêde ya li ser xwebûna xwe,
ew hewl dide wê rastiya rageş û xemgîn a navxweyîn a ku nayêpejirandin, veşêre
û ji bîr bike. Bi vî awayî, "bi dengê bilind" ne tenê xwe-nîşandan e,
herwiha nîşana red û înkara (denial) rastiya xwebûna ya hundirîn e jî.
Pêkhateya bertekê
(Reaction Formation): Gengaz e ku ev reftar û tevger, di
bin û der-hişê Şeb de, berevajiyeke hestên rastîn be – hestên tirs, rageşî,
ne-ewlebûn û şermê ku nayên pejirandin ji ber ku pir êşdar in, bi awayekî têkûz
berevajî (bi pesindan û pozbilindiyê) tên xuyakirin. Li şûna ku Şeb bibêje
"ez natirsim ku hûn min nas nekin," ew bi dengekî bilind dibêje
"ez herî baş im" – ev jî mekanîzmayeke berevaniyê ye ku hestê rastîn
ê tirs, rageşî û kêmbûnê vediguherîne dijberê xwebûna xwe yê xuyayî.
Xwe-mezinkirin (Grandiosity)
û Narsîsîzm
Tevgera Şeb a xwe-pesindanê baş bi têgeha
xwe-mezinkirinê "grandiose self" ya Kohut re li hev tê: dema
kesek ji zaroktiyê ve bi rêya neynikê (mirroring) têr nebe, kamilî û
mezinbûn weke arezûyeke bêserûber a nasnameyê derdikeve holê. Ev ne
narsîsîzmeke saxlem e, lê belê narsîsîzmeke şikestî û tazmînkar (fragile/compensatory
narcissism) e – ku her dem hewcedarê temaşevanan (audience) e da
ku hebûna xwe piştrast bike.
Rêgeza Rastiyê û Rêgeza Kêfê
Di ziman û çarçoveya Freudî de jî dikare bê
gotin ku: Şekir li gorî rêgeza rastiyê (reality principle) tevdigere –
ew dizane hêjahî ne bi gotinê, bi xwebûn û hebûnê tê pejirandin. Şeb jî bêtir
li gorî rêgeza kêfê (pleasure principle) tevdigere – daxwaza lezgîn a
hatina naskirinê, bêyî sebir û kûrahiyê.
Encam
Çîvanok, di dawiyê de, peyameke gelêrî lê
kûr dide: hêjahiya rastîn a mirov, ji hêjahiya wî/wê ya xeyalî ango ji xwebûna
îdealîzekirî/xwe-mezinkirinê (grandiose/idealized self) cuda ye; ya
yekem bêdeng dimîne, ya duyem her tim hewcedarê deng û pesnê ye. Ev jî bi rastî
tam li ser wê raboriya derûnkolerî (psychoanalytic) ye ku "kesên
xwe herî bilind dihesibînin, bi gelemperî kesên herî bêewle ne, di nava xwe
de."
Çavkanî:
Bozarslan, M. E. (2021). Di Edebiyata Kurdî û Folklora Kurdî
de HUNER. Weşanên Deng.
Comments
Post a Comment