(ceribandinek)
Derbirîna hizr û ramanên neteweyî asta hişmendiya bîra neteweyî bilind dike
û mirov jêhatî û bi hêjmet, bilîmet dike. Nexweşiyên derûnî (psychological
disorders) çavkaniya xwe ji serpêhatî û ezmûnên mirovî werdigirin; û ji ber ku
mirov nikare serboriya xwe li hemberî karvedanên rûdanê derbibire, ew ezmûn
dibin kêşe, girîft û derhişî (unconscious), lê winda nabin, paşê jî bandorê li
laş, fikir, raman, tevger, reftar, hest û nestên mirov dikin. Û li gorî radeya
rageşiya wan, dibin nexweşî û bêpergaliyên derûnî û giyanî. Belawelabûna bala
mirov ango wendabûna zîq û zûrbûnê (loss of focus) ji nebûna derûnekê tendirust
û ji qelsiya şexsiyetê tê. Bîra trawmatîk a hevpar (collective traumatic
memory) berevaniya hevpar a derûnî xurt û bihêztir dike. Paşdebirin (flashback)
û pêşdebirin (flashforward) weke bibîrxistin û pêşbîniyekê xuya dibin. Îmajên
erênî û nerênî li ser erka kakila vegotinê û bîra cewherî û binyadî (essential
memory) tên honandin. Çîroka hebûnê dibe kereste ji bo xwebûniyê (selfhood), û
ew jî dibin berhemên derûnî û vejandina bîra hevpar (kolektîf).
Serdest weke pêşmerc dixwazin ku bindestên wan bi darê zorê an bi awayên
din dev ji zimanê xwe berdin û ji nirxên çanda xwe dan bikin; ev jî ji ber ku
devjêberdana ziman û çandê di hiş û mejiyê bindest de ducemseriyekê derûnî û
civakî çê dike. Ev rewş rê li ber berawirdkirina pergalên siyasî û civakî
vedike; û di heman demê de çand û awayên jiyanê jî têne berawirdkirin: yek ji
wan reşbîniyeke tîrûtarî dide xuyakirin, û ya din — ango ya serdest —
geşbîniyeke bihiştî pêşkêş dike. Peywendiya di navbera rewşa derûnî, rewşa
civakî û rewşa zindîtiyê de li asteke bilind bi hev ve girêdayî ne, loma ev her
sê bizav qada damezrandina jîngeheke aram in. Di encama têkiliyeke baş ê wisa
de, aramiya derûncivakî peyda dibe û kesayetî digihîje lûtkeya xwe ya diyarkirî
û ji derûna goşegîr (isolated psyche) xilas dibe. Bi vî awayî mirov dibe danerê
ezî (ego) û xwebûna xwe û ji pêgiriya-li-ser-yên-din (dependency on the Other)
difilite; ango ducemseriya xwebûnê (sexte û rastî) ber bi yekcemseriya
rasteqîne ve diçe. Avabûbûna vê rewşa derûnî bi pêgihandina xwe-nasîn û
ji-xwe-haybûnê (self-awareness) dest pê dike; ev jî weke telîfkirina xwebûnê ji
bo hebûna xwe tê dîtin.
Derûna mirov di vê serdema aşopî (virtual) de, xwebûna wî/wê di bin bandora
derûna zal û zilhêz (the dominant, powerful psyche) de dimîne. Ew takekes ku ji
bîra xwe ya derûnî û giyanî qut dibin û di bin bandora propagandaya dema xwe û
dezgehên xelkên zal de dimînin, hiş, binhiş û derhişiya wan li ser hebûn û
xwebûna Yên-Din (the Other) tê teşedan. Dilxweşiya derûnî, giyanî û civakî di
siruşt û xwezaya hebûn û xwebûnê de pêkan e. Bidawîlêhatina xwebûna rasteqîn,
barê guvaşa li ser rewşa derûnî û civakî hêj giran dike û rêwîtiya hişmendiyê
teng û asê dike. Divê li ezî (ego) û xwebûnê were rawestandin; xwebûna sexte an
derewîn semptomên kêşeyên derûnî û civakî zêde dike, çi ku kesayetî di rêwîtiya
xwebûna rasteqîn de dizîtîfe û tê afirandin. Ev hebûna li ser bingeha xwebûna
derewîn hatiye avakirin, rê li ber gelek kêşe û girîft û bêpergaliyên derûnî û
civakî vedike — çi ku rêgirên xwebûna rastî pir dibin û derûn goşegîr
(isolated) dimîne. Mirov bi siruşta xwe ya derûnî û civakî xwe zal dike û vejîn
û dahêneke berçav diafirîne. Mirovên siruştî û xwezayî afirîner in; lê mirovê
afirîner ê ku ji çanda xwe derkeve, nikare tiştekî bike. Ger derûn û giyana
mirov ne serbixwe be, têkiliya dilxwazane û hişmend vediguhere raspardeyekê talîmat
/ fermana (instruction / imperative) ya derhişî ya nexweşiyê. Bi hişmendî û
bercestekirina derhişiyê û cihanbîniya derûnî, ev dibe pîvana kamilbûn û
serkeftina derûn û derûnnasiyê. Raspardeyiya derhişî vediguhere hişmendiyê û
berzkirina derûnê, ya ku ev jî xwe di deqên hunera derûnnasiyê de dide der. Ev
jî jîngeha derûn û giyanê hêj geştir dike.
Desthilatiya derûn(nas)iyê bi geşedanên civakî û aborî, cihanbîniya derûnî
û giyanî, perwerde, zanist, û bi taybetî bi veguherîna paşxaneya derhişiyê pêk
tê; ango çemka şaristaniya derûnî û civakî hemû van veguherînan di nava xwebûna
xwe de vedigire. Destpêka veguherîna şaristaniya derûnî û civakî bi hişmendiya
derhişiyê tê teyisandin. Ew cihê şîndewsê (fertile ground) ye, ew qada
helwestên derûnî yên berteng berfereh dike.
Ji ber qelsbûna derûna bindestan, hêz û hegemonya derûna serdestan (the
hegemony of the dominant psyche) wan dike ku qibleya xwe ya çandî, derûnî û
zimanî biguherînin û teqlîdî çand û derûn û civaka serdestên xwe bikin, û wê jî
weke geşedanekê bibînin. Bi vê palpiştiyê ew van şîkar û dînamîkên serdestiyê
xurtir dikin. Loma bindest her dibin karîger û dûajoyên vê derûna serdest.
Serdest her dixwazin derûna xwecihî û xwemalî bi tevahî ji holê rakin û
hilweşînin, û di şûna wê de bibin barhilgirê derûneke xulamî û mereziyê; ango
dixwazin bindestên wan bibin xwediyê derûneke mişextî û dûrî hebûn û xwebûna
xwe bin. Loma her dengên hişmend, hişyar û gulvedanê bêdeng dikin, da ku ti
seqamgirî di jiyanê, civakê û derûnê de nemîne.
Ji ber vê yekê mirov nikare rewşa bindestan a derûnî, civakî, siyasî û
hunerî ji hev cihê bike; çi ku hemû geşepêdanên derûnî û civakî xwe dispêrin
şîkar û dînamîkên siyasî û derûncivakî. Di derûna bindest de şopên bernameyeke
serdest ku bi darê zorê hatiye ferzkirin heye, loma mirov bi hêsanî nagihîje
şopên takekesî û çavdêriyeke rasteqîne ya civakî û derûnî. Di gotin û derbirînê
de dogmatîzmeke îdeolojîk a serdestan xwe dide der û nazikiyên bizwêner ên
jiyanê têne tepisandin. Derûna bindest dibe nûnerê îdeolojiya zal û
berê xwe ji rastiya şênber (concrete reality) dide rastiya razber (abstract
reality), û bi vê helwestê zirar û ziyaneke mezin digihîjîne derûn, hebûn û
xwebûna xwe ya resen. Bi vî awayî hebûn û xwebûn ji rastiya heyben (objektîf)
a derûnî, civakî û takekesî dûr dikevin. Ev jî dibe sedema windabûna deqên
derûnnasiya bindestiyê, ya ku ji bêpergalî û nexweşiyên derûnî re dibe sedem û
bingeh; loma ew paşxaneya hizrî û ramanî ya deqên derûnî pêk tîne, û paşê jî
weke aresteya naverokî û binyadî ya vê derûnnasiyê li ser ducemseriya vê derûnê
xwe dubare dike.
Derxweyîtiya bîrdoziya derûna erk û fonksiyona hevpar û zincîra rûdanên
deqên vê derûnê, li ser serboriya derhişiyê xwe nû dike. Ev rewş bandorê li
diyardeya xwebûn û nasnameyê jî dike. Loma neynika teyîsîna nasnameyê di derûna
neteweyî û civakî de, pêkanîn û nîşandana aresteyên hebûnî yên netewe û çînên
civakî û derûnî re dibe berhemek ji paşxaneya hestî û nestî, û dibe mîrata
hevpar (kolektîf) a bihêz a berevaniya derûnî û çavkaniya hêz, şiyan û lêgerîna
xwebûnî.
Comments