Dema mirov li hizr û ramanên neteweyî yên Kurdan dinêre, bi gelemperî ew tenê weke diyardeyeke siyasî an dîrokî tê fêmkirin — rojhilata navîn a ku hatiye parçekirin, sînorên Sykes-Picot, serhildan û binketin. Lê ji nêrîneke derûnkolerî ve (psychoanalytic perspective), her hest û her têgihiştina neteweyî ya Kurdan di eslê xwe de xebateke psîşîk ango çalakiyeke derûnê (psychic activity) ye — tiştek ku di kûrahiya derûnê de çê dibe, berî ku bibe ramanek an sloganeke siyasî. Loma jî ger em bixwazin têkiliya di navbera dewletên serdest (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye) û gelê Kurd ê bindest de rast bifêmin, divê em tenê berê xwe nedin dîroka wan a derxweyî, lê belkî berê xwe bidin wê ezmûna navxweyîn a ku her du alî lê dijîn û ku bi awayekî domdar wan diwelidîne/diafirîne.
Sigmund Freud, damezrînerê derûnkoleriyê (psîkanalîzê), dibêje ku derûn û psîşeya mirovî ji sê qatan pêk tê: nizimezî/id (daxwaz û şehwetên xwezayî), ezî/ego (ez ku hewl dide di navbera daxwaz û rastiyê de bibe mêzên) û bilindezî/superego (dengê exlaqî û rêzikên civakî yên hatine navxweyînkirin). Hizr û ramanên neteweyî yên Kurdan, bi vî awayî, ne tenê encama raman û fikrên siyasî ne; ew di heman demê de berhemên şerekî navxweyîn in — şerê di navbera daxwaza serbixwebûnê (nizimezî) û zexta rêzikên "netewe-dewleta" fermî (bilindeziya ku ji aliyê Anqara, Tehran, Bexda an Şamê ve tê ferzkirin) de.
Nexweşiyên derûnî (psychological disorders), li gorî vê nêrînê, ne tiştên ku hayela derdikevin. Ew çavkaniya xwe ji serpêhatî û ezmûnên rastîn ên gelê Kurd werdigirin: qedexekirina zimanê Kurdî bo dehsalan li Tirkiyeyê, komkujiya Enfalê li Başûrê Kurdistanê, Helebçe, windakirina navên gundan û bajaran, tepeserkirina Rojhilata Kurdistanê, û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê. Dema ku mirov nikare êş û jana xwe rasterast, bi zimanekî zelal, derbibire — ango dema ku êş nikare bibe beşek ji axaftin û çîrokê û bibe şînûşûn — ew êş ti carî der-nabe û der-naçe. Ew hey dimîne, lê vediguhere teşeyên xwebûna xwe: dibe derhişî (unconscious), dibe tiştê ku em pê nizanin û li-xwe-hay-nabin lê bandorê li laş, fikir, tevger, reftar, nest û hestên me dike. Paşê li gorî radeya giraniya wê ya rageşiyê, ew dibe bingeha nexweşî û bêpergaliyên derûnî û giyanî yên nifşên li pey xwe.
Yek ji girîngtirîn têgehên derûnkoleriyê ya ku alîkariya me dike da ku em vê rewşê fêm bikin, têgeha "trawma"yê ye. Li gorî Freud û li dû wî Jacques Lacan, trawma ne tenê 'bîr'anîneke rageşî û xemgîniyê ye; ew tiştekî ku bi tevahî nikare bibe beşek ji "rêza sembolîk" (symbolic order) — ango ew ziman û wateya ku em pê jiyana xwe rêz dikin/digirin û fêm dikin. Ji ber ku trawma nikare bi zimên bê gotin — bo nifşên ku ji wan re bi salan qedexe bû ku bi Kurdî biaxivin — ew nayê ji-bîr-kirin, lê belkî tê tepisandin (repression). Ew diçe der û binê hişmendiyê (derhişî), dibe beşek ji derhişiya gel û ji wir, bi awayekî neyekser, bi rêya semptoman, xewnan û bi taybetî bi rêya dubarekirina kompûsiyona (repetition compulsion), xwe ji nû ve dide der — mîna rehê firêzê ye heya neyê qelandin, ji kok û xerdoloka xwe zîl dide. Ango, Kurdê ku trawmayek jiyaye — çi ya şexsî be çi ya nifşên borî — carinan bêyî ku pê bihese, heman qalibên êşê di jiyana xwe ya rojane de dubare dike: tirs, guman, dûrketin ji siyaset an jî berevajî wê, hesreteke bêserûber a "serbixwebûnê" ku her tim ji bin lingan direve.
Ev hewla takekesane, di asta civakî de jî xwe dide der. Bîra trawmatîk a hevpar (collective traumatic memory) — Enfal, Helebçe, Dêrsim, Amed, Kobanê — dibe mekanîzmayeke berevaniyê (defense mechanism) ya bihêz. Dema ku mirovek bi tena serê xwe êşê hilgire, ew dikare bi hêsanî têk biçe; lê dema ku komek bi hev re heman êşê hilgirin, ew êş bi xwe dibe hêmaneke ku wan bi hev ve girê dide, dibe beşek ji nasnameya wan a hevpar a Kurdayetiyê. Ji ber vê yekê ye ku Kurd, herçiqasî di bin zextê de bin jî, carinan hêza herî mezin ji vê bîra hevpar a êşê werdigirin — sersalên weke Newrozê cihê ku ev bîra hevpar bi awayekî ayînî û siyasî tê nûvekirin.
Di vê çarçoveyê de, du diyardeyên din jî hene ku girîngin: paşdebirin (flashback) û pêşdebirin (flashforward). Paşdebirin ew e ku Kurd, bêyî daxwaza xwe, xwe di nav rûdaneke borî ya êşdar de dibîne — mîna ku êrîşeke nû an mişextiyeke nû, dîsa Helebçe an Enfal e, ne rûdaneke nû ya serbixwe. Pêşdebirin jî wê rewşê berevajî dike: gel siberojê weke dubarekirina heman trawmayê dibîne — "wê dîsa me bidin ber çekan", "wê dîsa me bidin şermendekirin li ser maseya siyaseta navneteweyî" — berî ku ew trawma bi rastî çêbibe. Herdu diyarde jî nîşanî me didin ku trawma têkiliya Kurdan bi demê re xera dike — gel êdî nikare bi awayekî sade di dema niha de bijî, ji ber ku borî û siberoj her tim li ser dema niha siwar dibin.
Ji bo têgihiştina baştir a têkiliya di navbera serdest û bindest de, em dikarin xwe bispêrin têgeha Lacan a "Yê-Din ê Mezin" (the big Other). Li gorî Lacan, mirov ji zaroktiya xwe ve xwe di neynikeke derxweyî de nas dike — ango em ne bi xwe bi xwe, lê bi rêya çavê Yê-Din, xwe nas dikin û wateyê digihînin xwebûn û hebûna xwe. Ev qonax ku Lacan jê re dibêje "qonaxa neynikê" (mirror stage), nîşanî me dide ku ego û xwebûna me ji destpêkê ve girêdayî tiştekî derxweyî ye. Ji bo zarokên Kurd ên ku li dibistanên fermî bi zimanekî din (Tirkî, Farisî, Erebî) hatine perwerdekirin, ev "neynik" bi rastî ne ya çanda wan a xwerû û siruştî bû — ew di neynikeke biyanî de li xwe dinihêrîn.
Dewleta serdest, di têkiliya xwe ya bi Kurdan re, hewl dide bibe ev "Yê-Din ê Mezin" — ango cihê ku lê ferman, ziman û wate têne danîn: "tu Tirk î", "tu Faris î", "kurte-çiya-tirk"an, an "terorîst"an weke tenê wate. Dema dewlet ji Kurdan dixwaze dev ji zimanê xwe û ji nirxên çanda xwe berde, ev ne tenê fermaneke siyasî an rêveberî ye; ew bi rastî hewldanek e ji bo veguhertina wê neynikê ku Kurd xwe tê de dibîne. Bi gotineke din: dewlet naxwaze tenê reftar û tevgera Kurdan biguherîne, ew dixwaze cihê ku Kurd jê wateyê werdigire jî bigire destê xwe.
Encama vê yekê, li gorî derûnkoleriyê, ducemseriyeke kûr a derûnî ye ango parçebûn û dabeşbûnê derûnê (psychic splitting) bi xwe ye. Derûnkoler Donald Winnicott, têgeheke gelek bikêrhatî pêşkêşî me dike: cudahiya di navbera eza rastîn ango xwebûna rastîn (true self) û eza derewîn ango xwebûna sexte (false self) de. Ji bo gelek Kurdan, xwebûna sexte ew Kurdê ku li gorî navê fermî tê tomarkirin, ku bi zimanê "welatê" xwe napeyive li malê, ku li dibistanê, li dezgehên dewletê, hetta li kar, dev ji zaravayên xwe berdide — ev hemû ne tenê xapandinek in; ew bi xwe mekanîzmayeke berevaniyê ne ku takekes (an jî civak) ji bo parastina ezî û xwebûna xwe ya rastîn, ya nazdar û êşbar, li hemberî zextên dewletê pêş dixe. Dema ku zext pir tund û zêde dibe, ezî û xwebûna derewîn dikare bibe bend li pêşiyê û ezî û xwebûna rastîn a Kurdî xwe vedişêre an jî bi awayekî xeternak, dest bi ji-bîr-kirina 'xwe', hebûn û xwebûna xwe dike.
Ducemseriya xwebûniyê (sexte û rastî), bi vî awayî wateyeke kûrtir werdigire: ew ne tenê pirsgirêkeke exlaqî ye di navbera "rastî" û "sexte/derewîn"ê de, lê belkî lêgerîneke domdar a Kurdan e ji bo vegera yekîtiyekê ku carekê hebû — Kurdistaneke yekgirtî, an jî bi kêmî xewna wê — an çêbibe an jî ticarî bi tevahî nehatiye wergirtin. Lacan vê yekîtiya wenda bi navê heybera biçûk "objet petit a" bi nav dike — heybera (object) sedema arezû û daxwazê, tiştê ku em hertim li pey wê digerin, lê qet nagihîjinê bi awayekî bêkêmasî. Kurdistan, ji bo gelek Kurdan, bûye ev objet petit a: ne tenê parçeyek axê, lê sembola wê yekîtiya wenda ya derûnî.
Di serdema aşopî (virtual) ya îro de, ev pêvajoya derûnî hêj kûrtir û tevlihevtir dibe. Propagandaya dezgehên serdest êdî ne tenê bi rêya hişmendiyê kar dike, lê belkî bi rêya tiştekî hîn xeternaktir: bi rêya endezyariya arezû û daxwazan (engineering of desire) — medyaya fermî ya ku "yekitiya neteweyî" wek tenê rêya jiyanê pêşkêş dike, an jî algorîtmayên medyaya civakî yên ku dabeşiyên hundirîn ên nav Kurdan bi xwe mezintir dikin. Ango, serdest naxwaze tenê hişê Kurdan biguherîne, ew dixwaze berî her tiştî daxwaza wan a derhişî biguherîne — daxwaza wan a bi xwe ya ji bo tiştê ku ew dixwazin bibin.
Derûnbijîşk û derûnkolerê kolonyalîzmê Frantz Fanon, di xebatên xwe yên li ser bindestiya reşikan li Alger de, têgeheke gelek balkêş bikar tîne: "epîdermalîzasyona derûnî" — û ev têgeh bi awayekî xurt li ser rewşa Kurdan jî tê meşandin. Fanon dinivîse ku mirovê bindest, bi domdarî di bin çavê serdest de, hîs, fikir, ramîn û tewra xewnên xwe jî bi zimanê serdest dibîne. Gelek Kurd, wek encama dehsalan asîmîlasyonê, bi rastî xewn û fikrên xwe yên herî kûr bi Tirkî, Farisî an Erebî difikirin, ne bi zimanê dê û bavên xwe. Zimanê serdest êdî ne tenê amûrek e ku ji derve tê ferzkirin; ew hêdî hêdî dibe zimanê xewnên bindest bi xwe, dibe zimanê ku ew pê xwe û hebûn û xwebûna xwe difikire, berî ku ew bi xwe hay jê hebe. Ev ne tenê windakirina zimanekî ye — ew koçberiyeke navxweyîn a tevahî derhişiyê ye, koçberiyek ku tê de mala resen a derûnî ji dest diçe û mirov di jîngeheke biyanî ya navxweyîn de dijî, tewra di warê herî taybet ê xwebûn û hebûna xwe de jî ango di warê xewn û xeyalan de.
Lê li vir, Freud xwe tîne bîra me bi gotineke gelek girîng: tiştê ku tê tepisandin, her tim, bi awayekî din, vedigere — ev bi navê vegera tiştê tepisandî ango vegera yê tepisandî (the return of the repressed) tê zanîn. Yanî tevî hemû hewldanên dewletên serdest ji bo jêbirina bîra Kurdan, ew bîr bi tevahî nayê tunekirin. Ew di forma stranên kilamê (dengbêjî), di helbestan, di xewn û mîtolojiyan de, di henekên rageş, xemgîn û stranên evîndarî de, xwe dubare dike, dixwaze careke din bê nasîn û bê vegotin. Dengbêjî bi xwe, wek şêweyeke huner, dibe cihê ku ev vegera tiştê tepisandî herî zelal xwe dide der — çîrokên êş û evînê yên ku bo sedsalan, dema siyaset qedexe bû, hîn jî bi awayekî veşartî hatin gotin.
Li gorî vê nêrîna derûnkolerî, aramiya rastîn — ya derûnî, ya civakî û ya zindeweriyê — bi hev ve girêdayî ne, mîna sê layenên yek pêvajoyekê. Dema mirovê Kurd nikare xwe biwelidîne/biafirîne û xwebûna xwe bi awayekî serbixwe pêş bixe, ne tenê ew bi xwe zirarê dibîne; civaka Kurd jî ji vê "derûna goşegîr" (isolated psyche) zirarê dibîne, ji ber ku civak ji berhevoka mirovên bi vî rengî pêk tê.
Bi vî awayî, Kurdê ku digihîje ji-xwe-haybûnê (self-awareness) — ango ku bi rastî hay ji nest û hestên xwe yên navxweyîn hebe, ji êşa xwe hebe, ji arezû û daxwazên xwe yên rasteqîn hebe — dibe danerê ezî û xwebûna xwe. Ew êdî li benda vê nîne ku Yê-Din (çi dewlet be, çi hêzek din a derve be) wateyê jê re bibîne/bidê; ew bi xwe dest pê dike ku wateyê ji nû ve ava bike, bi zimanê xwe yê navxweyîn, bi Kurdiya xwe. Ev pêvajo, li gorî derûnkoleriyê, ne tiştekî e ku carekê pêk tê û diqede diçe; ew rêwîtiyeke berdewam e, tekoşîneke domdar a di navbera arezû û daxwaza serbixwebûnê û bandora her dem-amade û hazir a Yê-Din ê mezin de.
Weke encam, dikare bê gotin ku derûnnasiya bindestiya Kurdan ne tenê tomareke êş û janê ye ku li paş wan maye; ew metneke vekirî ye ku hercar, di her nifşî de — ji nifşê 1938an û Dêrsimê, heta nifşên Enfal û Helebçeyê, heta nifşên Kobanê û Rojavayê Kurdistanê — ji nû ve tê xwendin û ji nû ve tê nivîsandin. Rêwîtiya ber bi "ezî û xwebûna rasteqîn" ve — bi zimanê Winnicott — an ber bi "yekcemseriya rasteqîne" ve, ne pêvajoyeke rast-xetî ye ku carekê diqede; ew têkoşîneke berdewam e di navbera daxwaza serbixwebûnê û zexta Yê-Din ê mezin de.
Ji ber vê yekê, hêza rastîn a Kurdan ne di ji-bîr-kirina êşa xwe de ye — ji ber ku weke me got, êş bi rastî qet naqede û der-naçe. Hêza rastîn di şiyana veguherandinê de ye: veguherandina êşê ji tiştekî tepisandî û bêdeng, bo tiştekî hatiye gotin û hatiye fêmkirin; veguherandina semptomê bo axaftinê, veguherandina derhişiyê bo hişmendiyê, û veguherandina zimanekî qedexekirî bo zimanekî ku dîsa tê xwendin, nivîsandin û xewnkirin. Ev bi xwe, di dawiyê de, wateya rastîn a derûnterapiyeke neteweyî ye: ne jibîrkirina trawmayê, lê belkî dana wateyeke nû jê û bi vî awayî, vegerandina desthilata li ser çîroka hebûn û xwebûna xwe — ya takekesane û ya hevpar (kolektîf), ya niha û ya siberojê.
Comments
Post a Comment