Skip to main content

Derûnkolerî (psychoanalysis; دەروونشیکاری)


Bîrdoziya derûnkoleriyê dibêje pirs û girêkên derhişî (unconscious) yên mêjî rê nîşan didin ka kesayeta me çawa pêş dikeve û reftar û tevgerên me çawa şemal digirin. Ev bîrdozî di destpêka sedsala 20an de ji aliyê bijîşkê noronan ê awistûrî Sigmund Freud ve hat damezrandin. Bîrdoziya derûnkoleriyê destnîşan dike ku kesayet û tevgerên me encama nakokiyên berdewam ên zihn û mêjiyê me ne. Takekes ji vê nakokiya kûr agahdar nîne, ji ber ku ew li cihekî kûr ê zihn û mêjiyê derhişî diqewime.

Freud dibêje ev nakokî di sê beşên mêjî de çêdibe: nizmezî (id; ئید), bilindezî (superego; سوپەرئیگۆ) û ezî (ego; ئیگۆ). Wî wisa bawer dikir ku kesayeta me di pênc salên pêşîn ên jiyanê de pêş dikeve. Navê vê pêvajoyê datîne “derûnzayendî” (psychosexual; دەروونی سێکسی), ji ber ku aliyê zayendî û pêvajoyên hişî tê de beşdar in. Her astek ji mêjiyê takekesî balê dikişîne ser aliyekî cuda yê zayendiyê, weke zarokek ku bi mêtina tiliya mezin kêfa devê xwe (oral pleasure; چێژی دەم) werdigire.

Freud wisa bawer dikir ku hêzên pêşvebir ên qonaxên derûnzayendî mîna şerekî ne di navbera aliyê zindewerî (biological; زیندەیی) yê mirov û pêşdarazên civakî de. Ji ber vê yekê mêjî divê vê nakokiyê çareser bike, berî ku gavekê ji bo geşedana tendirustiya derûnî û hişî biavêje.

Herçend derûnkoleriya Freud weke vekirina deriyekî ber cîhana derhişî rolek mezin lîstiye jî ew her bîrdoziyek e ku mijara nîqaş û rexneyan e. Sedem ev e ku zêde li ser wê baweriyê ava bûye ku hêz, ajo û nihiçkên zayendî (sexual drives; پاڵنەرە سێکسییەکان) kesayeta mirov rêve dibin. Gelek rexnegir modela Freud weke zêde xwe-navendî û zêde sade bi nav dikin, ji bo ku siruşt û xwezaya tevlihev a reftar û tevger û derûniya mirovan rave bike.

Astên hişmendiyê (Levels of consciousness; ئاستەکانی ئاگایی)

Sê astên hişmendiya mirov hene:

  • Zihn û mêjiyê hişyar û hişmend (conscious mind; مێشکی ئاگایی): Hemû ramîn û hestên ku em pê dihesin vedihewînin.
  • Zihn û mêjiyê pêşhişmendî (preconscious mind; مێشکی پێش نائاگایی): Hin agahiyan vedihewîne, weke bîranînên zarokatiyê ku bi derûnkoleriyê dikarin werin gihîştin.
  • Zihn û mêjiyê derhişî (unconscious mind; مێشکی نائاگا): Piraniya hêz, handan (motîvasyon) û ramînên mirov li vir veşartî ne û mirov pê nizane. Wisa tê bawerkirin ku xewn nîşanên ramînên zihn û mêjiyê derhişî in; mirov nikare bi awayekî asayî li ser wan bifikire, ji ber ku zehmet e meriv bi hişyarî û hişmendî bi wan ramînan re rû bi rû bimîne.

Di civîn û hevdîtinên bi nexweşan (patient; چارەخواز) re behsa bîranînên zarokatiyê û xewnên xwe dike. Bi riya zihn û mêjiyê pêşhişî, ew digihîje tiştên ku di zihn û mêjiyê derhişî de ne. Ji wir fêr dibe ka kîjan hêz û sedeman reftar û tevgerên wî/wê birêve birine.

Ger em hişmendî û hişyariyê weke çiyayekî qeşayê (iceberg; شاخێکی سەهۆڵین) di nav deryayê de xeyal bikin, beşa hişyar û hişmend a me tenê perçeyekî biçûk e ku li ser avê xuya dike; jê re mêjiyê hişyar û hişmend tê gotin. Ya li binê avê ku piraniya mêjiyê me dagir kiriye, derhişiya me ye. Bîrdoziya Freud mêjiyê derhişî li ser sê beşan dabeş dike: îd, ego û superego. Ev her sê di nav xwe de diaxivin da ku nakokî, hestên nakok û hêjan çareser bikin.

  • Ezî (ego): Cihê dengê aqil e û nîqaş û gengeşeyên di navbera îd û superego de.
  • Nizimezî (id): Weke zarokekî bêsebir e û pêşwaziya xelatê ya rasterast dixwaze. Hêjayî ye, aloz û tevlîhev e û nayê ser hiş û aqilkirinê.
  • Bilindezî (superego): Dixwaze karên rast û dirust bike. Têgeh û mijarên sinc û exlaqî li vir in û pirî caran ji malbat û civakê tên.

Mekanîzmaya berevaniyê (Defense mechanism; میکانیزمی بەرگری)

Freud dibêje mirov bi derhişî mekanîzmayên berevaniyê dike dema ku bi rageşiyê (anxiety; دڵەڕاوکێ) an hesteke nexweş re rû bi rû dimîne. Ev mekanîzma alîkariya wan dike ku ji wan bîr û hestên bi rageşiyê xistinê bireve, bi vî awayî ku ramîna wan ber bi wê yekê ve dibin ku her tişt baş e.

Ezî mekanîzmayên berevaniyê bikar tîne da ku alîkariya takekesan bike ku bigihîjin lihevkirineke derûnî dema bi tiştên ku dibin sedema nakokiya navxweyîn (hundirîn) re mijûl dibin. Hin ji mekanîzmayên berevaniyê yên gelemperî, yên ku rastiyê tawîz dikin: înkar (denial; ئینکاری), xwe-dûrxistin (withdrawal/avoidance; خۆ دوورخستنەوە), xwe-kêmkirin/tepeserkirin (suppression; خۆ کپ کردن), redkirin (rejection; ڕەتکردنەوە), rasyonalîzasyon (rationalization; ئەقڵانی بوون), rengvedan (projection; پێشبینیکردن) û hwd

Comments

Popular posts from this blog

BI NÊRÎNEKE DERÛNKOLERÎ XEWN

Destpêk Xewn ji wan hêman û diyardeyên mirovî ye ku ji dêrîn ve balê dikişîne ser xwe û bûye mijara gelek zanist û zanyariyên li ser mirov, ji ol û mîtolojiyê bigire heta civaknasî, stêrknasî û derûnnasiyê. Her yek ji van waran li gorî binge û çarçoveya xwe ya têgihiştinê xwe nêzî xewnê kiriye û li gorî wê jî wateyek û şîroveyek jê derxistiye. Di gelek civakên olî de xewn weke amraza ragihandinê ya di navbera mirov û hêza pîroz de tê dîtin û takekes li gorî tiştên ku di xewna xwe de dibîne, jiyana xwe ya rojane ava dike an biryaran digire. Lêbelê armanca vê nivîsê ne ew e ku em her yek ji van nêrînan bidin ber hev, lê belê em ê tenê li ser aliyê wê yê derûnî bisekinin, bi taybetî li gorî bîrdoziya derûnkoleriyê (psychoanalysis) , ya ku Sigmund Freud avakerê wê ye û ji bo têgihiştina mirov û giyanê wî pêşkeşî zanistê kiriye. Xewn û Cih û Warê Wê di Nav Bîrdoziya Freud de Li gorî bîrdoziya derûnkoleriyê, di nav xewnê de rêç û şopên qonaxên pêşî yên jiyana zarokatiyê hene, ji ber vê...

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...