Destpêk Di vê serdema HÇê (AI) de gelek derûnterapîst li ser derûnterapiya bi hişê çêkirî (artificial intelligence) diaxivin, rageşiya herî gelemperî ya ku dibihîzin ev e ku pergalên HÇyan "bêhiş" in — ew "robotên" ku tenê alozî û tevliheviyek ji derûnterapiya reftarî ya venasînî (cognitive behavioral – CBT) û şêwazên din ên ku ji pirtûkên dersê û Wîkîpediyayê hildane dubare dikin. Tiştê ku nexweş ji derûnterapîstê xwe dixwaze mirovekî rastîn e, bi tiştekî rastîn yê ku dê bi awayekî ji dil û rast bersivan bide. Rageşiya wan ev e ku derûnterapîstê HÇyê — ango bi giştî, modelek zimanê mezin (large language model) ya ku ji bo axaftinên terapiye ku mîna wê tê bikar anîn an lê tê adapte kirin — tu carî nikare wê bike ku derûnterapîstê mirov dike. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku ji aliyê berevajî nêzî vê pirsê bibim. Em hîpoteza ku HÇ xwediyê cûreyek hiş(mend) e — ku xwediyê nûnertî, kêrhatî û belkî jî rewşên derûnî û hestiyariyê ye — bi cidî hildigirin û d...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی