Destpêk
Di sedsala 21ê de, jiyan bi lezeke bêhempa vediguhere
û ev veguherîn gelek caran dibe sedema stres û tengasiyên mezin. Di vê serdema
dîjîtal û globalîzasyonê de, mirov her roj bi astengiyên nû re rû bi rû dimînin
- ji pirsgirêkên tendirustiyê heta qrîzên aborî, ji veguherînên teknolojîk heta
aloziyên civakî. Di vê çarçoveyê de, nûşiyanî (resilience) ne tenê weke
taybetmendiyeke kesayetiyê, lê weke pêwîstiyeke jiyanî derketiye pêşberî me.
Di vê nivîsê de, em ê bi kurt û kurmancî li ser
têgihiştina nûşiyaniyê û pênc stûnên bingehîn ên wê rawestin. Herwiha, em ê
bibînin ka çawa ev hêz û şiyan dikare di jiyana rojane de were sepandin û çawa
dikare bibe amrazeke watedar ji bo geşedana kesayetî û pisporiyê.
Têgihiştina Nûşiyaniyê
Nûşiyanî, hêz û şiyana vegera ji paş û başbûna ji
ezmûn û serpêhatiyeke zor an astengiyekê ye. Di warê derûnnasiyê de, nûşiyanî weke
"hêz û şiyana adaptebûn û vejînê ya piştî rewşên neyînî" tê
pênasekirin. Ev têgih di salên dawî de bûye mijara gelek lêkolînên zanistî û
derûnnasiyê.
Berfirehiya vê têgehê gelek aliyên jiyana mirov digire
nava xwe. Di warê kar de, nûşiyanî tê wateya hêz û şiyana berdewamkirina xebatê
li hember tengasiyan. Di jiyana takekesane de, ew hêz û şiyana berevanî û parastina
tendirustiya derûnî di demên zor û zehmet de ye. Di warê perwerdehiyê de, nûşiyanî
alîkariya xwendekaran dike ku ew ji têkçûnan hîn bibin û berdewam bikin.
Nûşiyanî ne taybetmendiyeke ku tenê hin kes pê re têne
dinyayê ye. Ev yek ji şaşfêmkirinên herî mezin e derbarê vê mijarê de. Lêkolîn
nîşan didin ku nûşiyanî dikare were fêrkirin û geşkirin, mîna masileyekê ku bi
bikaranînê xurt dibe. Herkes dikare bi rêbazên rast û pratîkên berdewam hêz û
şiyana xwe ya nûşiyaniyê xurt bike.
Bingehên Nûşiyana Rojane
Aîdbûn
Aîdbûn yek ji pêwîstiyên bingehîn ên mirov e.
Lêkolînên antropolojîk nîşan didin ku mirovan her tim hewcedarî bi hestkirina
beşekbûna komekê kiriye. Di çarçoveya nûşiyaniyê de, aîdbûn roleke taybet
dilîze. Dema ku mirov xwe aîdî komekê hest dike, ew xwedî çavkaniyên civakî û
hestî ye ku dikarin di demên zor û zehmetiyan de weke piştgiriyê alîkar û xizmet
bikin.
Aîdbûn bi gelek awayan dikare were dîtin: Di nav
malbatê de, di nav civaka kar de, di nav komên dostaniyê de an jî di nav
civakên mezintir de. Her yek ji van têkiliyan toreke ewlehiyê pêk tîne ku mirov
dikare di demên hewcedariyê de li ser bihesibe. Bi taybetî di serdema dîjîtal a
îro de ku gelek takekes xwe tenê hest dikin, aîdbûn hîn watedartir bûye.
Perspektîf
Perspektîf yan jî nêrîn, awayê me yê dîdar û dîtina
cîhanê û rûdanan e. Ev bingeha duyem a nûşiyaniyê bi taybetî girîng e ji ber ku
bandoreke rasterast li ser tevger û biryarên me dike. Perspektîfa me ji ezmûn û
serpêhatiyên me, çanda me, perwerdehiya me û baweriyên me pêk tê.
Di warê nûşiyaniyê de, perspektîfa rast dikare bibe mifte
û kilîta serkeftinê. Bo nimûne, dîtina astengiyekê weke derfeteke hînbûnê, ne weke
têkçûnekê, dikare bibe sedema geşedaneke mezin. Lêkolîn nîşanî me didin ku takekesên
ku dikarin perspektîfa xwe vebiguherin û bi awayekî nû li rewşan binêrin, di
warê nûşiyaniyê de serkeftîtir in.
Pejirandin
Pejirandin û qebûlkirin bingeheke sereke ya nûşiyaniyê
ye ku pirî caran şaş tê fêmkirin. Pejirandin ne teslîmbûn e, lê fêmkirina rewşa
heyî û bikaranîna enerjiyê li cihê rast e. Ev pêngava girîng du beş in: Nas
kirina tiştên ku em dikarin biguherin û qebûl kirina tiştên ku em nikarin
biguherin.
Di warê derûnasiyê de, pejirandin weke gaveke pêwîst a
nûşiyaniyê tê dîtin. Dema ku mirov rewşekê qebûl dike, ew dikare dest bi
çareserkirina pirsgirêkan bike û rêyên pêş de çûyînê bibîne. Berevajî wê, li
dijî rastiyê şerkirin dikare bibe sedema westaneke derûnî û wendakirina
enerjiyê.
Hêvî
Hêvî xaleke navendî ya nûşiyaniyê ye û ji geşbîniya
(optimism) sade (reşûspî) cudatir e. Hêvî baweriyeke çalak e ku tişt dikarin
baştir bibin û ku mirov dikare rolekê di vê pêvajoyê de bilîze. Lêkolînên
zanistî nîşanî me didin ku hêvî bandoreke erênî li ser tendirustiya fizîkî û
derûnî û giyanî dike.
Di rewşên zor û zehmet de, hêvî dibe hêza ku mirov li
ser piyan dihêle. Lê divê were zanîn ku hêvîdarbûn ne tebatîbûn (pasif) e.
Berevajî, ew reftar û tevgereke çalak e ku bi xwe re biryardayîn û çalakiyê
tîne. Kesên bi hêvî ne tenê bawer dikin ku tişt dê baştir bibin, lê herwiha ji
bo vê yekê jî çi deste wan tê dikin.
Kenîn
Kenîn û şahî, herçiqasî carinan weke bingeheke sivik
were dîtin jî di warê nûşiyaniyê de roleke sereke dilîze. Ji aliyê zanistî ve
hatiye îspatkirin ku kenîn bandoreke erênî li ser hormonên mirov, pergala berevaniyê
(îmûnîte) û rewşa derûnî û giyanî dike.
Di rewşên zor û zehmet de, hêz û şiyana dîtina aliyê
ken û kêfê yê jiyanê dikare bibe amrazeke watedar a serîderxistinê. Ken ne tenê
bêhnvedaneke demkî ye, lê herwiha mekanîzmayeke berevanî û xwe-parastinê ye ku
alîkariya mirov dike ku ew ji bin barê giran ê derûnî derkeve û perspektîfeke
nû bi dest bixe.
Encam
Di encamê de, nûşiyanî ne tenê derbarê "xurt
bûn" an "li ber xwe dan"ê ye. Ew hunera adaptebûn, vejîn û geşedanê
ye di rewşên zor û zehmet de. Lêkolînên zanistî nîşanî me didin ku takekesên
xwedî nûşiyaniyeke xurt ne tenê dikarin bi kêşe û pirsgirêkên xwe re baştir
serî derxin, lê herwiha dikarin ji van ezmûn û serpêhatiyan hîn bibin û
berevaniya xwe xurttir bikin.
Dema ku em li dîroka mirovahiyê dinêrin, em dibînin ku
civakên herî serkeftî ew in ku karîne xwe li gorî rewşên nû adapte bikin û ji qrîzan
bi awayekî erênî derkevin. Îro jî di serdema veguherînên bilez de, nûşiyanî
dibe kilîta serkeftinê.
Pênc stûnên ku me li jor behsa wan kir - aîdbûn,
perspektîf, pejirandin, hêvî û kenîn - ne tenê bîrdozî ne, lê rêbazên pratîk in
ku herkes dikare di jiyana xwe de bicih bike. Her yek ji van stûnan bi serê xwe
taybet e, lê dema ku bi hev re têne bikaranîn, ew hêzeke bêhempa didin takekesayetiya
mirov.
Di dawiyê de, divê em bizanibin ku nûşiyanî rêwîtiyeke
berdewam e, ne armanc û meqsedek e. Her roj, her astengî, her têkçûn û her
serkeftin derfeteke nû ye ji bo geşkirina vê hêz û şiyanê. Ya herî girîng ew e
ku mirov dev ji hewldanên xwe bernede û bawer bike ku di hundirê wî/wê de hemû
hêz û şiyanên pêwîst hene.
Çavkanî
Hanley-Dafoe,
R. (2021). Calm within the storm: A pathway to everyday resiliency.
Comments