Destpêk
Derûn (psyche) û giyana (soul) mirov ne ser-bi-‘xwe’ ne; têkiliyên dilxwaz û hişmend her tim vediguherin raspardeyên derhişî (unconscious mandates) yên ku dikarin bibin çavkaniya nexweşiyê. Bi hişmendkirina (making conscious) û bi bercestekirina (embodiment) derhişiyê, cihanbîniya derûnî dibe pîvana kamilbûn û serkeftina derûnnasiyê (psychology). Ev raspardeyiya derhişî — hingê ku vediguhere hişmendiyê û berzkirina (sublimation) derûnê — di deqên hunerê de xwe dide der û bi vî awayî jîngeha derûn û giyanê geş dike.
Desthilatdariya derûn(nas)iyê bi pêşketinên civakî, geşedanên aborî, cihanbîniya derûnî û giyanî, perwerde, zanist û bi taybetî bi veguherîna paşxaneya derhişiyê ve girêdayî ye; çemka şaristaniya derûnî û civakî hemû van veguherînan di xwebûniya xwe de li ‘xwe’ vedigire. Destpêka vê veguherînê bi hişmendiya derhişiyê tê teyisandin (verified): ew cihê şîndewsê (renewal) ye, warê ku helsûkewtên derûnê yên berteng berfereh dike.
Ji ber qelsbûna derûna bindestan (the oppressed), hêz û hejmûna derûna serdestan (the dominant) wan neçar dike ku qibleya xwe ya çandî, derûnî û zimanî biguherînin, teqlîdê (imitation) çand û derûna serdest bikin û wê weke pêşketinekê bibînin; bi qewîn û palpiştiya (mutual reinforcement) van şîkar û dînamîkan, serdest jîngeha xwe ya serdestiyê her berz û qewîntir dikin. Loma bindest her dibin karîger û dûajoyên (extensions) vê derûna serdest in. Serdest her dixwazin derûna xwecihî û xwemalî bi tevahî hilweşînin û di dewsê de bindestan bikin barhilgirê derûneke mişextî (exiled) û merezî û ji xwebûna xwe biyanî (alienated); ji ber vê yekê her dengên hişmend û hişyar tên bêdengkirin, da ku ti seqamgiriya (stability) jiyanî, civakî û derûnî nemîne. Ji vê rewşê tê kifşkirin ku nikare meriv rewşa bindestan a derûnî, civakî, siyasî û hunerî ji hev cihê bike — hemû geşepêdanên derûnî û civakî xwe dispêrin şîkar û dînamîkên siyasî û derûncivakî.
Ji-Xwe-Hayîbûn û Xwebûn di Serdema Aşopî de
Bidaûdezgehkirina (institutionalization) rewşa derûnî bi pêgihandina ji-xwe-hayîbûnê (self-awareness) dest pê dike: dananiya (attribution) xwebûnê (self) bo hebûnê (being) bixwe ye. Di vê serdema aşopî (virtual) de, xwebûna mirov di bin karîgeriya derûna zal û zilhêz de dimîne. Takekesên ku ji bîra xwe ya derûnî û giyanî qut dibin, di binê karîgeriya propagandaya dem û dezgehên xelkên zal de, hiş, binhiş û derhişiya wan li ser hebûn û xwebûna yê-Din (the Other) tê teşedan.
Dilxweşkariya derûnî, giyanî û civakî tenê di siruşt û xwezaya hebûn û xwebûnê de pêkan e. Bidawîlêhatina xwebûna rasteqîn (authentic self) barê guvaşê li ser rewşa derûnî û civakî giran dike û riwangeha hişmendiyê teng û asê dike. Xwebûna sexte anku derewîn (false self) semptomên kêşeyên derûnî û civakî zêde dike, çimkî kesayetî di riwangeha xwebûna rasteqîn de tê afirandin; ev hebûna li ser bingeha derewîn ava bûye, rê ber gelek bêpergaliyên derûnî û civakî vedike, ji ber ku rêgiriyên xwebûna rastî pir dibin û derûn tîkîtenê û goşegîr (isolated) dimîne. Berevajî vê, dema mirov li gorî xweza û siruşta xwe ya derûnî û civakî tevbigere, dikare zîl bide û dahênaneke berbiçav biafirîne.
Peywendiya di navbera rewşa derûnî, civakî û zindeweriyê de li asteke bilind bi hev ve girêdayî ye; ev her sê bizavên mezin qada damezrandina jîngeheke aram in. Di encama têkiliyeke baş de aramgeha derûncivakî (psychosocial equilibrium) peyda dibe û kesayetî digihîje lûtkeya xwe ya diyarkirî, ji derûna goşegîr rizgar dibe û mirov dibe daner (creator) ê ezî û xwebûna xwe — ango ducemseriya (duality) xwebûnî ya di navbera sexte û rastîn de, ber bi yekcemseriya (unity) rasteqîn ve diçe.
Ziman weke Mala Xwebûnê
Ziman (language), cihê ku xwebûn (self) lê tê avakirin e; mirov ne tenê ziman bikar tîne, lê ziman bixwe mirov bikar tîne. Ziman ne amûrek (tool) e, mala mirov e; ne tebat (stasis) e, lebat (movement) e. Sînorên zimanê mirov, sînorên dinyaya mirov in. Kirde (subject) li ziman miqate nabe — ew di nav zimên de ji dayik dibe û ji aliyê zimên ve tê avakirin. 'Hiş'mendiya mirov li ser zimên hatiye sazkirin; weke zimanekî hatiye avakirin û derhişî (unconscious) jî bi heman awayî weke zimanekî tê teşkîl û teşe kirin.
Xwebûn, ne tiştekî têkûz û yekrêzîk e; ew bi axaftin û derbirînê xwe ji nû ve çê û saz dike. Mirov nasnameya (identity) xwe di ziman de nas dike û bi wendakirina zimanê xwe dibe mîna heyberekê (object). Ji ber vê yekê, kî zimanê te kontrol bike, ew ramana te kontrol dike; ziman çeka herî xurt a li dijî kolonyalîzmê ye û bi heman rengî dikare bibe amûra herî bihêz a bindestkirinê. Mirovê ku zimanê xwe di guhê xwe de kerr bike, wê xwe û xwebûna xwe lal bike; lê derbirîna mirov a rasteqîn, bi zimanê dayikê (mother tongue) çêdibe, çimkî derhişiya mirov li ser zimanê dayikê hatiye ava kirin.
Ziman, ne tenê dengê fikr û ramanê ye; ew bi heman demê re bîra neteweyî û pira derhişiya hevpar (collective unconscious) e — arketîp û sembolên hevbeş, wateyê didin jiyanê û kûrahiya nedîtî ya hebûnê radixin ber çavan. Loma serdest, bi darê zorê an bi awayên din, ji bindestan dixwazin dev ji zimanê xwe berdin: devjêberdana ziman û çandê, di hiş û mejiyê bindest de ducemseriyeke derûnî û civakî (psychosocial duality) çêdike û ev jî riya berawirdkirina pergalên siyasî û civakî vedike — ku tê de reşbîniyeke tîrûtarî li bindestan û geşbîniyeke bihiştî li serdestan tê berçavkirin.
Hişmendî, Binhişî û Derhişî
Hişmendî (consciousness) tenê giravek biçûk e di nav deryaya mezin a derhişiyê (unconscious) de; derhişî pir mezintir e ji hişmendiyê û ne tenê mexzeneke (repository) tiştên veşartî ye, lê çavkaniya afirandinê ye jî. Binhişî (subconscious) jî weke deriyê di navbera hişmendî û derhişiyê de tê fêm kirin, her çend di navbera van herduyan de ne deriyek rasteqîn, lê tepisandin (repression) û astengî hebin. Şoreşa rastîn ne di hişmendiyê de ye — di derhişiyê de ye; jiyana mirov, bi rastî jî têkoşîneke berdewam e di navbera hişmendî û derhişiyê de ye.
Tepisandin (repression) ne jibîrkirin e; ew veşartina bihêz a tiştê ku hiş û aqil nikare ragire û bîne ser zimên. Tiştê em jê direvin, bi awayekî din vedigere ser derûna me — ev vegera yê tepisandî (return of the repressed) ye; tepisandin heyber û tiştan wenda nake, tenê wan vedişêre. Ta ku derhişiya mirov neyê hişyarkirin û hişmendkirin, ew ê jiyana wî/wê birêve bibe û mirov ê her behsa 'şens û qeder'ê bike — çimkî hişmendî ji derhişiyê derdikeve, ne berevajî wê.
Xwebûna Rastîn û Xwebûna Sexte
Li gorî fêm û têgihiştina Winnicott a derûnkolerî/psîkanalîzê, xwebûna rastîn (true self) tenê dema mirov 'xwe' di ewlehiyê de hest dike, xwe xûyanî dike û bi pejirandinê (acceptance) geş dibe. Xwebûna sexte (false self) berevajî vê, ji ber tirsa înkarê û ji ber hewcedariyên derxweyî (derveyî) yên ku xwebûna rasteqîn asteng dikin, weke mekanîzmeke berevaniyê (defense mechanism) çêdibe. Durûtî (hypocrisy) bi vî awayî, encama 'birînên narsîsîstîk' (narcissistic wounds) e: mirov dema rêzgirtina xwebûna xwe (self-esteem) winda dike û rêyeke din nabîne, dev ji xwebûna xwe ya rastîn berdide.
Di binê her xwe-mezinkirin û xwe-berzkirinê (grandiosity/sublimation) de, qirêjî û gemarî veşartî ye; her qure û pozbilind di dilê xwe de birîneke kûr a bindestiyê hildigire. Xwe-pesinkirin, di rastiyê de tepisandineke (repression) din e. Narsîsîzm (narcissism) bi vî awayî ne evîna xwebixwe ye — ew tirsa rûbirûbûna bi xwebûna xwe ye, loma meriv her dem li neynikê digere da ku wêneyekî mezin ê xwebûna xwe bibîne.
Trawma û Bîra Laş
Trawma (trauma), ne tenê rûdanek e — ew avahiyek e (a structure) ku di zimanê rojane de dijî û bêhnê distîne. Trawma kesayetiyê perçe dike; perçeyek wê/wî di kêliya trawmayê de dimîne û laş, heya dengekî ewle û dilovan nebihîze, di nava xubara (fog) trawmayê de dimîne. Bîra trawmatîk ne vegotin e; ew dûbareveji-yîn (re-living) e. Di trawmayê de bîr nayê jibîrkirin — ew di hişê laş (body-mind) de dijî, bê dem û cih her xwe ji nû ve dûbare dike.
Trawmaya kolonyal (colonial trauma) bi taybetî mînakek diyar a vê rewşê ye: ew ne tenê rûdanek dîrokî ye, ew di zimanê rojane, di hiş û di laş de dijî. Ji ber vê yekê, êş, mirov nexweş naxe — bersiva êşê mirov nexweş dixe; loma pirsa rastîn ne 'te çi kir?' e, lê 'çi hat serê te?' e.
Kolonyalîzm, Serdestî û Bindestî
Kolonyalîzm (colonialism) ne tenê axa bindestan dagir dike — hiş û aqilê bindestan jî dagir dike; derûn û giyana mirov ji nû ve tê şekilandin. Nasnameya kolonyalîzmê, derûna mirov bindest dike; mirov berî her tiştî zimanê li dijî xwebûna xwe fêr dibe. Bindest, biteqlîdkirina (imitation) serdestên xwe, ji xwe re xwebûneke sexte ava dike, ji bo ku bijî — ev jî xwe-biçûkxistineke (self-diminishment) taybet a bindestan e; bindest, li şûna têkoşînê ji bo azadiyê, xwe ji bo serdestên xwe dixemilîne.
Bêhesabdayîna vê rewşê, mirovên bindest serî li mekanîzmayên derûnî (psychological mechanisms) yên din jî didin, weke mînak xwe-mezinkirin an xwe-xwedayîkirin (grandiosity): ew xwe weke xwedayekî dibînin, xwedî dilovanî ne li hemberî serdestên xwe û wan ên mîna xwe, lê xwedî xezebeke bêrehm in li hemberî bindestên din ên mîna xwe — çimkî rewşa wan a teres û rezîl bîraniyên trawmatîk zindî dike. Serdest, bindestan ne weke kirde (subject) lê weke heyber (object) dibîne; loma bindest jî hîn dibe ku bi çavê serdestê xwe li 'xwe' binêre. Hêza rastîn a serdestiyê ne tenê di destê serdest de ye — ew di derhişiya bindestan de ye ku bi pejirandin û navxweyîkirina (internalization) wê hêzê, ew bixwe wê diparêzin û didomînin.
Rizgarî, ne guherîna cihê zincîran e; naskirina zincîran bixwe ye. Mirovê bindest nikare bi amûrên serdestên xwe, 'xwe' azad bike; divê ew berî her tiştî derhişiya (unconscious) xwe nas bike, hingê dikare xwebûna xwe jî nas bike.
Zarokatî, Lîstik û Têkiliya Bav-Kur
Zarok, bavê ramana mirovan e: lîstikên zarokan ne bêwate ne, ew xebata wan a herî rastgo ye. Zarok, di binê siya derhişiya (unconscious) dêûbavên xwe de dijîn; her ku em ji zaroktiya xwe direvin, ew di xewnên me de xuya dibe. Neynik (mirror), ji bo geşedana xwebûnê pêwîst e — mirov bi çavên Yê-Din tê avakirin û carinan di wan çavan de winda dibe.
Têkiliya di navbera bav û law de bi taybetî girîng e di vê pêvajoya avabûna derhişiyê de: bavek ne tenê malê xwe dihêle; bêdengî, tirs, rageşî û hêviyên xwe jî weke mîrat dihêle. Li cihê ku bav lê bêdeng dimîne, derhişiya law dest bi axaftinê dike. Law, pêşî di bin siya bavê xwe de mezin dibe, paşê hîn dibe ku bi wê siyê re biaxive — û ev axaftin, gava trawmatîk be, dibe şerekî navxweyîn (hundirîn).
Şîn, Malxulyanî û Windabûn
Şînî (mourning) û malxulyanî an reşgirêdan (melancholia) ji hev cuda ne: şîn şûneke diyar dizane, lê malxulyanî şînek e ku şûna wê nenas dimîne — mirov dizane ku tiştek (heyber) winda bûye, lê nizane ew çi ye. Nebûnî karesat e, hebûnî şadbûn e; lê belê şîn û şayî bira ne, ji ber ku her yek bêyî ya din nayê fêmkirin. Gul heye, gulan winda dike; kul heye, kulan winda dike.
Azadî, Hebûn û Berpirsiyarî
Azadî (freedom) tenê mafek nîne, berpirsiyariyek e jî. Azadiya mirov bi zanînê dest pê dike; mirovê nezan azad nabe. Mirov ne bi siruşt û xwezaya xwe mirov e, bi derûn û giyana xwe mirov e; şaristaniya rastîn, ew e ku kesayetiya mirovan bipêşxe, ne ku wan tune bike. Azadî mîna zaroktiyê ye — ew bi êşê tê; her tiştê mirov dikare jê were stendin, lê kes nikare azadiya wî/wê ya hilbijartinê jê bistîne.
Rageşiya hebûniyê (existential anxiety) ji zanîna mirina me tê; lê mirin ew e ku wateya jiyanê têr û tîjî dike, ne ew ku wê tune û winda dike. Mirov mehkûmê azadiyê ye — kesayetiya wî/wê bi xwe dibe zindana wî/wê, heta ku ew derhişiya xwe nas bike û bi wê re li hev were. Wêrekiya herî mezin ew e ku meriv bi 'xwe' re rast be; xwe-nasîn, destpêka şehrezayiyê ye û tenê bi xwenasînê re azadî pêkan dibe.
Rêberî û Berpirsiyariya Civakî
Ji perspektîfa derûncivakî, rêbertî (leadership) jî bi heman prensîban ve girêdayî ye: rêbertî vedîtin û berpirsiyarî ye, ne desthilatdarî. Serok ji bo miletê xwe ye, ne millet ji bo serok e; rêberê baş ê ku bibe hêviya gelê xwe, pêşî divê serê xwe ji zincîra bindestiyê ya derûnî azad bike. Ancax rêberek ku xwebûna xwe nas dike, dikare rê li ber azadiya yên-din veke — çimkî mirovê ku hîn di bin siya derhişiya xwe ya bindestiyê de ye, nikare rê nîşanî yên-din bide.
Encam
Xwebûn (self), ne diyardeyeke sabît an jixweber e; ew bi ziman, bi têkiliya bi yê-Din re û bi têkoşîna berdewam a di navbera hişmendî û derhişiyê de tê avakirin û ji nû ve tê saz kirin. Bindestî û trawma, bi taybetî trawmaya kolonyal, vê pêvajoyê asteng dikin û xwebûneke sexte li şûna ya rastîn datînin. Lêbelê, riya derketinê jî di heman qadê de ye: bi hişmendkirina derhişiyê, bi naskirina zimên weke mala xwebûnê û bi wêrekiya rûbirûbûna trawma û tirsan, mirov dikare ji zincîrên xwe yên derûnî rizgar bibe û ber bi xwebûneke yekgirtî (integrated self) û azad ve biçe.
Têgehên Sereke
Derûn (psyche) Tevahiya jiyana navxweyîn (hundirîn) a mirov e — hest, raman, bîr û daxwazên wî/wê; giştîtir e ji 'aqil' bi tenê û hem qada hişmendî hem jî ya derhişî digire nava xwebûna xwe.
Giyan (soul/anima) Aliyê hundirîn ê hebûna mirov e ku bi rêya wê mirov xwe wek hebûneke watedar û bi kok hîs dike.
Xwebûn (self) Tevahiya derûn û giyana mirov e ku hem hişmendî hem derhişiyê vedigire; ne heyberek sabît e, lê pêvajoyeke ku bi ziman û bi têkiliya bi Yê-Din re tê avakirin.
Hişmendî (consciousness) Beşa derûnê ya ku mirov di kêliya niha de haydarê wê ye — hest, raman û têgihiştinên ku mirov dikare rasterast bide ziman
Binhişî (subconscious) Qada di navbera hişmendî û derhişiyê de ye ku hin bîr û hest kêm-zêde nêzî hişmendiyê ne û bi hewldanekê dikarin werin bîranîn.
Derhişî (unconscious) Beşa mezintir a derûnê ya ku ji hişmendiya rasterast veşartî ye; xwezaya arezû, tirs û bîrên tepisandî lê ne û bandorê li ramîn û tevgerê dike bêyî ku mirov haydar be.
Tepisandin (repression) Mekanîzmayeke berevaniyê ku tê de mirov hest, bîr an daxwazên rageş ji hişmendiya xwe dûr dixe û wan dişîne nava derhişiyê; tepisandin tiştan wenda nake, tenê wan vedişêre.
Berzkirin (sublimation) Veguheztina arezû û xwestekên xam û bindest bo çalakiyên civakî yên pejirandî, weke huner an xebat.
Mekanîzmayên Berevaniyê (defense mechanisms) Awayên hişmend an ne-hişmend ên ku ezî pê xwe ji rageşî û êşê diparêze — weke tepisandin, berzkirin, xwe-mezinkirin û înkar.
Xwebûna Rastîn (true self) Li gorî Winnicott, aliyê xwezayî û xweser ê mirov ku dema mirov xwe di ewlehiyê de hîs dike, bi rehetî xwe dide der.
Xwebûna Sexte (false self) Maskeyeke parastinê ku li ser bingeha tirs an hewcedariyên derveyî tê avakirin da ku xwebûna rastîn were parastin; bikaranîna dûvedirêj a wê dibe sedema kêşeyên derûnî.
Narsîsîzm (narcissism) Ne evîna xwebixwe ya sade ye, lê tirsa rûbirûbûna bi xwebûna rastîn e; kesê narsîsîst her li neynikê digere da ku wêneyekî mezinkirî yê xwe bibîne.
Trawma (trauma) Ezmûneke giran a ku ji hêza xwe ya ragirtinê zêdetir e û ku di laş û derhişiya mirov de dişopîne — carinan bêyî ku bi rêya ziman were vegotin.
Trawmaya Kolonyal (colonial trauma) Trawmayeke ne takekesane bi tenê ye, lê ya ku ji nifşekî derbasî yê din dibe û di zimanê rojane, hiş û laşê civakê de didome.
Kirde û Heyber (subject and object) Di têkiliya di navbera mirovan de, kirde ew e ku li gorî xwe tevdigere û biryaran dide; heyber ew e ku tenê ji aliyê yekî din ve tê nirxandin an bikaranîn — bindestî pêvajoya kirdebûnê vediguherîne heyberbûnê.
Xwewekdîtin (identification) Pêvajoyeke derhişî ku tê de mirov taybetmendiyên kesekî din (bi taybetî yê xwedî hêz) digire ser xwe, carinan da ku bi wî/wê re tevlihev bibe û ji êşa cudabûnê xelas bibe.
Malxulyanî / Reşgirêdan (melancholia) Şîneke ku şûna wê nediyar dimîne — mirov hîs dike tiştek winda bûye, lê nizane bi rastî çi ye; ji şîna sade cudatir e, ku tê de mirov dizane çi winda bûye.
Rageşiya Hebûniyê (existential anxiety) Fikareke bingehîn a ku ji zanîna sînordarbûn û mirina mirov tê û ku her tim li paş biryar û tevgerên mirovî radiweste.
Hevdilî (empathy) Şiyana têgihiştin û hîskirina cîhana hundirîn a kesekî din, bêyî wendakirina sînorên xwebûna xwe; di derûnterapiyê de weke amûra sereke ya veguherînê tê dîtin.
Çavkanî
Bandura, A. (1977). Social learning theory. Prentice-Hall.
Erikson, E. H. (1968). Identity: Youth and crisis. W. W. Norton & Company.
Fanon, F. (1952). Black skin, white masks
Frankl, V. E. (1946). Man's search for meaning
Freud, S. (1957). Mourning and melancholia
Fromm, E. (1941). Escape from freedom
Jung, C. G. (1968). The archetypes and the collective unconscious
Winnicott, D. W. (1965). Ego distortion in terms of true and false self
Comments
Post a Comment