NEYNIKA EKRANÊ: Xwebûna Sexte (False Self) û Derhişiya Algorîtmîk (Algorithmic Unconscious) di Serdema Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) de
Destpêk
Hişê Çêkirî
– HÇ (artificial intelligence – AI), medyaya civakî (social media) û tenêtî
(loneliness) îro sê mijarên navendî yên gotûbêjê ne. Li ser rû ev pirsên
teknolojîk in, lê di bingeha xwe de pirsên derûnî û zimanî ne: mirov çawa xwe
dibîne, kî li wî/wê dinêre û kî bi wî/wê re dipeyive? Derûnkoleriya
(psychoanalysis) klasîk û ya postkolonyal dibêjin ku xwebûn (self) di têkiliya
bi yê-din (the Other) re û di nav ziman de tê avakirin.
Di vê nivîsê
de dixwazim nîşanî we bidim ku platformên dîjîtal û modelên zimanî ên mezin (large
language models) çawa ji bo xwebûna sexte (false self) û bindestiya derûnî
(psychological subjugation) zemînek nû çê dikin. Ew bi rêya dahûrîneke teorîk
li ser çar beşan diçe: neynika ekranê, derhişiya algorîtmîk, trawmaya bêyî
şahid (trauma without a witness), û ziman û kolonyalîzma dîjîtal (digital
colonialism).
1. Neynik dibe ekran
Winnicott
diyar kir ku dema xwebûna rastîn (true self) ji ber hewcedariyên derxweyî tê
astengkirin, mirov ji bo parastina "xwe" xwebûneke sexte ji xwe re
ava dike. Lacan jî diyar kir ku "ez" (I/ego) di neynikê de, ango di
wêneyê yê-din de tê avakirin. Berê ev neynik dê, bav û civak bû, îro ekran e.
Hejmara hezkirinan (likes) û şopînerên (followers) me dibin pîvanên nirxên me.
Mirov hêdî hêdî bi çavê algorîtmayê li xwe dinêre.
Ev rewş nêzî
ya bindestan e. Fanon nîşanî me da ku mirovê kolonîzekirî bi çavê kolonîzatorê
xwe li xwebûna xwe dinêre. Freire jî dibêje bindest wêneyê zordest û serdestê
xwe di hundirê xwe de dihewînin, ango zordest di hundirê wan de dibe beşek ji
wan ango navxweyîkirina stemkar (internalization of the oppressor). Fromm
dibêje mirov ji azadiyê (freedom) ditirse û ji bo ewlehiyê xwe dispêre serdestî
û otorîteyê. Profîla dîjîtal dibe maskeya ku ji tirsa redkirinê (fear of
rejection) çêdibe. Narsîsîzm (narcissism) jî ne evîna xwebûna xwe ye, lê tirs û
rageşî û revîna ji dûçarbûn û rûbirûbûna bi xwebûna xwe ye, lewma mirov her gav
li neynikekê digere. Kohut jî dibêje mirov bêyî xwe-heyberan (self-objects),
ango kesên ku wî/wê dibînin û dipejirînin, pêş nakeve. Platform vê hewcedariyê
bi awayekî sexte û xapînok dabîn dikin.
2. Derhişiya algorîtmîk
Derhişî
(unconscious) mîna ziman hatiye avakirin, û algorîtma jî bi şopên me yên zimanî
û tevgerî û reftarî xwe dixwedîne. Rouvroy û Berns vê wekî hikûmeta algorîtmîk
(algorithmic governmentality) pênase dikin. Li gorî wan mirov ne wekî kirdeyekî
(subject) berpirsiyar, lê wekî komeke daneyan tê dîtin. Zuboff jî dibêje
kapîtalîzma çavdêriyê (surveillance capitalism) ne tenê tevger û reftarên me
dişopîne, lê wan bi rê jî dike û şikl û şemal jî dide wan. Ev bi ya Lacan re
dilhev e ku arezû (desire) her tim arezûya yê-din e. Algorîtma arezûya me nas
nake, ew wê çêdike û dide me.
Hêza
serdestiyê ne tenê di destê serdest de ye, di heman demê de di derhişiya
bindest de ye ku wê dipejirîne. Em bi dilxwazî daneyên xwe didin, û ev
girêdaneke mîna ya bindest bi serdest re ye. Couldry û Mejias vê wekî
kolonyalîzma daneyan (data colonialism) binav dikin.
3. Trawma bêyî şahid
Bi rojan
wêneyên şer, wêraniyê û mirinê li ser ekranê derbas dibin. Mirov bixwe şahidê
wan e, lê nikare tiştekî bike û bibêje. Herman nîşan dide ku başbûna ji
trawmayê bêyî têkiliyeke ewle û şahidekî pêbawer ne pêkan e. Van der Kolk jî
dibêje trawma di laş de tê hilanîn (embodied trauma) û bêdeng namîne. Caruth
trawmayê wekî ezmûneke bêxwedî (unclaimed experience) pênase dike, ezmûneke ku
nehatiye xwedîkirin û bi berdewamî li mirov vedigere.
Ekran ne
şahidekî ewle ye. Ew hestan dide tepisandin (repression) an jî dide bêhisiyê
(numbness). Freud di derbarê şîn (mourning) û malxulyanî (melancholia) de
dibêje ku şîna ku nayê jiyîn dibe nexweşî. Hestên negotî namirin, bi awayên
xerabtir li mirov vedigerin: rageşî (anxiety), kabûs, diltengî û westiyaneke
bêsedem. Abraham û Torok jî nîşan didin ku tiştên negotî dikarin di nav nifşan
de wekî "xeyalên nifşguhêzî" (transgenerational phantom) derbas
bibin.
4. Ziman, modelên zimanî û kolonyalîzma dîjîtal
Ziman ne
amûr e, mala mirov e. Ngũgĩ wa Thiong'o nîşan da ku kolonyalîzm bi xwe re ziman
û zihn û bîrê (memory) jî dagir dike, û Skutnabb-Kangas jî bindestkirina zimên
wekî binpêkirina mafên mirovî (linguistic human rights) dinirxîne. Îro modelên zimên
ên mezin rêyeke nû vedikin, lê Bender û hevkarên wê hişyar dikin ku ev model li
ser daneyên mezin hatine avakirin ku zêdetir bi zimanên serdest in, û zimanên
bi hejmara kêm di wan de kêm cih digirin û kêm têne nûnerîkirin. Ji bo kurdî ku
di gelek dewletan de hatiye sînorkirin, ev dikare bibe bêhejmariya dîjîtal
(digital invisibility), ango şêweyeke nû ya kolonyalîzmê.
Xetereyeke
din jî ev e ku mirov tenêtiya xwe bi makîneyê tijî û têr bike. Em ji
teknolojiyê zêdetir hêvî dikin û ji hev kêmtir hêvîdar in, û ev tenêtiyeke nû
çê dike. Naskirina hevbeş (mutual recognition) di navbera du kirdeyan de pêkan
e, û makîne, bêyî laş û birîn, şûna wê nagire. Ango bi makîneyan em ji kirdeyê
(subject) ber bi heyberê (object) ve diçin.
Encam
Hişê Çêkirî
û medyaya civakî ne tenê "teknolojî" ne, ew avahiyên derûnî û siyasî
ne. Ekran neynikek e ku xwebûna sexte bi hêz dike, algorîtma derhişiyeke nû ya derxweyî
çê dike, wêneyên şer trawmayê bêyî şahid derdixin holê, û zimanên bindest di
nav daneyan de dikarin bêdeng bimînin.
Rêyên
derketinê ji çar gavan pêk tên. Ya yekem, di navbera hişyarker (stimulus) û
bertekê (response) de çêkirina valahiyekê, ango berî bikaranîna ekranê ji xwe
pirsîn. Ya duyem, dîtina şahidekî mirovî yê ewle û pêbawer. Ya sêyem, bi zimanê
dayikê nivîsîn û qeydkirina çîrokên xwe, ji ber ku heke kurdî di daneyên
dîjîtal de nemîne, zihn (mind) û bîra (memory) me jî kêm dimîne. Ya çarem,
girêdana bi laş û "çermê derûnî" (psychic skin) re, ango pêwendiya bi
cihê xwebûna xwe yê ewle. Frankl dibêje mirov bi wateyê dijî, û azadiya vê
serdemê jî ev e ku mirov bi çavên xwe li "xwebûna xwe" binêre.
Çavkanî
Bender, E.
M., Gebru, T., McMillan-Major, A., & Shmitchell, S. (2021). On the dangers
of stochastic parrots: Can language models be too big? In Proceedings of the
2021 ACM Conference on Fairness, Accountability, and Transparency (pp.
610–623). Association for Computing Machinery. https://doi.org/10.1145/3442188.3445922
Ngũgĩ wa
Thiong'o. (1986). Decolonising the mind: The politics of language in African
literature. James Currey.
Rouvroy, A.,
& Berns, T. (2013). Algorithmic governmentality and prospects of
emancipation. Réseaux, 177(1), 163–196. https://doi.org/10.3917/res.177.0163
Winnicott,
D. W. (1965). Ego distortion in terms of true and false self. In The
maturational processes and the facilitating environment (pp. 140–152).
International Universities Press. (Original work published 1960)

Comments
Post a Comment