''Şeb û şekir Çûn Diyarbekir! Şekir rûnişt, dengê xwe nekir! Şeb pesnê xwe da û qala xwe kir!'' — Çîvanoka Gelêrî Çîvanokeke gelêrî ya pir balkêş e ku herçiqasî weke qerfî xuya bike jî, naveroka wê ji hêla derûncivakî ve dagirtî ye û şîretên gelek giranbiha di xwe de vedihewîne. Çîvanok di derheqê mirovên jêhatî û kêrhatî yên nefsbiçûk de, bi henek û tinaziyê, û di derheqê mirovên vala û kêrnehatî yên qure û nefsmezin de hatiye gotin. Tevî sadebûna xwe ya zahirî, di binê xwe de modeleke kûr a derûnî ( psyche ) ya nefsê vedişêre. Ez ê hewl bidim wê ji çend bîrdoziyên derûnkolerî û derûnşîkarî ( psychoanalytic ) ve binirxînim. Du Kesayetî û Karakter Şekir – Xwebûna Rasteqîn û Hêza Eziyê ( Authentic Self / Ego Strength ) Şekir tê Diyarbekirê lê "dengê xwe nakê." Ev bêdengî ne ji kêmasiyê ye, ji têrûtijebûn û besbûniya navxweyîn ( inner sufficiency ) tê. Kesê ku bi hêjahiya xwebûna xwe ya rasteqîn bawer be, hewceyê pesindanî û pejirandina derveyî ( ...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی