Derûnnasî an jî rewannasî (Psychology، دەروونناسی) an jî zanista giyan û derûnê, zanista lêkolîna reftar û tevgera zindiyan e (the scientific study of behavior of living things، زانستی تاوتوێکردنی ئاکاری زیندەوارانە). Di derûnnasiyê de mijara herî girîng ne wateya felsefî ya derûn û giyan û zihnê (soul/mind، دەروون) ye, lê reftar û tevger e (behavior، ئاکار). Tevger û reftar jî bersiva mirov an heywanan e ji her tiştê ku wan handan û teşwîq bike.
Derûnnasiya zanistî li pey çar armancan e: danasîn (description، وەسفکردن), ravekirin (explanation، ڕوونکردنەوە), pêşbînîkirin (prediction، پێشبینیکردن) û kontrolkirina reftar û tevgerê (control، کۆنترۆڵکردن).
Kesê ku derûnnasiyê ji xwe re dike kar û pîşeya xwe, jê re dibêjin derûnnas/rewannas (psychologist، دەروونناس / ڕەوانناس).
Çavkaniya peyvê
Peyva “psychology” ji du beşan pêk tê. “Psycho” ji ψυχή ya yewnanî tê (Greek، یۆنانی) û tê wateya giyan û nefesê. Di kurdiya soranî û kurmancî de bêtir jê re dibêjin “derûn” (دەروون). “Logy” jî ji logos tê (لۆگۆس), tê wateya axaftin û gotarê, ku di kurdî de bêtir paşgira “-nasî” ji bo wê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê derûnnasî bi giştî tê wateya axaftina li ser giyan, lêkolîna rewan, giyan û derûnê.
Wateya pênaseyê
Derûnnasî zanista lêkolîna reftar û tevgera zindiyan e. Divê li sê peyvên vê pênaseyê bê nihêrîn: zanist (science، زانست), tevger (behavior، ئاکار) û zindî (living being، زیندەوار).
Zanist: Derûnnasiya nûjen weke zanist tê hesibandin, ji ber ku encamên wê li ser dane û agahiyan (data and information، داتا و زانیاری) ye ku bi çavdêrî (observation، ڕوانین) û ceribandinê (experiment، تاقیکاری) hatine bidestxistin.
Tevger: Sê aliyên wê hene:
- Têgihîştin û venasîn (cognition/perception، بۆدەرکەوتن): ew şêweya ku takekes an zindiyê ku reftar û tevger jê derketiye, heyber û tiştan pê dihese.
- Hest û dilîn (emotion/feeling، کوڵوکۆ): ew tiştê ku takekes an zindî hest pê dike.
- Kiryar û çalakî (action، کردەوە): ew livûtevgera ku ji wê çêdibe.
Zindî: Ev peyv ji her xwedîjiyanekê re tê gotin. Ji ber vê yekê tevgera kûçik, mişk, kevok û meymûnan jî dikare bibe mijara lêkolîna derûnnasiyê. Lê dîsa jî lêkolîna tevgera mirov e ku tenûra derûnnasiyê germ hiştiye.
Şaxên derûnnasiyê
- Derûnnasiya klînîkî (clinical psychology، دەروونناسیی پزیشکی)
- Derûnnasiya venasînî/pêvajoyên aqilî (cognitive psychology، دەروونناسیی پرۆسە عەقڵییەکان)
- Derûnnasiya geşedanê (developmental psychology، دەروونناسیی گەشە)
- Derûnnasiya civakî (social psychology، دەروونناسیی کۆمەڵایەتی)
- Derûnnasiya dadî / dadwerî (forensic psychology، دەروونناسیی دادوەری)
- Derûnnasiya perwerdehiyê (educational psychology، دەروونناسیی پەروەردە)
- Derûnnasiya tendirustiyê (health psychology، دەروونناسیی تەندروست)
- Derûnnasiya rengan (color psychology، دەروونناسیی ڕەنگ)
- Noroderûnnasî/derûnnasiya demarî (neuropsychology، دەروونناسیی دەمار)
- Derûnnasiya lihevhatinê (adjustment psychology، دەروونناسیی گونجان)
Comments