Ji nêrîna derûnkoleriyê (psychoanalysis) ve, yek ji nîşaneyên herî xurt ên binyad û struktura narsîsîstîk (narcissistic structure) ew e ku takekes nikare bi awayekî vekirî erêkirina qedr û qîmet û hêjahiya kesekî din (yê-din) pêşwazî bike. Ev ne kêmasiyeke şexsî û exlaqî ye — ev encama sazûmaneke derûnî ye ku li ser bingeha xwebûna xwemezinkirinê (grandiose self) hatiye avakirin; xwebûneke ku diviyabû di zaroktiyê de bi awayekî têr û baş girêdaneke ewle (secure attachment) ava bikirinina û neynikkirin (mirroring) pê re çê bibûya, lê belkî li şûna vê hatiye biçûkxistin. Di herdu rewşan de jî encam heman e: takekes ji bo xwebûn û hebûna xwe, bi berdewamî li benda pesn û medhê derxweyî (derveyî) dimîne — ji vê re aboriya narsîsîstîk (narcissistic economy) tê gotin an jî pêwîstiya dabînkirina narsîsîstîk (narcissistic supply). Di vê aboriyê de, xwe-hêjahî/qîmet (self-worth) ne tiştekî navxweyîn (hundirîn) e ku ji hesteke stabîl a xwebûnê tê; ew her tim ji derve tê xwestin û rêvebirin. Lo...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی