Destpêk Kolonyalîzm, ne tenê pêvajoyek siyasî û aborî ye, di heman demê de rûdaneke trawmatîk e ku şopên wê yên kûr li ser hiş(mend)î, derûn (psyche), nasname (identity) û laşê kolonîzekirî heye. Sigmund Freud, herçend bi awakî rasterast derbarê kolonyalîzmê nenivîsî be jî lê xebatên wî yên li ser 'civakê' û 'şaristaniyê/medeniyetê' — bi taybetî Totem û Tabû (1913) û Şaristanî û Nerazîbûnên Wê (Civilization and Its Discontents, 1930) — hatinin bikaranîn. Lê belê teorîsyenên wekî Frantz Fanon, Octave Mannoni, Frantz Fanon û dûv re jî Homi Bhabha û Anne Anlin Cheng ev çarçove bi awayekî rexneyî û nûjen pêş xistin. Em ê li ser van pirsan bisekinin: Çawa kolonyalîzm bandorê li ezî 'ego' û bilindeziyê 'super-ego' dike? Çi ye rola 'trawmaya kolonyal' di jiyana nasname û berdewamiya dîrokî de? Çawa têgehên wekî 'tepisandin' (repression), 'vegera yê tepisandî' (return of the repressed), 'qonaxa neynik'ê (mirror stage) û 'x...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی