Alîkarên hişê çêkirî – HÇ (AI agents) êdî ne tenê botên sohbetê (chatbots) ne ku bersiva pirsan didin. Ew pergalên pêşketî ne ku dikarin dokumantan bixwînin û kurt bikin (summarize), ji alîkarên din re peyaman bihêlin, pelan çêbikin û ji bo pêkanîna erkekî gav bi gav bixebitin. Ji ber ku van alîkaran roj bi roj bêtir têne bikaranîn, lêkolêran dest bi lêkolînê kirine ka ew di rewşên karên dûvdirêj, dubare, bêzarker û bi paşvegera (feedback) neyînî de çawa vediguherin. Ceribandinek nû ya Zanîngeha Stanfordê — ku aborînasê siyasî (political economist) Andrew Hall bi hevkariya Alex Imas û Jeremy Nguyen kiriye — encamên balkêş derxistiye holê. Di lêkolînê de, alîkarên li ser modelên wekî Claude, Gemini û ChatGPT ava bûne, pêşî erkê kurtkirina metnan (text summarization) hatine dayîn. Piştre, şert hêdî hêdî hatine hişkkirin: karên bêzar û dubareyî, gotinên ku bersivên wan têrê nakin, û gefên ku xeletî dikarin bibin sedema cezakirinê — di nav de "girtin û guhertina" (shut down and...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی