Hişê Giştî yê Çêkirî – HGÇ (Artificial General Intelligence – AGI) Û Hişê Çêkirî –HÇ (Artificial Intelligence – AI)
Dema ku HGÇ (AGI) dikeve rojeva me, hêviyên me jî bi wê re zêde dibin. Potansiyela HGÇyê weke vekirina kilîta qonaxeke nû ya kapasîteya mirovî tê dîtin. Cihaneke wisa li pêşberî me radiweste ku tê de makîne êdî ne tenê amûr in, lê di hevkarî, afirandin, nûjenî û vedîtinê de jî bûne hevpar. Di cihaneke ku makîne ji tenê şopandina fermanan wêdetir diçin, derfet û îmkan bêsînor xuya dikin. Di bingeha vê potansiyelê de, şiyana HGÇyê ya analîzkirin û xebitandina daneyan bi awayekî berçav ji kapasîteya mirovî zêdetir e. Digel vê yekê, ev potansiyel dikare bibe sedem ku rol û rêbazên kevneşopî yên weke perwerde, jêhatîbûn û jiyana karî bên veguhertin. HGÇ herwiha dikare bandorê li hunermendî û çandê jî bike, ji ber ku dikare têkeve hewldanên hunerî û bi vî awayî bandorê li ser şiyana mirov a bo fikr û ramanên azad û nûjen bike. Ji bo ku em bikaribin bandor û siberoja HGÇyê baş fêm bikin û hin pêşbîniyên guncaw pêşkêş bikin, em ê li vir hinekî kûrtir bibin nav hûrgiliyên vê mijarê. B...