Hişê Giştî yê Çêkirî – HGÇ (Artificial General Intelligence – AGI) Û Hişê Çêkirî –HÇ (Artificial Intelligence – AI)
Dema ku HGÇ (AGI) dikeve
rojeva me, hêviyên me jî bi wê re zêde dibin. Potansiyela HGÇyê weke vekirina
kilîta qonaxeke nû ya kapasîteya mirovî tê dîtin. Cihaneke wisa li pêşberî me
radiweste ku tê de makîne êdî ne tenê amûr in, lê di hevkarî, afirandin, nûjenî
û vedîtinê de jî bûne hevpar. Di cihaneke ku makîne ji tenê şopandina fermanan
wêdetir diçin, derfet û îmkan bêsînor xuya dikin. Di bingeha vê potansiyelê de,
şiyana HGÇyê ya analîzkirin û xebitandina daneyan bi awayekî berçav ji
kapasîteya mirovî zêdetir e. Digel vê yekê, ev potansiyel dikare bibe sedem ku
rol û rêbazên kevneşopî yên weke perwerde, jêhatîbûn û jiyana karî bên
veguhertin. HGÇ herwiha dikare bandorê li hunermendî û çandê jî bike, ji ber ku
dikare têkeve hewldanên hunerî û bi vî awayî bandorê li ser şiyana mirov a bo
fikr û ramanên azad û nûjen bike. Ji bo ku em bikaribin bandor û siberoja HGÇyê
baş fêm bikin û hin pêşbîniyên guncaw pêşkêş bikin, em ê li vir hinekî kûrtir
bibin nav hûrgiliyên vê mijarê.
Bandorên HGÇyê li ser Jiyana Rojane
HGÇ dikare bibe sedema
veguherînên civakî yên bi qasî yên şoreşa pîşesaziyê, an jî hê mezintir. Ew
gelek aliyên jiyana rojane hêsantir, bibandortir û takekesîtir dike, tiştekî ku
tê wateya veguherîneke bingehîn a pratîk û jiyana civakî. Li malê, ne tenê
amûrek "jîr" e; meriv dikare bifikire ku hemû cihana wî bi HGÇyê tê
birêvebirin – ji optimîzekirina bikaranîna enerjiyê bigire heta pêkanîna
germahiya guncaw a malê û birêvebirina hemû aliyên jiyanê. Bi taybetî gava
mirov bi taştê û qehweyeke baş amadekirî ji xew radibe, bernameya rojane li
gorî tercihên wî tê mîzankirin û derdora malê bêyî mudaxeleyeke wî li gorî
hewcedariyên wî tê eyarkirin. Bi saya pergalên weke otomobîlên bêajovan/bêşofêr
ku bi HGÇyê dixebitin, hemû tora veguhestinê (transportation network) dikare bê
rêvebirin û asta xizmetê bilindtir bibe: trafîk kêm dibe, ewlehî zêde dibe û
plansaziyên bibandor ên li ser daneyên demê rasterast dikarin bên
pêşniyarkirin. Bi rêveberiya HGÇyê, dibe ku pirsgirêkên di navbera wesayîtên
taybet û veguhestina giştî de kêm bibin û tevger zêdetir li gorî daxwaz û
hewcedariyên takekesî bê kirin. Li aliyekî din, HGÇ dikare serpêhatî û ezmûnên
fêrbûnê yên bi temamî takekesîkirî pêşkêş bike; xwendekar dikarin bigihîjin mamosteyên
aşopî (virtual instructors) yên ku li gorî şêwaza wan a fêrbûnê, leza wan û
qadên wan ên eleqeyê hatine eyarkirin, tiştekî ku dikare perwerdehiyê hîn
bibandortir bike û valahiya di kalîteya perwerdehiyê de ku ji cudahiyên şert û
mercên sosyo-aborî derdikeve, hindiktir bike. Di warê tendirustiyê de jî
bandora HGÇyê dikare pir berçav be: pergalek dikare li gorî tercihên kesane bê
eyarkirin ku tendirustiya mirov bêyî navber çavdêrî bike, şîretên takekesîkirî
pêşkêş bike, randevûyan bi pisporan re organîze bike û heta rêvebiriya
nexweşiyên domdar (kronîk) jî bi awayekî domdar pêk bîne. Ji sektora tendirustiyê
heta karûbarên malî, HGÇ dikare gelek qadên jiyanê xurttir bike. Lê belê divê
neyê jibîrkirin ku bikaranîna berbelav a HGÇyê dikare bibe sedem ku hin
jêhatîbûnên mirovî kêm bibin an winda bibin – weke nimûne, gava mirov dest bi
bikaranîna van pergalan dike, dibe ku hêdî hêdî xwe bispêre wan û şiyana xwe ya
biryardanê winda bike. Herwiha pêşxistina van pergalan dikare bibe sedema hin
encamên neyînî yên ku pêşî nehatibûn dîtin.
Ji ber ku bandorên vê
teknolojiyê li ser kar, aborî û jiyana civakî bi girîngî girêdayî awayê tevgera
civakê ye – ka ew ê çawa van nûjeniyan bipejirîne – helwesta mirovan a li
hember HGÇ û robotan, û nirxandina van teknolojiyan ji aliyê aborî û civakî ve,
dibin faktorên girîng di destnîşankirina siberojê de. Li gorî lêkolînên heyî,
tê pêşbînîkirin ku heta sala 2027an nirxa bazara HGÇyê ya cihanî dê bigihîje
267 milyar dolarî, û di navbera salên 2023 û 2030î de mezinbûneke salane ya bi
qasî %33.2yî were çavdêrîkirin. Heta 2030î tê texmînkirin ku HGÇ dê 15.7
trîlyon dolar tevkariyê bi aboriya cihanê bike. Herêma Asya-Pasîfîkê ye ku di
navbera salên 2018 û 2025an de dê herî zêde mezinbûnê nîşan bide, li gorî ku tê
pêşbînîkirin heta 2025an Çîn dê xwedî %26.1 para bazarê be di warê HGÇyê de,
tiştekî ku dê bandorê li mezinbûna aboriya wê jî bike; her wisa tê pêşbînîkirin
ku beşa HGÇyê bixwe heta wê salê dahateke salane ya nêzî 126 milyar dolarî bi
dest bixe.
Bandorên li ser Pîşesaziyan
Bandora Hişê Çêkirî
– HÇ (Artificial Intelligence –
AI) li ser pîşesaziyên girîng jî ne kêmtir e. Di warê tibî de, HÇ (AI) bi rêya
bikaranîna daneyên mezin (big data) dikare analîz û miayeneya nexweşan pêk
bîne, xizmetên tendirustiyê yên kesane pêşkêş bike û bi vî awayî bibe alîkarek
berdewam di rêvebirina tendirustiyê de. Di warê aborî û bazirganiyê de, HÇ bi
lezûbeziyê dikare daneyan analîz bike, pêşbîniyên bazarê yên rasttir çêbike û
stratejiyên bazirganiyê yên li gorî rewşên aboriya cihanê guncan pêş bixe. Di
perwerdehiyê de, weke mamosteyek dîjîtal a taybet dixebite: li gorî kapasîteya
fêrbûna her xwendekarî/ê adapte dibe, leza fêrbûnê ya wan tesbît dike û
ezmûneke fêrbûnê ya bi temamî kesane pêşkêş dike. Di çandiniyê de, HÇ dikare
şert û mercên çandiniyê baştir bike, şopandina berhemdayînê ya demê rast pêk
bîne û rêvebiriya çavkaniyan xurttir bike; bi rêya sensoran û modelên bijîjkî
dikare tevî tendirustiya heywanan jî bibe alîkar. Di sektora kêf û şahiyê de,
HÇ dikare naverokê li gorî rewşa derûnî ya temaşevanan biguherîne û ezmûnên
berdewam û domdar pêşkêş bike. Di rêvebiriya enerjiyê de, dikare bikaranîna
enerjiyê optîmîze bike, çareseriyên hilanînê pêşkêş bike û rêvebiriyeke
demê-rast pêk bîne, tiştekî ku dibe sedema zêdebûna bikaranîna teknolojiyên
enerjiya paqij.
Di warê parastin û berevaniyê
de jî HÇ xwedî rolek girîng e: dikare bibe alîkar di operasyonên leşkerî de, di
entegrasyon û biryarên parastinê de, û di plansazî û rêvebiriya stratejîk de
bibe çareseriyek ji bo hin pirsgirêkan. Bi rêya rêbazên heyî yên HÇyê, niyet,
derfet û bandora operasyonan dikare bê analîzkirin û pergalên biryardayînê yên
parastinê bi kêmtirîn asta mudaxeleya mirovî bên pêkanîn. Herwiha HÇ dikare ji
gelek çavkaniyan agahiyan berhev bike, erkên ewlehiya sîberê (cyber security)
pêk bîne û daneyên mezin analîz bike, ku ev yek dikare rîskên ewlehiya sîberê
kêm bike û tehlûkeyên potansiyel zûtir destnîşan bike.
Pîşeyên di bin Xetereyê de
Bi geşedana HÇyê re,
gelek amûrên robotîk êdî di emeliyatên tibî de tên bikaranîn û dikarin ji dûr
ve bên kontrolkirin; li gorî pêşbîniyan, di siberojê de ev robot dê bikarin
bixwe biryaran bidin. Bernamevanî (programming) jî yek ji qadên di bin xetereyê
de ye, ji ber ku pergalên weke ChatGPT jixwe dikarin bi lez û ewle di gelek
zimanên bernamekirinê de kod çêbikin, tiştekî ku ji bo şirketên nermalavê dibe
sedema guherîna vê pîşeyê. Li gorî lêkolînan, di bîst salên pêş de gelek kar dê
ji aliyê makîneyên biaqil ve bên otomatîkkirin; hin pîşeyên kevneşopî yên di vê
pêvajoyê de herî zêde di bin xetereyê de ne, weke wênekêş, kameraman, derhêner,
senarîst, teknîsyen, şofêrên otobûs û taksiyê, pîlot, mêvandar/mêvandarî, û
teknîsyenên radyo û ultrasonê. Li gorî lêkolînekê, tê texmînkirin ku bi qasî
%70ê şofêrên kamyonan li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Yekîtiya
Ewropayê (YE) dê bêkar bimînin, û şirketên herî mezin ên çêkerên balafiran ên cihanê,
weke Airbus û Boeing, jixwe dest bi çêkirina balafirên xweser kirine.
Pîşeyên Nû
Di heman demê de ku hin
pîşe di bin xetereya windabûnê de ne, geşedana HÇyê (AI) qadên kar ên nû jî
derdixe holê. Di nav van de endezyarên kompûterê, endezyarên elektronîkê,
sêwiranvanên lîstikên vîdyoyê, pêşdebirên sepanan, operatorên dronê,
teknîsyenên çapkirina 3D, rêvebirên medyaya civakî, sêwiranvanên malperan,
youtuberan, nivîskarên blogan û analîstên daneyan hene. Ev nîşan dide ku
teknolojiya pêşketî her çend dibe sedema ji holê rabûna hin karan be jî, di
heman demê de dibe sedema derketina qadên nû yên kar jî – weke çawa berê jî
pîşeyên weke wênekêş, kameravan, şofêrê otobûsê an radyolog di dîroka
teknolojiyê de derketibûn holê.
Encam
Pirsa ku divê em ji HÇyê
(AI) bikin, ne ew e ka dê gelek kar û pîşeyên îroyîn ji holê rabin an na, lê
belê ew e ka ev veguherîn dê çiqasî zû pêk were. Ji ber ku ev pêvajoyeke
berdewam e, mirov dê ne di carekê de bê kar bimînin û bi gelemperî tenê nifşê
nû yê nû ye ku dê xwe li van pîşeyên guherî ne bigihîne; lê belê ji ber ku leza
guherîna ku HÇ (AI) tîne pir zûtir e ji ya geşedanên teknolojîk ên berê, dibe
ku gelek kes nikaribin xwe bi lez li vê rewşê biguncînin. Ji ber vê yekê,
giring e ku em texmîn bikin ka di deh heta bîst salên pêş de dê çi biqewime û
hin pêşbîniyên guncaw bikin, da ku em bikaribin pêvajoya vê veguherînê baş bi
rêve bibin û stratejiyên guncaw pêş bixin.
Termên Sereke
Hişê Giştî yê Çêkirî – HGÇ (Artificial General Intelligence –
AGI) teknolojiyeke
nû ya ku dikare li ser çend qadan bi hev re bisekine, weke analîz, pêşbînî,
bikaranîn û fêrbûn.
Şoreşa Duyem ya Makîneyê (Second Machine Age) geşedana teknolojiyên nû yên weke
HGÇyê vedibêje ku dikarin bandoreke berçav li jiyan û kar û pîşeyên mirovan
bikin.
Tenêmayî (Singularity) ew pêşbînî ye ku teknolojî dê xwe bixwe pêş bixe û em
bikevin qonaxeke bi tevahî nû ya geşedana mirov û teknolojiyê.
Kompûterîbûn (Computerisation) proseya guherîna hin kar û pîşeyên
mirovan bi awayekî otomatîk ji aliyê kompûteran ve ye, bi saya teknolojiyên weke
HGÇyê.
Ewlehiya Sîberê (Cyber Security) parastina pergalên kompûterî û
teknolojîk li dijî êrişên sîberê ye, weke xapandin, îstîsmar û tehdîd.
Hînkerê Aşopî (Virtual Instructor) pergalên perwerdehiyê ne ku bi
alîkariya HGÇyê hatine çêkirin û li gorî hewcedarî û pergala fêrbûna takekesî
tên eyarkirin.
Bijîşkiya Zîz (Precision Medicine) pergalek e ku bi saya HGÇyê dikare
nexweşiyên kronîk û tendirustiya takekesî bi awayekî hesas kontrol bike.
Trimpêlên Xweser (Autonomous Vehicles) wesayîtên weke otomobîl, balafir an
keştî ne ku dikarin bêyî alîkariya mirovan bixwe bimeşin û birêve biçin.
Hişê Çêkirî –HÇ (Artificial Intelligence – AI) teknolojiya çêkirina makîne, pergal
an amûrên elektronîk e ku dikarin weke mirovan bifikirin, biryar bidin û
tevbigerin.
Daneya Mezin (Big Data) komeke berfireh û tevlihev a daneyan e ku ji hemû
aliyên jiyanê tê berhevkirin û bi teknolojiyên weke HÇyê tê analîzkirin.
Pîşeyên di bin Xetereyê de (Jobs at Risk) ew pîşe ne, weke şofêr, pîlot, neştergêr
û bernamenivîs, ku dibe ku di demên pêş de bikevin bin bandora otomatîkbûn û
HÇyê.
Pîşeyên Nû (New Jobs) ew pîşeyên nû ne ku bi geşedana HÇyê re derdikevin holê, weke
endezyarên kompûterê, sêwiranvanên lîstikên vîdyoyê û analîstên daneyan.
Stratejiya Berevaniyê (Defense Strategy) behsa vê yekê dike ka çawa bi saya
HÇyê pergalên parastinê yên xweser û stratejiya leşkerî tên pêşxistin.
Ezmûna Fêrbûnê ya Takekesane (Personalized Learning
Experience) pergalên
perwerdehiyê ne ku bi alîkariya HÇyê li gorî qabîliyet û hewcedariyên takekesî
tên eyarkirin.
Rêvebiriya Enerjiyê (Energy Management) behsa rêvebirî û optîmîzekirina
bikaranîna enerjiyê ye, bi saya HÇyê.
Çavkanî
Brynjolfsson, E., & McAfee, A.
(2014). The second machine age: Work, progress, and prosperity in a time of
brilliant technologies. W. W. Norton & Company.
Butazzo, G. (2023). Rise of
artificial general intelligence: Risks and opportunities.
Diamandis, P. H., & Kotler, S.
(2020). The future is faster than you think: How converging technologies are
transforming business, industries, and our lives. Simon & Schuster.
Frey, C. B., & Osborne, M. A.
(2017). The future of employment: How susceptible are jobs to computerisation?
Technological Forecasting and Social Change, 114, 254–280.
Kurzweil, R. (2005). The singularity
is near: When humans transcend biology. Viking.
Comments
Post a Comment