Em di serdemeke wisa de dijîn ku têkiliyên hêzê êdî bi çekan bi tenê nayên birêvebirin; ew di ziman, di medya, di dîjîtaliyê û di jiyana rojane de, bi awayekî nazdar lê domdar, xwe ji nû ve ava û saz dikin. Ji ber vê yekê pirsên derûnnasiyê yên li ser bindestî, ziman û xwebûnê (self), ne pirsên dîroka dûr in — ew pirsên vê saetê ne. Gelên ku ziman û çanda xwe di ber destên serdestan de winda dikin, êdî ne tenê di şer û pevçûnan de, lê di dibistanan, di malperên civakî û di serdema aşopî (virtual) de jî vê windabûnê dijîn.
Herçend em
bi gelemperî ziman weke amûrekî ragihandinê bibînin jî rastiya kûrtir ev e:
mirov ziman bikar nayine — ziman mirov bikar tîne. Xwebûn ne tiştekî amade ye
ku berî zimên hebe; ew di nava axaftinê, di nava têkiliya bi yê-din (the other)
re, tê afirandin û ji nû ve tê honandin. Zimanê dayikê, bingeha derhişiyê
(unconscious) ye; ew cihê ku xewn, tirs, hezkirin û hêrsên mirov lê dijîn. Ji
ber vê yekê, sînorên zimanê mirov, sînorên cîhana wî/wê ne.
Ev rastî di
roja me de wateyeke taybet distîne: dema ziman di bin zextê de be — bi qedexekirinê,
bi şermezarkirinê an jî bi teqlîdkirina bêhemdî ya zimanê serdest — ne tenê
danûstandin asê dibe, xwebûn bi xwe jî dest bi perçebûna xwe dike. Zarokên ku
di navbera du zimanan de mezin dibin, di navbera du xwebûnan de jî mezin dibin;
û ev ducemserî (dualîte), heke neyê fêmkirin, dibe kaniya gelek nakokiyên
derûnî yên nifşên nû.
Hişmendî
(consciousness) giravek biçûk e di nav deryaya berfireh a derhişiyê
(unconscious) de. Ya rastîn a mirov ne tenê ew tişt e ku ew jê haydar e; ew her
wiha di tepisandinê (repression) de jî ye — di wan hest û bîrên ku bi salan
hatine bêdengkirin de. Tepisandin ji bîrkirin nîne; ew veşartina bi hêz e.
Tiştê ku tê tepisandin wenda nabe, tenê şiklê xwe diguherîne û di xewnan, di
hilbijartinên rojane, di hêrs û hezkirinên nediyar de vedigere — ev e
"vegera yê tepisandî."
Di vê
serdemê de ku em bi zû zûka rûdanan ji bîr dikin an jî wan di binê pêlên
nûçeyan de vedişêrin, ev prensîb bêtir watedar dibe: trawmaya neqedandî, careke
din, di şiklekî din de, dê xwe nîşan bide. Ne rûdan bi xwe, lê awayê ku em wê
fikirîne û şîrove dikin e ku me vediguherîne.
Bindestî ne
tenê rewşeke aborî û siyasî ye; ew avahiyeke derûnî ye ku di ziman û nasnameya
bindest de tê hilanîn û normalîzekirin. Hêza rastîn a serdestiyê ne di destê
serdest de ye — ew di derhişiya bindestan de ye ku wê pejirandiye. Serdest her
tim li neynikê digere da ku wêneyê xwe yê mezin bibîne; loma bindestan dike
neynik. Bi demê re, mirovê bindest hîn dibe ku bi çavê serdestê xwe li
"xwe" binêre.
Ev şîkar îro
jî di forma "standarda gerdûnî" ya çand û zimanên serdest de, xwe
dubare dike: teqlîdkirina awayekî jiyanê weke geşepêdanê tê dîtin, di heman
demê de çand û zimanên xwecihî weke "kevneperest" an
"paşverû" tê nîşandan. Ev ne raste; ev, di eslê xwe de, dubarekirina
heman mekanîzma kevnare ya bindestiyê ye, tenê bi cilên nûjen.
Ji tirsa
înkar û redkirinê, mirov gelek caran xwebûneke sexte (false self) ava dike da
ku xwebûna rastîn (true self) biparêze. Ev maske dikare demeke dirêj bixebite,
lê her ku diçe mirov ji xwe dûr dixe. Durûtî jî ji vê cihê tê: dema mirov
nikare hestên xwe rasterast bibêje, ew wan bi "xwewekdîtina
rengvedanê" (projective identification) davêje ser yê-din. Ji ber vê yekê,
li pişt her xwe-mezinkirin û pesnê zêde, gelek caran birîneke kûr a şermê
(shame) veşartî ye.
Xwebûna
rastîn tenê dema mirov xwe di cihekî ewle de hîs dike, xuya dibe. Hevdilî
(empathy) ne tenê hunerek e — ew pêwendiya bingehîn a mirovan e, şerta pêşî ya
ku mirov karibe bêyî tirsa înkarê xwe bide der.
Yek ji cihên
herî kûr ên ku ev şîkar tê de dijî, têkiliya di navbera bav û zarok de ye. Bav
ne tenê malê xwe weke mîrat dihêle; bêdengî, tirs û hêviyên xwe yên negotî jî
weke mîrat dihêle. Li cihê ku bav lê bêdeng dimîne, derhişiya law dest bi
axaftinê dike. Ev ne tenê meseleyeke malbatî ye; ew mînakeke biçûk a wê
pêvajoya mezin e ku bi çi awayî nifşên nû, bêyî ku pê bihesin, dibin barhilgirê
trawma û bêdengiya nifşên berê.
Trawma ne
rûdanek e ku carekê qewimî û qediya; ew avahiyek e ku di zimanê rojane de dijî
û bêhna xwe distîne. Bîra trawmatîk ne weke çîrokekê tê hilanîn — ew weke
hestekî tê bendkirin, di laş de dimîne, heya ku dengekî ewle û şahidekî pê
bawer bibîne. Ji ber vê yekê, çareseriya trawmayê bi kincên xelkê nayê kirin;
divê mirov bi awayê xwe yê resen, bi zimanê xwe, şîna xwe bigire û sersaxiyê
qebûl bike.
Huner ne
berhema jîriyê ye — berhema birînê ye. Berzkirin (sublimation) veguheztina
xwestekên xam û bindest e bo forman şênber û afirêner. Lê divê em ji bîr nekin:
di binê her berzkirinê de, tiştek têye veşartin. Ev ne tê wê wateyê ku
afirandin ne rast e; berevajî, ew nîşan dide ku huner bi xwe rêyeke saxlem e ji
bo ku mirov derdê xwe bike derbirîn, li şûna ku wê bihêle bibe nexweşiyeke
bêdeng.
Di navbera
van hemû rehendan de, mijareke din jî cih digire: rêbertî. Serok ji bo miletê
xwe ye, ne millet ji bo serok. Rêberê rastîn weke şivan e — li pişt keriyê xwe
disekine da ku gur wan nexwin, ne li pêşiya wan da ku bêtir bê dîtin. Ev
prensîb, di her asta jiyanê de — malbat, dibistan, dezgeh, welat — heman e:
rêberiya rastîn xizmetê dike, ne desthilatiyê.
Rizgarî ne
guherîna cihê zincîran e; ew naskirina zincîran bixwe ye. Mirovê bindest bi
amûrên serdestê xwe nikare "xwe" azad bike. Rêya rastîn a azadiyê bi
xwenasînê (self-cognition) dest pê dike: divê mirov pêşî derhişiya xwe hişyar û
hişmend bike, li zimanê xwe, li koka xwe vegere — ne weke paşverûçûnekê, lê weke
bingehekê ku li ser wê xwebûneke nû, ya rastîn, were avakirin.
Azadî ne
tenê mafek e; berpirsiyariyek e jî. Ew bi zanînê dest pê dike, ne bi înkar û
revê. Wêrekiya herî mezin ew e ku meriv bi "xwe" re rast be — û ev
wêrekî, di roja me de, ne kêmtir ji roja duh pêwîst e.
Ziman,
xwebûn, bindestî û trawma, ne mijarên veqetandî ne; ew hemû rehendên heman
pêvajoya derûnî û civakî ne. Di serdemeke ku hêz bi awayên nazdar, dîjîtal û
çandî xwe nûdike de, naskirina van şîkaran ne lûks e — pêwîstiyek e. Rizgarî li
derveyî me nayê dîtin; ew di wê kêliyê de dest pê dike ku mirov, cara ewil, bi
çavê xwe, ne bi çavê serdestê xwe, li "xwe" dinêre.
Comments
Post a Comment