Gelek takekes, sazî, rojname û malpêr, dema ku hem bi zimanekî din û hem jî bi kurdî dinivîsin, zimanê xelkê (yê-din) di rêza pêşîn de datînin û zimanê xwe li dawiyê dinivîsin / dihêlin. Weke mînak, meriv rêzeke weke îngilîzî–erebî–kurdî an jî îngilîzî–tirkî–kurdî pirî caran dibîne. Li gorî sepanên din ên dinyayê ku bi gelemperî zimanê xwe yê neteweyî di rêza pêşîn de datînin, ev pratîkeke balkêş û ecêb e. Di bin ronahiya teoriyên Sigmund Freud û Jacques Lacan de ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê herwiha bingeha ku li ser wê kirdebûn (subjectivity) û arezûya (desire) mirov ava dibe.
Zimanê
dayikê (mother tongue) hilgirê barê hestiyariya herî giran û rageş e: trawmayên
zarokatiyê, tepisandin û tawanên dêûbavan, rageşî û tirs û şermên pêşîn, tev di
zimanê dayikê de tên hilanîn û vejîn. Ji ber vê yekê, derbaskirina zimanekî din
ji mirov re dibe fersendeke ku ji vê rageşî û giraniyê birevin/xelas bibin.
Gotinek tûj
an jî mijarek tabû, dema ku bi zimanekî biyanî tê gotin, di derhişiyê (unconscious)
de weke ku bi zimanê dayikê hatibe gotin hesta tawan û gunehkariyê (guilt)
çênake. Ji ber vê sedemê, mirov zimanê biyanî weke "herêmeke tampon a
hestiyarî" (emotional buffer zone) bi kar tîne ku vê yekê Freud weke
mekanîzmayeke berevaniyê ya derûn û psîşeyê dinirxîne —tepisandin (repression)
hestên nepejirandî ne.
Ger takekes
çand an malbata xwe weke kêm, lawaz an jî bindest bibîne, ev ezmûn û tecrûbe di
derhişiyê de dibe sedema hesteke kûr a kêmasiyê (feeling of inadequacy). Di vê
çarçoveyê de, takekesê ku zimanê çandeke serdest, bi prestîj û bihêz
hildibijêre, bi rêya vê hilbijartinê bi wê hêzê re xwewekdîtinekê (identification)
saz dike. Ango xwewekdîtina bi yê bihêz re (identification with the
aggressor/powerful): bi rêya zimên, mirov xwe bi yê bihêz re
wekhev dibîne û bi vî awayî hewl dide ku hesta xwe ya kêmasiyê telafî bike.
Li gorî
Jacques Lacan, arezûya mirov ne tiştekî xwerû ye, lê arezûya "Yê-Din"
(the Other — ango civak, çand, otorîte) ye. Ger civakek zimanekî biyanî weke
pîvaneke serkeftin û berztirbûnê kod kiribe, takekes ji bo ku di çavê Yê-Din de
bibe "heybera arezûyê" (object of desire) û bê pejirandin, wî
zimanî hildibijêre.
Di vê
çarçoveyê de, hilbijartina zimanekî din dikare weke hewldaneke revê ji Sîstema
Sembolîk (Symbolic Order) a heyî were xwendin — hewldaneke ku takekes bi
wê qadeke nû û "îdeal" ji ezî (ego) û xwebûna (self) xwe re ava bike.
Axaftina bi
zimanekî din, ji mirov re azadiyeke demkî ava dike ku bibe "takekesekî
din". "Ez"iya ku di zimanê dayikê de şermok, tepisandî an jî
binketî/bindestî ye, di zimanê biyanî de dikare veguhere karaktereke bi wêrek,
nûjen û balkêş ango Eziyeke Nû (Alter Ego)
Bi vî awayî,
mirov ji rolên civakî û malbatî yên girêdayî zimanê dayikê direve û ji xwe re
nasnameyeke nû ya derûnî (psychic identity) ava dike.
Divê were
destnîşankirin ku şiroveya derûnkolerî (psychoanalytic) bi tenê têrê nake da ku
diyardeyeke civakî bi vî rengî berfireh bê ravekirin, lewre teoriyên Freud û
Lacan li ser derûn û psîkeya takekesî hatine avakirin, ne li ser serpêhatî û tecrûba
hevpar (kolektîf) a miletekî/gelekî. Ji ber vê, du perspektîfên din jî pêwîst
in:
- Civaknasiya zimên
(sociolinguistics): Dîglosiya û prestîja zimanan, rewşeke aborî û
siyasî ye, ne tenê ya derûn(nas)î ye. Kêmbûna standardîzasyona nivîskî,
sînordariya alfabeyê û tunebûna çavkaniyên teknîkî jî di vê hilbijartinê
de bi bandor in.
- Teoriya postkolonyal: Li
gorî Frantz Fanon, axaftina bi zimanekî din tê maneya hilgirtina cihaneke
çandî ya têkûzî. Ji bo mirovê di bin bandora kolonyalîzmê de, hilbijartina
zimanê serdest ne tenê arezûyeke kêmasiyê ye, lê herwiha stratejiyeke
sax-mayînê/silametiyê ye di sîstemeke ku zimanê wî/wê bêqedrûqîmet dike
de.
Diyardeya ku
em kurd zimanê xelkê berî yê xwe dinivîsin, ji hêla derûnkolerî (psîkanalîtîk)
ve tê ravekirin weke berhemek têkelî ya çend hêmanan in: dûrbûna ji giraniya
hestiyarî ya zimanê dayikê, xwewekdîtin bi hêzê re da ku hesta kêmasiyê were
telafîkirin, xwestina ku meriv bibe "heybera arezûyê" ya Yê-Din ê
Mezin û avakirina nasnameyeke nû ya derûnî û psîşîk. Lêbelê, ev şirove tenê
beşek ji pêzanîna giştî/tevahî ye; hêmanên civaknasî û dîrokî-siyasî (nemaze
mîrata qedexekirin û bindestiyê) rolekê bi qasî ya derûn û derûnnasiyê dilîzin.
Comments
Post a Comment