Skip to main content

DEEPSEEKA ÇÎNÎ YA HIŞÊ ÇÊKIRÎ – HÇ (ARTIFICIAL INTELLIGENCE - AI) ÇIMA DENG VEDA?




DeepSeek, modeleke nû ya Hişê Çêkirî (HÇ) ya ji aliyê şirketeke Çînî ve hatiye geşkirin û pêşxistin, û pir zû di cîhana teknolojiyê de deng vedaye. Ev model ku weke DeepSeek R1 tê zanîn, bi taybetî ji ber du sedeman balê dikişîne: Performansa wê ya bilind û mesrefa wê ya kêm.

DeepSeek dibêje ku modela wan bi qasî ChatGPT ya OpenAIyê baş e, heta dibe ku ji wê jî çêtir be. Lê ya herî balkêş ew e ku wan ev model bi tenê bi 6 milyon dolarî çêkiriye, di demekê de ku şirketên din bi gelemperî 100 milyon dolar an zêdetir ji bo afirandina modeleke weha xerc dikin. Vê geşedan û pêşveçûnê bandoreke mezin li ser bazara HÇyê kir û bû sedema daketina nirxê parên (stocks) şirketên mezin. NVIDIA bi tenê 600 milyar dolar ji sermayeya xwe ya bazarê (market capital) winda kir.

Tiştekî balkêş ev e ku sînorkirinên teknolojîk ên DYAyê yên li ser Çînê, encameke berevajî dan. Dema ku DeepSeek nikaribû bigihîje çîpên (chips) herî nûjen, wan rêyên alternatîf dîtin. Li şûna bikaranîna çîpên NVIDIA H100 yên pêşketî, wan çîpên H800 yên erzantir û hêdîtir bi kar anîn û dîsa jî encamên serkeftî bi dest xistin. Vê yekê nîşan da ku ji bo afirandina HÇyeke baş, ne hewce ye ku hertim amûrên (hardware) herî pêşketî bên bikaranîn.

Ev geşedan û pêşveçûn derfetên nû ji bo aktorên biçûktir ên bazarê vedike. Êdî welat, şirket û afirînerên ku berê ji ber mesrefên giran nikaribûn HÇyê bi kar bînin, dikarin ji vê teknolojiyê sûd wergirin. Weke mînak, pîşesaziya fîlman dikarin vê teknolojiyê ji bo çêkirina efektên taybet (special effects) û nivîsandina senaryoyan bi kar bînin, bêyî ku mesrefeke mezin bikin.

DeepSeek dibe ku bibe Walmarta cîhana HÇyê ku xizmetên erzan ji herkesî re pêşkêş dike. Dema ku OpenAI ji bo milyon peyvan 60 dolar daxwaz dike, DeepSeek dikare heman xizmetê bi tenê 55 qurişî (cents) pêşkêş bike - bi kêmkirineke 95%.

Ji bo fêmkirina girîngiya vê ferqê, em dikarin mînaka abonetiyê bidin: Li DYAyê ChatGPT Plus bi bihayê mehane ya 20 dolarî tê firotin ku ji bo Amerîkiyan maqûl xuya dike. Lê ji bo welatên Afrîkaya Başûrê Sahrayê ku dahata salane ya kesane tenê 750 dolar e, ev biha gelekî giran e. Li gorî dahata wan welatan, ev weke ku mirovekî Amerîkî mehê 1800 dolar ji bo ChatGPTyê bide ye.

Bi vî awayî, DeepSeek ne tenê pêşkeftineke teknolojîk e, lê di heman demê de gaveke girîng e ber bi demokratîzekirina teknolojiya HÇyê ve ku wê ji her kesî re bêtir gihîştbar dike.

Çavkanî

1-      https://www.rdworldonline.com/this-week-in-ai-research-a-0-55-m-token-model-rivals-openais-60-flagship/

2-      https://www.deepseek.com/

3-      Rdworldonline

 

Comments

Popular posts from this blog

BI NÊRÎNEKE DERÛNKOLERÎ XEWN

Destpêk Xewn ji wan hêman û diyardeyên mirovî ye ku ji dêrîn ve balê dikişîne ser xwe û bûye mijara gelek zanist û zanyariyên li ser mirov, ji ol û mîtolojiyê bigire heta civaknasî, stêrknasî û derûnnasiyê. Her yek ji van waran li gorî binge û çarçoveya xwe ya têgihiştinê xwe nêzî xewnê kiriye û li gorî wê jî wateyek û şîroveyek jê derxistiye. Di gelek civakên olî de xewn weke amraza ragihandinê ya di navbera mirov û hêza pîroz de tê dîtin û takekes li gorî tiştên ku di xewna xwe de dibîne, jiyana xwe ya rojane ava dike an biryaran digire. Lêbelê armanca vê nivîsê ne ew e ku em her yek ji van nêrînan bidin ber hev, lê belê em ê tenê li ser aliyê wê yê derûnî bisekinin, bi taybetî li gorî bîrdoziya derûnkoleriyê (psychoanalysis) , ya ku Sigmund Freud avakerê wê ye û ji bo têgihiştina mirov û giyanê wî pêşkeşî zanistê kiriye. Xewn û Cih û Warê Wê di Nav Bîrdoziya Freud de Li gorî bîrdoziya derûnkoleriyê, di nav xewnê de rêç û şopên qonaxên pêşî yên jiyana zarokatiyê hene, ji ber vê...

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...