Cihana xwarinê gelek têvel û curbicur e û tûjahiya xwarinê yek ji van cudahiyan e ku herî zêde nakok e. Hinek kes bêyî sos an îsotên tûj nikarin xwarinê bixwin, lê hinek din ji wê sosê, tûjiyê û êşê ku li ser zimanê xwe hîs dikin kêfxweş dibin. Ev cudahiya mezin di navbera mirovan de pirsa "gelo ev bi rastî tam e, an tiştekî din e?" derdixe holê.
Zimanê
mirovan xwedî wergirên (receptors) taybet e ji bo her cure çêj û tahmê — şêrîn,
şor, tirş, tehl û tahma goşt. Lêbelê, tûjahî ne di nav vê lîsteyê de ye; ew
bêtir weke çêj û tahmeke serbixwe tê hesibandin. Sedem ev e ku hestê tûjahiyê
ne ji wergirên tahmê, lê ji wergirên êşê û germê tê ku bi navê TRPV1 tê zanîn.
Ev wergir bi xwezayî ji bo hîskirina germahiya bilind (weke 43°C û zêdetir)
çalak dibe.
Kîmyewiyeke
bi navê kapsaîsîn
"capsaicin" ku di îsotên tûj de bi taybetî li dora bizr û tovan tê
dîtin, dikare van wergiran çalak bike bêyî ku germahiyeke rastîn hebe. Ji ber
vê yekê, laş weke ku bi rastî tê şewitandin bertekan dide, herçend tiştek nayê
şewitandin jî. Wisa tê texmînkirin ku ev taybetmendî di pêvajoya evolûsyonê de
weke amrazeke parastinê ji bo tovên îsotan çêbûye — da ku ajelên memik
(mammals), yên ku dikarin tovan bi cêwandinê hilweşînin, dûr bikevin, lê
balinde, yên ku tovan bêyî hilweşandinê belav dikin, ji vê tûjahiyê ne bi
bandor in.
Dema laş bi
hesta êşê ya ji kapsaîsînê re rû bi rû dimîne, mekanîzmayeke parastinê ya
xwezayî dest pê dike: laş dest bi berdana endorfînan dike, madeyên ku hesta êşê
kêm dikin û carinan hesteke aramî û xweşiyê tînin. Li ser vê yekê, li hin kesan
tê zêdekirin ku çalakiya kîmyewiya dopamînê jî bilind dibe, madeyeke ku bi
hesta xweşî û xelatê ve girêdayî ye. Ev hevkariya di navbera êş û xweşiyê de
dibe sedem ku hin takekes piştî xwarineke gelek tûj xwe baştir hîs bikin —
tiştekî ku dibe sedema ku ew dîsa û dîsa vegerin ser vê tamê.
Ji aliyekî
din ve, derûnnas têgeheke balkêş pêşniyar kirine ku dikare vê meraqê rave bike:
"mazoşîzma xêrxwaz" (benign masochism). Li gorî vê ramanê, mirov ji
ezmûnên ku laşê wan weke xetereyekê hîs dike, lê hişê wan bi zelalî dizane ku
ne xetereyeke rast e, kêfxweşiyê distîne. Fîlmên tirsê, geriyana bi trêna bi
lezbûyî û xwarina tiştên gelek tûj mînakên herî baş in: laş bertekên fîzyolojîk
ên xetereyê dide (dil bi lez dixebite, hestên awarte), lê hiş dizane ku her
tişt di kontrolê de ye û ewle ye. Ev tevliheviya di navbera hest û zanînê de,
dibe sedema ezmûneke bi awayekî xweşhîskirinê.
Cudahiya di
navbera mirovan de ji ber çend sedeman çêdibe.
Ya yekem,
hesasiyeta wergirên TRPV1 li gorî takekesan cuda ye — di hinekan de ev wergir
bi hêsanî tên çalakkirin, di hinekan de bi dijwarî.
Ya duyem,
mirovên ku xwarinên tûj dixwin, dikarin bi demê re toleransê pêş bixin: pergala
neronî hînî vê teşwîqê dibe û heman qada kapsaîsînê kêmtir rageşiyê çêdike.
Ya sêyem,
hêmanên çandî û fêrbûna zaroktiyê jî girîng in — mirovên ku ji zaroktiyê ve bi
xwarinên tûj mezin bûne, bi giranî bi hêsanî wan tehamûl dikin.
Bi kurtasî,
evîna xwarinên tûj ne tenê meseleke çêj û tahmê ye, lê hevkariyeke tevlihev a
zindewerî û derûnnasiyê ye. Kapsaîsîn wergirên êşê çalak dike, laş bi endorfîn
û dopamînê bersiv dide û hişê mirovan vê ezmûna "xeternak lê ewle"
weke kêfxweşiyekê şîrove dike. Ji ber vê yekê, dema tu carinan tûjayê meraq
dikî çima hevalekî te ji sosa herî tûj hez dike, lê tu bi tenê bihîstina navê
wê ditirsî — êdî tu dizanî: ev ne tenê meseleke "kêfa te" ye, di binê
wê de zanistiyeke serhêl heye.
Comments
Post a Comment