Ji nêrîna derûnkoleriyê (psychoanalysis) ve, yek ji nîşaneyên herî xurt ên binyad û struktura narsîsîstîk (narcissistic structure) ew e ku takekes nikare bi awayekî vekirî erêkirina qedr û qîmet û hêjahiya kesekî din (yê-din) pêşwazî bike. Ev ne kêmasiyeke şexsî û exlaqî ye — ev encama sazûmaneke derûnî ye ku li ser bingeha xwebûna xwemezinkirinê (grandiose self) hatiye avakirin; xwebûneke ku diviyabû di zaroktiyê de bi awayekî têr û baş girêdaneke ewle (secure attachment) ava bikirinina û neynikkirin (mirroring) pê re çê bibûya, lê belkî li şûna vê hatiye biçûkxistin. Di herdu rewşan de jî encam heman e: takekes ji bo xwebûn û hebûna xwe, bi berdewamî li benda pesn û medhê derxweyî (derveyî) dimîne — ji vê re aboriya narsîsîstîk (narcissistic economy) tê gotin an jî pêwîstiya dabînkirina narsîsîstîk (narcissistic supply).
Di vê
aboriyê de, xwe-hêjahî/qîmet (self-worth) ne tiştekî navxweyîn (hundirîn) e ku
ji hesteke stabîl a xwebûnê tê; ew her tim ji derve tê xwestin û rêvebirin.
Loma her carê ku kesekî din tê medh û pesindan, ew ji aliyê narsîsîst ve weke
belavkirineke sifir-kom (zero-sum distribution) tê hîskirin — weke ku qedr û
qîmet û hêjahî tiştekî bi sînor be û ya ku li yekî-din hatiye dayîn, ji kîsê wî
hatibe standin. Ev mekanîzma bi têgeha çavnebariya seretayî (primary envy) tê
ravekirin — têgehek ku bi taybetî bi navê Melanie Klein tê zanîn: ne
çavnebariyek li ser tiştekî taybetî ye, lê rageşî û tirseke bingehîn e ku aliyê-din
xwedan tiştek an heybereke baş û têr (a "good object") be, û ezî (ego)
û xwebûn (self) dê jê bêpar bimînin.
Biçûkxistina
yê-din jî ne hewldaneke bidestxistina rastiyê ye, lê mekanîzmayeke berevaniyê
(defense mechanism) ye, bi taybetî cureyek devalûasyona rengvedayî (projective
devaluation) ye: takekesê ku bi qedr û qîmet û hêjahiya xwe ya rastîn ne ewle
ye, qedr û qîmet û hêjahiya xwe ne bi mezinkirina xwebûna xwe, lê bi kêmkirina yê-din
ava dike. Ev pêvajo dişibe ya dabeşkirinê (splitting), di bîrdoziya
têkiliyên-bi-heyberan de (object relations theory): yê-din an pir baş e
(îdealîzekirin) an jî pir xerab e (devalûasyon), ji ber ku ji bo derûn û psîşeya
narsîsîstîk têgihiştineke navîn a weke "her du takekes jî dikarin hêja
bin" zehmet e ku were pejirandin û tehemûlkirin.
Ji ber vê
yekê, serkeftina yê-din ne weke çavkaniyeke kêfê tê jiyîn, lê weke birîna narsîsîstîk
(narcissistic injury/wound) — lewra ew rasterast ji aliyê bilind-ezî/super-ego
û îdeala-eziyê (ego-ideal) ve weke delîlek tê xwendin ku xwebûna xwemezin ne
rastî berz e. Pesindan û heyranî, li şûna ku weke pêşkêşiyên azad ên di navbera
du kirdeyan/subjeyan de bimînin (intersubjective exchange), êdî dibin tiştên ku
divê bi darê zorê werin bidestxistin û kontrolkirin — ev jî nîşana wê ye ku takekes
hîn di merhaleya narsîsîzma seretayî (primary narcissism) de maye û nikaribûye
derbasî têkiliyeke heyben û objektîf a bi kesên din ve bibe.
Berevajî vê,
derûniya saxlem (an di zimanê Kohut de, xwebûna hevgirtî [cohesive self])
xwedan bingehek e ku bi derxweyî (derve) ve ne girêdayî ye; ji ber vê,
serkeftin û bilîmeta yê-din weke tehdîd nayê hîskirin, lê weke pejirandina bi wê
baweriyê tê jiyîn ku cihan bi giştî çavkaniyeke têr û bes e — ne çavkaniyeke
kêm û birçî ye.
Comments
Post a Comment