Skip to main content

NASNAME:

Bi Nêrîneke Derûnkolerî

(Psychoanalytic Perspective)

Destpêk

Mirov çi ye? Ev pirs ji destpêka felsefeyê ve hizirmendan (ramanwer) mijûl kiriye. Derûnkolerî (psychoanalysis) jî vê pirsê bi awayekî din dipirse: mirov çawa dibe “ez”? Nasname (identity) ne tiştekî ji dayikbûnê ve amade ye. Ew di zaroktiyê de, di têkiliya bi kesên din (others) re, bi ziman û çandê re hêdî hêdî tê avakirin. Ji ber vê yekê nasname ne tenê bersiva pirsa “ez kî me?” ye, bersiva pirsa “ez çawa bûm ewê ku ez im?” e jî.

Ez (Ego) û Avabûna Nasnameyê

Freud (1923) di di Ezî û Nizmeziyê (The Ego and the Id) de dibêje ku ez (ego) ji destpêkê ve ne tiştekî têkûz e. Ew ji şopên girêdanên berê ango barkirna vejena heyberan (object-cathexis) û ji nasnameyên xwewkdîtinên (identification) ku mirov bi kesên girîng ên jiyana xwe re çêdike, tê avakirin. Ez her dem di navbera sê hêzan de hevsengiyê diparêze: nihiçk û ajoyên derhişî (unconscious drives) yên Ew ango nizimezî (id), arezû û daxwazên cîhana derxweyî (derve) û qedexe û îdealên bilindeziyê (superego). Gava ev hevsengî têk diçe, nîşaneyên nexweşiyên derûnî (symptoms) xuya dibin.

Erikson (1968) ku ji kevneşopiya derûnnasiya eziyê (ego psychology) tê, vê dîtinê berfireh dike. Li gorî wî mirov di her qonaxa jiyanê de bi qeyraneke derûncivakî (psychosocial crisis) re rû bi rû dimîne, û nasname bi çareserkirina van qeyranan xurt dibe. Nasname sabît nîne. Ew bi hewl û kul, bi kêf û têkçûn û bi serkeftinê tê avakirin.

Xwebûna Rastîn û Xwebûna Sexte

(True Self and False Self)

Winnicott (1960) di navbera xwebûna rastîn (true self) û xwebûna sexte (false self) de cûdahiyeke bingehîn datîne. Xwebûna rastîn ji reftar û tevgerên xwezayî (siruştî) yên zarok (spontaneous gesture) dest pê dike. Ji bo ku ew xuya bibe, zarok hewceyî jîngeheke parastinê (holding environment) û dayikeke bi têra xwe baş (good-enough mother) e, ya ku bersiva hewcedariyên wî/wê dide û ji hestên wî/wê natirse.

Heke jîngeh ne ewle be û zarok ji tirs û rageşiya redkirinê neçar bimîne ku xwe bi arezû û daxwazên kesên din re biguncîne (compliance), xwebûneke sexte çêdibe. Ev xwebûn mîna maskeyekê xwebûna rastîn diparêze. Lê gava ew bibe tekane rêya jiyanê, mirov bi hesta valahî û bêwateyiyê dijî û di nava tirs û rageşiyeke kûr (deep anxiety) de dimîne, ji ber ku jiyana wî/wê li ser bingeheke ne siruştî û xwezayî hatiye avakirin.

Ziman û Kirde (Subject)

Lacan (1966) di derûnkoleriyê de cihekî bingehîn dide ziman. Li gorî wî zarok di qonaxa neynikê (mirror stage) de cara yekem xwe wekî yekparçeyekê dibîne. Lê ev wêne ji derve tê û ji xwebûna wî/wê re hinekî xerîb e (imaginary). Piştre zarok dikeve nav rêza sembolîk (symbolic order), yanî nav, qanûn û zimên. Ew ji dayik dibe, lê wekî kirde (subject) di zimên de û bi zimên tê avakirin. Lacan herwiha dibêje ku derhişî (unconscious) mîna zimanekî binyadî hatiye avakirin (structured like a language).

Ji vê nêrînê, zimanê dayikê ne tenê amûrek ragihandinê ye. Ew deng û peyvên yekem ên dayikê ne ku di derhişê de hatine hûnandin. Gava zimanek tê qedexekirin an kêm tê dîtin, tîra birînê ne tenê li ragihandinê dikeve, li kirde bi xwe jî dikeve. Ji ber vê yekê windakirina zimanê dayikê windakirina beşekî ji xwebûnê (self) ye.

Bindestî û Navxweyîkirin (Internalization)

Fanon (1952) di analîza xwe ya kolonyalîzmê de nîşan dide ku bindestî ne tenê siyasî û aborî ye, derûnî ye jî. Kesê bindest wêneyê serdestê xwe yê bi ser xwebûna xwe dixe piştî demekê wê dixe hundurê xwe ango navxweyîkirina îmaj û wêneyê kolonyalîst (internalization of the colonizer’s image), û ev yek dibe sedema hest û girêka kêmbûnê (inferiority complex). Em dikarin vê bi têgîna bilindeziyê (superego) ya Freud re fêm bikin: dengê serdest dibe dengê hundurîn ê mirov, û mirov xwebûna xwe bi destê xwe dadgeh dike.

Anna Freud (1936) mekanîzmayeke berevaniyê (defence mechanism) bi navê xwewekdîtina bi êrişkar re (identification with the aggressor) vedibêje. Mirov ji bo ku ji tirs û rageşiyê xilas bibe, xwe bi kesê ku jê ditirse re wekhev dike. Bi vî awayî kesê bindest nirxên serdest wekî yên xwe dipejirîne lêbelê destpêka wêrankirina xwebûna xwe ye

Fromm (1941) di Reva ji Azadiyê (Escape from Freedom) de dibêje ku azadî ne tenê arezû û xwestek e, tirs û rageşiye jî. Azadî berpirsiyarî û ne-ewlehiyê tîne, û mirov carinan ji vê tirs û rageşiyê direve û xwe teslîmî otorîteyekê dike (authoritarianism, conformity). Mirovê bindest di navbera arezû û xwesteka jiyanê (will to life) û tirs û rageşiya ji serbestiyê (fear of freedom) de dimîne, û ev nakokî xwebûna wî/wê parçe dike.

Wate û Azadiya Hilbijartinê

Frankl (1946) dibêje ku mirov ne ji bo kêf û zewqê (pleasure), ji bo wateyê dijî. Ev dîtin rasterast bi rêgeza kêfê (pleasure principle) ya Freud re di nîqaşê de ye. Ji nêrîna derûnkolerî, lêgerîna wateyê dikare bi xebata şînê (mourning) û xebata xebitandina birînan (working through) ve were girêdan. Mirov bi vê xebatê windakirin û kulên xwe dike beşek ji çîroka xwebûna xwe. Frankl bi xwe ev têgîn red dikir, lê di nîqaşa wan de xalên hevpar jî hene: tevî şert û mercên jiyanê, mirov dikare helwesta xwe hilbijêre. Ev azadiya hilbijartinê (freedom of choice), çiqas biçûk be jî, bingeha rûmet û nasnameyê ye.

Encam

Nasname ne tiştek e ku ji derve were dayîn an bi darê zorê were stendin. Ew di hundurê mirov de, di têkiliya bi ziman, çand û kesên din re tê avakirin. Xwebûna rastîn (true self) tenê di jîngeheke ewle de xuya dibe. Ji bo vê, divê mirov ji tirs û rageşiya nepejirandinê û ji îmaj û wêneyê serdestên di hundurê xwe de (internalized authority) azad bibe. Ev pêvajo hêsan nîne û demeke dirêj dixwaze. Tedawî û terapiya derûnkolerî (psychoanalytic therapy) jî bi afirandina jîngeheke ewle (holding environment) cihekî ji vê pêvajoyê re vedike.

Ziman di vê pêvajoyê de cihekî sereke û navendî ji xwe re digire. Ngũgĩ wa Thiong’o (1986) dibêje ku ‘dekolonîzekirina hiş bi dekolonîzekirina zimên dest pê dike’. Ji ber vê yekê xwedî derketina li zimanê xwe hem kiryareke derûnî ye, hem civakî, hem jî siyasî ye.

 

Çavkanî

 

Comments

Popular posts from this blog

BI NÊRÎNEKE DERÛNKOLERÎ XEWN

Destpêk Xewn ji wan hêman û diyardeyên mirovî ye ku ji dêrîn ve balê dikişîne ser xwe û bûye mijara gelek zanist û zanyariyên li ser mirov, ji ol û mîtolojiyê bigire heta civaknasî, stêrknasî û derûnnasiyê. Her yek ji van waran li gorî binge û çarçoveya xwe ya têgihiştinê xwe nêzî xewnê kiriye û li gorî wê jî wateyek û şîroveyek jê derxistiye. Di gelek civakên olî de xewn weke amraza ragihandinê ya di navbera mirov û hêza pîroz de tê dîtin û takekes li gorî tiştên ku di xewna xwe de dibîne, jiyana xwe ya rojane ava dike an biryaran digire. Lêbelê armanca vê nivîsê ne ew e ku em her yek ji van nêrînan bidin ber hev, lê belê em ê tenê li ser aliyê wê yê derûnî bisekinin, bi taybetî li gorî bîrdoziya derûnkoleriyê (psychoanalysis) , ya ku Sigmund Freud avakerê wê ye û ji bo têgihiştina mirov û giyanê wî pêşkeşî zanistê kiriye. Xewn û Cih û Warê Wê di Nav Bîrdoziya Freud de Li gorî bîrdoziya derûnkoleriyê, di nav xewnê de rêç û şopên qonaxên pêşî yên jiyana zarokatiyê hene, ji ber vê...

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

  Apo : Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim. A. : Em ji xwe ra bipeyvin. Apo : Em bipeyvin, serçava.   Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve 'eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê here . Gava here, me'na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e . Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: "Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire". Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: "Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi 'eqlê xwe û bi fikra xwe". Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: "Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin". Eva mumkun e. Lê, a keti...

DERÛNNASÎ (PSYCHOLOGY)

  Derûnnasî lêkolîna zanistî ya hiş (mind) û reftarê (behavior) ye. Mijarên wê tevger, reftar û diyardeyên hişmendî (conscious phenomena) û derhişî (unconscious phenomena) ên mirov û ajalan û pêvajoyên hiş (mental processes) ên weke ramandin (thoughts), hest (feelings), nihiçk (drive) û handanê (motives) vedihewîne. Derûnnasî dîsîplîneke akademîk a berfireh e ku sînorên wê sînorên zanistên xwezayî (natural sciences) û civakî (social sciences) derbas dike. Derûnnasên zindewerî (biological psychologists) hewl didin ku taybetmendiyên derketî yên mêjî fêm bikin û vê dîsîplînê bi zanista mêjî norozanistê (neuroscience) ve girê bidin. Weke zanyarên civakî (social scientists), armanca derûnnasan jî ew e ku tevger û reftarên takekesan (individuals) û koman fêm bikin. Pisporekî pîşeyî an jî lêkolerek ku di vê dîsîplînê de dixebite weke derûnnas (psychologist) tê binavkirin. Hin derûnnas dikarin weke zanyarên reftarî (behavioral scientists) an jî zanyarên venasînî (cognitive scientists) ...