- Gelo Em Ji Xwebûna Xwe Dûr Dikevin?
(ceribandinek)
Destpêk
Serêsibê ku mirov çavên
xwe xewa şîrîn vedike, berî ku silavê bide tiştekî û kesekî, destê wî/wê diçe
ser telefonê. Di nav çend deqeyan de ew ji şer, kuştin, krîzên aborî, gotegotên
xelkê, wêneyên kesên bextewar û hişyariyên ji nû ve nûbûyî haydar dibe. Hê ranebûye,
hişê wî bi sed deng û wêneyan tije dibe. Ev rewşa rojane ya mirovê serdema me
ye û bi dîtina min mijara herî girîng a vê serdemê ne teknolojî bi xwe ye,
tiştê ku teknolojî bi derûna mirov dike ye.
Cihana niha bi du
pêvajoyên mezin re rû bi rû ye. Yek, hişê çêkirî – HÇ (artificial intelligence –
AI) ye ku ziman, wêne û ramanê diafirîne. Ya din, alozî û tevlihevbûna zanîn û agahiyan
e ku tê de rastî û derew bi hev ve diçin. Her du jî li ser pirsa herî kevn a
derûnnasiyê (psychology) disekinin: mirov kî ye, û ew bi çi awayî ji xwe û xwebûna
xwe haydar e?
Ez ê hewl bidim ku bi
alîkariya çend têgehên bingehîn ên derûnnasiyê (derûnkoleriyê) li vê mijarê binêrim:
hay (awareness), hişmendî (consciousness), derhişî (unconscious), ezî (ego),
xwebûn (self), şerm (shame) û trawma (trauma).
Hay û Hişmendî
Divê em du têgehan ji hev
cuda bikin. Hay (awareness) zanîn û haydarbûna ji tiştên li derdora me ye.
Hişmendî (consciousness) tiştekî kûrtir e: hêz û şiyana ji xwe-haydarbûnê, ji
raman û hestên xwe û ji cihana derxweyî. Mirov dikare ji sed tiştan haydar be,
lê ji xwe û xwebûna xwe haydar nebe.
Ev serdem hay û bayê me
pir zêde dike, lê hişmendiya me kêm dike. Em ji her çiyayê cihanê xeberan
werdigirin, lê kêm kes ji xwe dipirse: "Ez di vê gavê de çi hîs dikim?
Çima ev xeber min aciz dike? Ev hest ji ku tê?" Agahî bi lezûbez diherike,
lê raman hêdî diçe. Ji ber vê yekê mirovekî ku bi hezaran xeberan haydar e
dikare ji nav û hundirê xwe bêhay be.
Ev yek ne tenê
bêhnfirehiyeke takekesane ye, pergalek e. Platformên ragihandinê yên medyaya
civakî (social media platforms) ji bo ku mirov bi demdirêj tê de bimîne hatine
sêwirandin. Her pêlek nû, her hişyariyek (notification), her vîdyoyek kurt hiş û
aqilê me vedikişîne. Ev tişt di derhişiya (unconscious) me de dixebite, ji ber
ku em pirî caran nizanin çima destê me diçe telefonê. Heta ku mirov derhişiya
xwe hişyar û hişmend (conscious) neke, ew ê jiyana me bi rê ve bibe û ew ê her
jê re "bext" û "qeder" bibêje. Îro ev "qeder" pirî
caran algorîtmayek e.
Derhişî û Dubarebûn
Derhişî beşa hişê me ye ku
em jê ne haydar in, lê bandora wê li ser reftar û tevgerên me mezin e. Arezû û
xwestekên tepisandî, trawmayên tepeserkirî û hestên nehatine jiyîn li wir
dimînin.
Çima mirov saetan li ser
ekranê dimîne û paşê ji xwe aciz dibe? Çima kesek her şev heta nîvê şevê
xeberên xerab dişopîne (doomscrolling) dema ku dizane ev ji wî/wê re ne baş e?
Bersiva derûnnasiyê ev e: ev reftar tenê bi arezû û daxwazek hişmend nayê
ravekirin. Di binê wê de hewcedariyek tê veşartin: hewcedariya aramiyê,
hevaltiyê, kontrolê an jî rageşî û tirseke ku nayê bi nav kirin.
Gotinên ku nehatine gotin
winda nabin. Hestên ku der nebin, weke miriyên ku zindî tên veşartin, paşê bi
şêweyên xerabtir derdikevin holê. Dema mirov hestên xwe bi riya ekranê
vedişêre, ew hest naçin. Ew bi şêweya bêxewî, tengezarî û bêhêvîtiyê û êşên
laşî vedigerin. Bibîranîna azad (free association) zimanê derhişiyê ye, û îro
mirov bi dehan sal e axaftina xwe ya azad bi şopandina ekranê vediguherîne. Di
cihê ku dilê xwe ji kesekî re vebike, tenê dibîne û dişopîne.
Ezî (ego)
Peyva ezî (ego) îro pir tê
bikaranîn, lê bi gelemperî bi wateyeke şaş: wekî quretî û xwe-perestî. Lê di
derûnnasiyê de ego "ez"iya mirov e, bingeha hiş û aqil û hevsengiya
kesayetiyê ye. Li gorî Freud, di derûna mirov de sê hêz hene: nizimezî (id), ku
arezûyên pêşî û hov in; bilindezî (superego) ku wijdan û qaîdeyên civakê ye; û ezî
(ego) ku di navbera wan de hevsengiyê datîne û mîna dadwerekî hişyar û hişmend
tevdigere.
Di serdema me de ev
hevsengî ji her demî dijwartir bûye. Îd (nizimezî) îro hemû tiştî bi lezûbez
dixwaze: kêf, dîtin, pejirandin, ecibandin (likes), nirx. Platform hemû bersivên
bilez pêşkêş dikin. Bilindezî (superego) jî ji her demî bi hêztir e, ji ber ku
mirov di her gavê de ji aliyê çavên bêhejmar ve tê dîtin û dadgehkirin. Tiştê
ku berê tenê ji aliyê malbat û taxê ve dihat dîtin, îro ji aliyê cihanê ve tê
temaşekirin. Ezî (ego) di navbera vê du zextan de dişkê.
Mirovê ku eziya xwe winda
bike nikare di nav civakê de cihê xwe bigire û nikare rastiya jiyanê fêm bike.
Ji ber vê yekê parastina eziyê ne hewcedariyek quretî ye, hewcedariyek tendirustiyê
ye. Mirovê xwedî xwebûn û eziya saxlem dikare bêje: "Ev xeber giran e, ez
ê îro pê de vê êdî nebînim." Dikare bêje: "Ev vîdyo ji bo ku min aciz
bike hatiye çêkirin." Ev hêz û şiyana rawestanê ye û ew ji bo hişê me îro
ji her demî hêjatir e.
Hişê Çêkirî û Pirsa Xwebûnê
Îro yek ji mijarên herî
germ ên cihanê hişê çêkirî – HÇ (artificial intelligence – AI) ye. Makîneyên ku
dikarin binivîsin, bipeyivin, wêneyan çêbikin û bi mirov re hevpeyivînê bikin
êdî di jiyana rojane de ne. Gelek kes ji wan ditirsin ku ew ê karê wan ji wan
bistînin. Lê pirsa kûrtir a derûnî ev e: ev makîne dê çi bi xwebûna (self)
mirov bikin?
Xwebûn bi ziman tê ava
kirin. Mirov eziya xwe di xwebûna xwe de nas dike, xwebûna xwe jî di zimanê
xwe, zimanê dayikê, de tekûz dike. Dema ziman bi awayekî mekanîkî tê
hilberandin, du xetere derdikevin pêş. Ya yekem, mirov dikare hêdî hêdî bawerî
bi dengê xwe yê navxweyîn (hundirîn) winda bike û hertiştê ku bi xwe nenivîsiye
ji xwebûna xwe re bigire. Ya duyem, zimanên bêdewlet ên weke Kurdî di rewşeke
xeternak de ne. Heke makîne zimanên mezin baş bizanin lê yên bêdewletî nizanin,
hêdî hêdî mirovên van zimanan jî dikarin ji zimanê xwe dûr bikevin, ji ber ku
"ziman bo yê xwedî dewlet hêsantir e".
Mirov nasnameya xwe (identity)
di ziman de nas dike û bi windakirina nasnameyê dibe mîna heyberekê (object).
Ev gotin îro ji her demî rasttir e. Dema ziman ji destê gel derdikeve, gel jî
ji kirdeyê (subject) vediguhere tiştekî ku yên-din li ser diaxivin, ne tiştekî
ku bi xwe diaxive. Ji ber vê yekê parastina zimanê dayikê di serdema HÇê (AI)
de ne nostaljî ye, parastina xwebûnê bi xwe ye.
Lê divê em tenê ji aliyê
xirab ve neyê dîtin. Ev teknolojî dikare ji bo zimanên bêdewlet jî derfetek be,
mînak ji bo wergerandin, ferheng û bi dehan sal berhemên wêjeyî yên ku di
xetereyê de ne. Hertişt bi wê yekê ve girêdayî ye ka kî û bi çi armancê wê bi
kar tîne. Heke gel bi xwe wê bi kar neyne, yên-din wê bi kar bînin.
Tenêtî û Hevaltiya Sexte
Girêk û paradokseke mezin
a serdema me ev e: em ji her demî bêtir bi hev ve girêdayî ne, lê ji her demî
tenêtir in. Gelek lêkoler behsa "epîdemiya tenêtiyê" (loneliness
epidemic) dikin. Sedan "heval"ê mirov li ser ekranê heye, lê di demên
dijwar de kesekî ku bi telefon bike nîne.
Têgeha tendirustiya derûn-civakî
(psycho-social health) li vir girîng e. Ew hevsengiya di navbera aliyê derûnî û
jiyana civakî ya mirov de ye: têkiliyên bi malbat, heval û civakê û hesta
girêdanê, piştgirî û hevgirtinê vedihewîne. Têkiliyên dîjîtal dikarin ji vê
pirekê beşek bin, lê nikarin şûna wê bigirin. Hevaltiya rast dem, bêdengî,
çavdêriya rû û hebûna laşî dixwaze. Ekran van tiştan nade mirov.
Hişmendiya sexte (false
consciousness) jî li vir tê holê. Fikr û ramaneke ku nîzameke bi zorê weke
siruştî û adil nîşanî me dide û nahêle mirov berjewendiyên xwe yên rast bibîne.
Îro gelek kes wisa bawer dikin ku nirxê wan bi hejmara şopînerên wan, bi
dîtinên wan, bi jiyana xweşik a ku nîşanî wan didin tê pîvandin. Ev ne rastiyek
e, pergal û nîzamek e. Û ev nîzam bi me re dilîze, ji ber ku em bi xwe jî
beşdarî wê dibin.
Şerm
Şerm (shame) hestek kûr e.
Tawanbarî (guilt) ji tiştê ku me kiriye çêdibe. Şerm ji tiştê ku em in sadir
dibe. Mirovê tawanbar dibêje "Min tiştekî xerab kir." Mirovê şermok
dibêje "Ez xerab im."
Serdema ekranan makîneyeke
mezin a şermê ye. Her kes jiyana xwe ya herî xweş nîşanî hev didin û yê-din bi
wê jiyana "çêkirî" xwe dipîve. Ciwanek ku vedişêre ku dîplomaya wî hê
karek ji wî re nediye, dema li jiyana hevalê xwe yê li ser ekranê dinêre, hîs
dike ku "tiştek di wî de şaş e." Ev ne tawanbarî ye, şerm e. Û şerma
ku bi bêdengî tê nixumandin, mezintir dibe.
Lê şerm tenê ne dijmin e.
Mirov carinan ne ji xelkê, lê ji wijdanê xwe şerm dike û ev ji şerma li ber
xelkê hêjatir e. Şaşî bi xwe ne tiştekî şermê ye. Şerm ew e ku mirov şaşiyê
sererast neke. Mirovê ku hesta wî ya şermkirinê bi temamî ji holê radibe, gelek
tiştên din ên wî jî pê re ji holê radibin. Pirsgirêk ne ew e ku em şerm dikin.
Pirsgirêk ew e ku em ji bo tiştên ku ne şaşî ne, ji bo xwebûna xwe ya siruştî,
dişermin.
Trawma
Rojane xeberên şer,
koçberî, erdhej, kuştin û lêdana mirovan di ber çavên me re derbas dibin. Hişê
mirov ne ji bo ewqasî êşê hatiye afirandin. Ev rewş bi me re trawmaya duyemane
(secondary trauma) çêdike: mirov bi xwe êş ne kişandiye, lê bi dîtina êşa kesên
din ew jî birîndar dibe.
Dema trawma demdirêj û
berdewam be, derûn dikare ji xwebûna xwe re bigirî. Mirov hêdî hêdî hest nake.
Ji vê re diyar e ku ew ne bêhest e, ew berevaniyek e: derûn xwe diparêze. Lê ev
berevanî bi xwe bihayê xwe heye.
Li vir têgeha şînê
(mourning) pir girîng e. Gava ku mirov tiştekî giranbiha winda dike, divê şîna
wê bikşîne. Lê şîna ku nebûye şûn ango nehatiye jiyîn, dibe malxulyanî
(melancholia). Îro gelek civak û gel şînên xwe yên nejiyayî hildigirin: welat,
ziman, kesên windabûyî, jiyanên windabûyî. Ev şînên veşartî di nifşên siberojê
de dîsa derdikevin holê. Ji bo ku ev şîn bêne jiyîn, mirov hewce dike ku cihê
wan hebe: di wêjeyê de, di huner û muzîkê de, di axaftina bi hev re.
Her wiha tepisandin
(repression) ne jibîrkirin e. Ew bîranînek e ku li pişt derî asê maye û hê jî
li derî dixe. Civakên ku trawmayên xwe tepisandine, bi şêweyên din dubare
dikin: bi şîdetê, bi bêdengiyê, bi nefretê.
Nûşiyan
Gelo ev rewş hemû tarî ye?
Na. Derûnnasî ne tenê li nexweşî û êşê dinêre, li hêza vegerê jî dinêre.
Nûşiyana derûnî
(psychological resilience) hêz û şiyana vegerîna ji qrîz û qeyranê, windakirin
an trawmayê ye û bi lezûbez xwe adaptekirin bi rewşa nû ye. Ew ne zirav-bûn an
nehestkirin e. Mirovê nûşiyan hest dike, lê dikare ji nû ve rabe. Sermiyanê
derûnî (psychological capital) jî ji çar beşan pêk tê: hêvî, xwebawerî, nûşiyan
û geşbînî (optimism). Ev çar çavkanî dikarin bi pratîkê werin xurtkirin.
Aloziya dil an dilqirfokî
(vulnerability) jî ne nîşaneya bêhêziyê ye. Ew pîvana herî rast a wêrekiya me
ye. Di serdemek ku her kes xwe xurt nîşan dide, mirovê ku dikare bêje "Ez
baş nînim" ji hemûyan wêrektir e.
Encam
Tiştê ku serdema me ji me
dixwaze, bi dîtina min, ne ew e ku em ji teknolojiyê bireviyin. Ev ne mimkûn e
û ne jî hewce ye. Ew e ku em wê bi hişyarî û hişmendî bi kar bînin.
Erka bingehîn a mirovan di
jiyanê de ew e ku xwebûna (self) xwe ji nû ve biafirîne. Di serdemek ku her
tişt me ber bi bêhişmendiyê ve dikişîne, afirandina xwebûnê her ku diçe bêtir
tê wateya berxwedanê. Nakokiya (paradox) herî balkêş jî ev e: dema
"ezî" xwebûna xwe weke ku "ez im" qebûl dike, hingê dikare vebiguhere.
Her hewldana veguherînê bi qebûlkirina xwebûnê (self-acceptance) dest pê dike.
Ne bi berawirdkirina bi yên din, ne bi xwe-dadgerkirinê, bi qebûlkirina rast.
Em dikarin tevî ekran,
algorîtma û makîneyan, hê jî weke xwe mirov bimînin, bi şertê ku em ji xwe
bipirsin: "Ez kî me? Ez çi hîs dikim? Zimanê min çi ye? Şînên min çi
ne?" Heta ku ev pirs di hundirê me de bijî, xwebûn jî dijî. Û wekî ku tê
gotin: zimanê xwe zanibin, da ku hûn xwebûna xwe zanibin.



Comments