Skip to main content

Çi gavî Kurd ji xwe ra bin, tu kes bi wan nikare.

Sûcê pîsiya me ye. Pîsî em dikine, ji me ra xweş tê.

Evana gî derew in. Eger ji bo miletê xwe bixebitiyana, ew ê ji hev hez bikirana. Ne giş Kurd in? Radibin şerê hev dikin. Kî ji me pîs e? Em her du jî pîs in. Yek ji ê din hebekî pîstir e. Yanê, ne ku yekî pîs e û yekî pak e. Gava ez û tu em şerê hev bikin, em her du jî pîs in.

Dîsa sûcê me bû. Îro jî, bala xwe bidê, li îraq ê li hev dixin, li îranê li hev dixin, li tirkiyê li hev dixin, li vira (surî) paşgotiniya hev dikin. 

Tenê bila bi pîsî mera nemire. Bila bi pakî bimre. Mera bi pîsî maye di bin lingê xelkê de, zulm lê bûye, neheqî lê bûye!…

Çi qîmeta wê heye? Qîmeta wê jiyanê nîne. Ne xweziya bi wî mêrî ku bixwaze jiyaneka pîs, bi cers û bi qeşmerî …

Nanê xelkê mexwe, bila xelk bizani be mera çawa nanê xelkê na xwe. Ê ku nanê xelkê nexwe, serê wî tim î bilind e; ê ku xwe ji zulmê ra danîne, serê wî tim bilind e; ê ku serê xwe dîne, wê di pîsiyê de here. 

Em tim dixwazin li pê şopa bav-kalên xwe herin, şopa bav-kalên me pîs e. Ji xulamiyê pê ve tiştek ji me ra ne hîştine. Ê me yê ku çûye bûye beg, xulamê xelkê bû; ê me yê ku çûye bûye axe, xulamê xelkê bû; ê bûye paşa, xulamê xelkê bû. Nexwestin ji xwe ra bin, çûne ji xelkê ra bûne.

Em derin ê xwe yî rind berdidin bi ê xelkê yî pîs digrin. Li cem xelkê jî karên pak hene û pîs hene. Derin ê xelkê yî pak na grin û ê xwe yî pak jî berdidin. Em derin bi ê xelkê yê pîs digrin û em holê bi carekê pîs dibin.

Gava em dibêm ew ji nezaniya me hatiye, em hinekî qedra xwe digrin. Bi Xwedê, ji pîsiya me tê.

Peyayê hêja di me de tune ne. Apo, pîsî di me de ye. Em dibin peyayên xelkê, xelk me bi zorê nake peyayên xwe. Niha, gava ez na çim ber deriyê hukmetê, ew dikarin min bi zorê bibin? Dikarin min têxin hebsê, lê ez na çim ber deriyê wan. Ê me yê kirine, pere xwarine û kêf kirine, Kurd îro pesna wan jî didine, çima Kurd di vî warî de ne gîhane, gelekî reben in. Belê gişkî xwenda ne. Bi xwendinê mera nabe peya. Gava merivekî xwenda bê sinçî be pirr xirab e. Xwendayê pirr jî xirabiya milet pirr dikin.

Gava dijminê me xwestine serdestiyê li me bikin, ji berê da bi hezar salan, pîsên me anînekirine serok. Kî pîs bûye, li pê wan çûye, ew anînekirine serên me: bûye beg, bûye axa, bûye paşe… îca, em bindestê peyayê kolîdar de mezin bûne. Ev rêya pîs e. Xulamiya xelkê kirin jê pîstir tune ye. Lê, tevî wê, divê em şerê wî nekin, silavê ne dinê. Ev tenê têrê dikê û zêde ye jî. Ê ku ne xulamê xelkê ye, xwedî ramanan bin, divê em qedra ramanên wî bigrin. Niha, me lê hez nekir, pişta xwe bidê. Em her kes bi fikra xwe, ji miletê xwe ra bin, em ê qenciyê bêtir bikin, em ê bigêne hev û em ê serê dijminê xwe jî bişkênin. Bi Xwedê, gava em şerê hev bikin, tu carî berê me na gihê hev.

Û hukumeta peyên pîs danîne ser me: ê kirine beg, ê kirine axa, ê kirine mîr, ê kirine paşa… Evana gî peyayên wan bûne. Îca, gava em dixwazin xwe ji bindestiyê derxînin, dûrî wan em xwe kêm dibînin. Yanê, mîna merivekî ku tu kurkê wî jê bêxî. Divê em xwe hîn bikin ku em bê kurk bimînin. Ew kurkê pîs ji ser pişta xwe bavên.

Bibin Komonîst, Komonîstên Kurd, Kurdên Komonîst

Ne herin bibin Komonîst ên xelkê. Apo, em peyê xelkê ne. Gava em derin ser dînekî, em dibin peyayên wan, gava em derin ser mezhebekî, em dibin peyayên wan. 

Apê Osman Sebrî

Çavkanî

https://brahimaluci.blogspot.com/2023/04/welatpareze-heja-apo-osman-sebri.html

Comments

Popular posts from this blog

BI NÊRÎNEKE DERÛNKOLERÎ XEWN

Destpêk Xewn ji wan hêman û diyardeyên mirovî ye ku ji dêrîn ve balê dikişîne ser xwe û bûye mijara gelek zanist û zanyariyên li ser mirov, ji ol û mîtolojiyê bigire heta civaknasî, stêrknasî û derûnnasiyê. Her yek ji van waran li gorî binge û çarçoveya xwe ya têgihiştinê xwe nêzî xewnê kiriye û li gorî wê jî wateyek û şîroveyek jê derxistiye. Di gelek civakên olî de xewn weke amraza ragihandinê ya di navbera mirov û hêza pîroz de tê dîtin û takekes li gorî tiştên ku di xewna xwe de dibîne, jiyana xwe ya rojane ava dike an biryaran digire. Lêbelê armanca vê nivîsê ne ew e ku em her yek ji van nêrînan bidin ber hev, lê belê em ê tenê li ser aliyê wê yê derûnî bisekinin, bi taybetî li gorî bîrdoziya derûnkoleriyê (psychoanalysis) , ya ku Sigmund Freud avakerê wê ye û ji bo têgihiştina mirov û giyanê wî pêşkeşî zanistê kiriye. Xewn û Cih û Warê Wê di Nav Bîrdoziya Freud de Li gorî bîrdoziya derûnkoleriyê, di nav xewnê de rêç û şopên qonaxên pêşî yên jiyana zarokatiyê hene, ji ber vê...

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...