Destpêk Malxulyanî (melancholy) , di kevneşopiya felsefeyê û derûnnasiyê de, rewşeke giyanî û derûnî ya aloz û tevlihev e ku bi xemgînî, windabûn û bêhêvîtiyê ve girêdayî ye. Lê dema em vê têgehê bi cîhana bindestan — yên ku di bin darê zorê, di nava zilm û neheqiyê dijîn de girê didin, wateya wê kûrtir û girantir dibe. Malxulyaniya bindestan (melancholy of the oppressed) ne tenê nexweşiyeke takekesî ye; ew xwezayeke civakî, siyasî û dîrokî ye ku ji bindestiyê çêdibe. Armanc vê gotarê ew e ku têgeha malxulyaniya bindestan bikole, çavkaniyên wê yên teorîk û pratîk ronî bike û têkiliya wê bi têgehên wekî trawma (trauma) , ‘bîr’anîn (memory) , bergirî (resistance) û azadiyê (freedom) ve vebêje. Ji bo vê armancê, em ê ji çarçoweya derûnnasiya civakî (social psychology) , felsefeyê û bîrdoziya rexnegir (critical theory) sûd werbigirin. Malxulyanî çi ye? Sigmund Freud (1917) di nivîsa xwe ya navdar a "Şîn û Malxulyanî" (Mourning and Melancholia) de, cudahiya di navber...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی