Skip to main content

Anomî (Civaka Dabeşbûyî/Jihevketî / Anomie – The Fragmented Society)

 

Anomî (anomie), di vê serdema ku medyaya civakî (social media) jiyana me dorpêç kiriye de, çemk û têgeheke bingehîn e ku divê em fêm bikin û tê û pê bigihîjin. Bi kurtasî, anomî tê wateya parçebûyî û jihevketina norm û rêbazên civakî (social norms) û têkçûna têkiliyên di navbera mirovan de. Di encama vê rewşê de, mirov hesta xwebûn û nasnameyê (identity) û aîdiyetê (belonging) winda dikin û xwe ji civakê dûr dixin an dibînin.

Di serdema dîjîtal a îro de, em weke mirovahiyê rastî veguherîneke radîkal (radical transformation) tên ku di dîrokê de mînakên wê pir kêm hatine dîtin. Cihana me êdî ne ew cihana berê ye ku hed û sînorên wê diyar bûn û mirov dikaribû bi hêsanî cihê xwe tê de bibîne. Îro, di nav pêlên bêdawî yên agahiyan de, rastî û nerastî, heqîqet û derew aloz û tevlihev bûne. Her roj, bi hezaran nûçe, wêne û vîdyo ji ekranên me diherikin û her yek ji wan hewl dide ku bala me bikişîne, hiş û mejiyê me dagir bike û nêrîn û perspektîfa me ya li ser cihanê vebiguherîne.

Di vê alozî û tevliheviyê de, derûn(nas)iya civakî (social psychology) û têkiliyên mirovî jî bi awayekî kûr têne veguhertin. Medyaya civakî ku soz û peyman dabû ku dê mirovahiyê bîne cem hev û têkiliyên civakî xurt bike, îro bûye sedema cudabûn û tenêtiyeke (loneliness) kûr. Em di nav torên aşopî (virtual networks) de winda bûne û têkiliyên me yên rasteqîn qels bûne. Her ku diçe em çiqasî "online" dibin, em ewqasî ji hev û ji xwezaya xwe ya mirovî dûr dikevin ango "ofline".

Têgeha anomiyê ku ji aliyê civaknas (sociologist) Émile Durkheim ve hatiye geşkirin, îro wateyeke nû wergirtiye. Ew êdî ne tenê rewşa windabûna hincetên civakî vedibêje, lê di heman demê de dibe nîşana qeyran û qrîzeke kûr a nasnameya global (global identity crisis). Di nav vê qeyran û qrîzê de, nirxên kevneşopî (traditional values) û nûjeniyê (modernity) bi hev re di nav şer û pevçûnê de ne û ev şer û pevçûn bandorê li her qada jiyanê dike.

Teknolojî ku demekê weke amrazê rizgariyê dihat dîtin, îro bûye çavkaniya guman û fikareke mezin. Serdestiya teknolojîk (technological dominance) ne tenê li ser aborî (economy) û siyasetê (politics), lê di heman demê de li ser hişmendiya me ya civakî jî xwe ferz dike. Platformên medyaya civakî algorîtmayên (algorithms) xwe bi kar tînin da ku baldariya me kontrol bikin, hilbijartinên me bi şikil û şemal bikin û bi vî awayî me bikin xulamên pergala xwe an jî pergaleke aşopî.

Di vê rewşê de, têgeha "piştî-rastiyê" (post-truth) derdikeve holê weke nîşana serdemeke nû. Li vir, rastî û nerastî ne ewqasî girîng in; ya girîng ew e ka kî dikare çîroka xwe baştir "bifroşe". Ev rewş bi xwe re qeyran û qrîzeke mezin a baweriyê (trust crisis) tîne. Êdî ne tenê li dezgehên klasîk ên ragihandinê (media institutions), lê li hemû çavkaniyên agahiyê baweriya mirovan qels bûye.

Ev veguherînên kûr bandorê li derûniya civakî jî dikin. Hesta wendabûnê, tenêtiyê û bêhêviyê her ku diçe xurtir dibe. Civak êdî nikare weke berê xwe li dora armancên hevpar kom bike. Her kes ketiye nav lêgerîna nasnameya xwe ya takekesane (individual identity) û ev yek jî dibe sedema dabeşbûn û parçebûneke civakî (social fragmentation) ya kûr.

Di warê felsefî de, ev rewş me dibe ber bi pirsên bingehîn ên derbarê hebûn û nasnameya mirovahiyê de. Gelo em ê çawa bikaribin di nav vê alozî û tevliheviyê de xwe û nirxên xwe biparêzin? Gelo rê heye ku em ji vê qeyran û qrîza global derkevin û têkiliyên xwe yên civakî ji nû ve saz û ava bikin?

Bersiva van pirsan ne hêsan e, lê divê em li ser wan bifikirin, ji ber ku em îro di nav veguherîneke paradîgmatîk de ne. Ev veguherîn bandorê li her aliyê jiyana me dike û me neçar dike ku em ji nû ve li xwe, li civaka xwe û li cihanê binêrin.

Di vê rewşa pêloşkî û krîtîk de, rola rewşenbîr (intellectual) û civaka sivîl (civil society) girîngtir dibe. Divê em fêm û têgihîştineke nû ya felsefeya civakî pêş bixin ku bikaribe bersiva pirs û girêkên serdemê bide. Ev fêm û têgihîştin divê hem nirxên mirovahiyê biparêze, hem jî rê li ber geşedanên teknolojîk negire.

Ji bo vê yekê, pêwîst e ku em ji nû ve li ser çemk û têgehên bingehîn ên weke azadî (freedom), wekhevî (equality), dadperwerî (justice) û berpirsiyariya civakî (social responsibility) bifikirin. Divê em fêm bikin ka di serdema dîjîtal de ev têgeh çi wateyê vedigirin û çawa dikarin bibin bingeha civakeke nû.

Nirxandin

Cihan îro weke giraveke bêparastin a di bin êrîşa candarên efsanewî yên deryayê de diheje û dilerizê. Her roj rûdanên nû yên ku bandorên neyînî li ser civakê dikin, ji qabloyên daneyan (data) ber bi ekranê, ji pîkselan ber bi mejî, ji ramanan ber bi axaftinên rojane ve diherike û qada me ya hevpar a civakî bi mij û moranê dinepixîne.

Di vê serdema nû de, em pê dizanin ku em di rastiyeke cuda de dijîn. Em di nav rastiya piştî-rastiyê de ne, lê mixabin em xwe ji amûrên felsefî yên ku dikarin vê rewşê rast fêm bikin û tê û pêbigihêjin bêpar dihêlin an jî dibînin. Herçiqasî em bi pergala jiyana nûjen a aloz re di nav têkiliyê de bin jî em nikarin xwe ji hesta kêmasiyê ya ku her diçe mezin dibe, rizgar bikin.

Li hemberî teknolojiya ku ji bingeha nûjenîzmê ber bi avakirina cihaneke aşopî (virtual) ve bilind dibe, em weke takekesan xwe biçûk û bêhêz hîs dikin. Ev rastî, herçiqasî me aciz û rageş bike jî divê em qebûl bikin ku ev rewş bandoreke giran li ser civakê dike û dihêle.

Dema em bi çavekî rexnegir li rewşa îro dinêrin, em dibînin ku anomî ne tenê rewşeke derbasbûyî ye, lê belê rewşeke bingehîn û binyadî (structural) ye ku bandoreke kûr û zêde li ser civakê dike. Di vê çarçoveyê de divê em bala xwe bidin ser wan diyardeyên civakî yên ku em îro pê re rû bi rû ne. Ev diyarde, herçiqasî ji hev cuda xuya bikin jî di rastiyê de bi hev re girêdayî ne û rewşa anomiyê derdixin holê.

Di vê serdema ku nirxên kevneşopî têk diçin û nirxên nû hê bi têkûzî û temamî cih negirtine, mirov xwe di nav valahiyeke (void) mezin de hest dikin û dibînin. Ev valahî dibe sedema şaşwazî, stres û depresyonê. Herwiha ev rewş dibe sedema ku mirov nikaribin bi hev re têkiliyên xurt ava bikin û hesta civakîbûnê lawaz dibe.

Encam

Di encamê de, divê em qebûl bikin ku em di nav qonaxeke dîrokî ya girîng de ne. Ev qonax dê yan bibe destpêka serdemeke nû ya ronahiyê, yan jî me ber bi tarîtiyeke kûr û dûr ve bibe. Ya girîng ew e ku em vê rewşê baş fêm bikin û li gorî wê tevbigerin. Divê em hem li ser pirs û girêkan bifikirin, hem jî li rêyên çareseriyê bigerin.

Ji ber ku îro êdî ne tenê pirs û girêkên herêmî (local), lê pirs û girêkên global in ku em pê re rû bi rû ne. Ev yek jî nîşanî me dide ku divê em weke "gundê global" (global village) bi hev re li çareseriyê bigerin. Tenê bi vî awayî em ê bikaribin ji vê qeyran û qrîza kûr derkevin û siberojeke baştir ava bikin.

Lêbelê, weke ku di sedsala 18em de jî hatiye dîtin, dibe ku ev rewşa aloz a civakî, di encamê de rê li ber veguherîneke erênî veke. Di wê demê de jî hem şoreşa pîşesaziyê (industrial revolution) û geşedanên teknolojîk hebûn, hem jî qeyraneke civakî ya kûr hebû. Li aliyekî şikoya şoreşa pîşesaziyê hebû, li aliyê din rewşa xizanî ya weke ya Oliver Twist hebû.

Di dawiyê de, divê em vê yekê jî bibîr bînin ku civak xwedî hêz û şiyana xwe-sererastkirinê (self-correction) ye. Herçiqasî em îro di nav qirîz û qeyraneke kûr de bin jî dibe ku ev qirîz û qeyran bibe destpêka qonaxeke nû ya ku tê de teknolojî û civak dikarin bi hev re bi awayekî harmonîk bijîn û bimeşin. Belkî jî em ê bikaribin di navbera geşedana teknolojîk û jiyana civakî de hevsengiyeke nû ava û saz bikin, weke ku di sedsala 18em de hatibû çêkirin.

Çavkanî

https://www.britannica.com/topic/anomie

 

Comments

Popular posts from this blog

BI NÊRÎNEKE DERÛNKOLERÎ XEWN

Destpêk Xewn ji wan hêman û diyardeyên mirovî ye ku ji dêrîn ve balê dikişîne ser xwe û bûye mijara gelek zanist û zanyariyên li ser mirov, ji ol û mîtolojiyê bigire heta civaknasî, stêrknasî û derûnnasiyê. Her yek ji van waran li gorî binge û çarçoveya xwe ya têgihiştinê xwe nêzî xewnê kiriye û li gorî wê jî wateyek û şîroveyek jê derxistiye. Di gelek civakên olî de xewn weke amraza ragihandinê ya di navbera mirov û hêza pîroz de tê dîtin û takekes li gorî tiştên ku di xewna xwe de dibîne, jiyana xwe ya rojane ava dike an biryaran digire. Lêbelê armanca vê nivîsê ne ew e ku em her yek ji van nêrînan bidin ber hev, lê belê em ê tenê li ser aliyê wê yê derûnî bisekinin, bi taybetî li gorî bîrdoziya derûnkoleriyê (psychoanalysis) , ya ku Sigmund Freud avakerê wê ye û ji bo têgihiştina mirov û giyanê wî pêşkeşî zanistê kiriye. Xewn û Cih û Warê Wê di Nav Bîrdoziya Freud de Li gorî bîrdoziya derûnkoleriyê, di nav xewnê de rêç û şopên qonaxên pêşî yên jiyana zarokatiyê hene, ji ber vê...

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...