Destpêk
Em ê hin
têgehên bingehîn ên derûn û derûnnasiyê (psychology) û derûnkoleriyê
(psychoanalysis) bi çarçoveya zimanê dayikê, trawma û bindestiyê (subalternity)
ve ji nêzîkatiyeke teorîk û vekolînî û têgehên ezî (ego), nizimezî (id),
bilindezî (superego), hişmendî (consciousness), binhişî (subconscious) û
derhişî (unconscious) rave bikin. Rageşî (anxiety), mekanîzmayên berevaniyê
(defense mechanisms), şerm (shame), tawanbarî (guilt), berzkirin (sublimation)
û bergirî (resistance) bi hev ve girê bidin. Xwebûn (self) bi ziman tê avakirin
û dema ziman, nasname (identity) û hestên mirov di bin zextê de bin, derûn jî
birîndar dibe. Di beşa dawî de jî em ê rewşa guncav, bi taybetî zihniyeta
girseyî (herd mentality) di serdema dîjîtal de, tengezariya derûnî
(psychological tension) û girîngiya terminolojiya derûnnasiyê ya bi kurdî, binirxînin.
Peyvên
sereke (Keywords): ezî (ego), derhişî (unconscious), xwebûn (self),
rageşî (anxiety), ziman (language), trawma (trauma), bindestî (subalternity)
Nizimezî, Ezî û Bilindezî
Li gorî
Freud, kesayetî ji sê beşan pêk tê. Nizimezî (id) hest, arezû û xwestekên
xwezayî û hov ên weke birçîbûn û daxwazên zayendî vedihewîne; ew tiştê dixwaze
di wê kêlî û gavê de dixwaze. Bilindezî (superego) wijdan, qaîdeyên civakê,
exlaq û şermê temsîl dike. Ezî (ego) di navbera van her duyan û rastiyê
(reality) de hevsengiyê datîne, weke dadwerekî hişyar, hişmend (conscious) û
realîst tevdigere. Ji ber vê yekê mirov bê ezî nikare di nav civakê de cihê xwe
çêbike û rastiya jiyanê fêm bike. Erk û qewata eziyê (ego function, ego
strength) bi tehemûlkirina stres û rageşiyê, ceribandina rastiyê (reality
testing) û adaptasyonê (adaptation) tê pîvandin.
Hişmendî, Berhişî, Binhişî û Derhişî
Hiş ne
yekpare ye. Hişmendî (consciousness) hêz û şiyana ji xwe haydarbûnê ye. Berhişî
(preconscious) ew tişt e ku niha ne di hişmendiyê de ye lê bi hêsanî dikare
were bîra mirov. Binhişî (subconscious) bi gelemperî ji bo zanyarî û adetên bi
hêsanî tên bibîranîn tê bikaranîn. Derhişî (unconscious) beşa hiş e ku mirov jê
ne haydar e, lê arezû û xwestekên tepisandî (repressed) û trawmayên veşartî tê
de ne û bandora wan li ser reftar û tevgerê her berdewam e. Têbînî ya
terminolojîk: di hin nivîsên kurdî de “binhiş” di şûna “derhiş” de jî hatiye
bikaranîn (Alan, 2015); ji bo zelaliyê,
“binhişî” ji bo subconscious û “derhişî” ji bo unconscious bi kar e.
Jung astek
din jî lê zêde kir: derhişiya hevpar (collective unconscious), ya ku hemû mirov
parve dikin û ji arketîp (archetype) û sembolên mîradî pêk tê. Durkheim jî bi
têgeha hişmendiya hevpar (collective consciousness) rave kir ka bawerî û hestên
hevbeş çawa civakê bi hev ve girê didin.
Rageşî û Mekanîzmayên Berevaniyê
Rageşî
(anxiety) ne tenê yek rewş e. Freud rageşiya heyben (objective anxiety), ya ku
bersiva xetereke rastîn a derve ye, ji rageşiya norotîk (neurotic anxiety) ya
ku ji hundir tê û bi tirsa ji bilindbûna xwestekên nizimezî ve girêdayî ye,
cuda dikir. Rageşiya bilindeziyê (superego anxiety) weke sûcdarî û şerm xwe
nîşan dide. Horney rageşiya bingehîn (basic anxiety) weke hesta bêpariziyê û
bêhêziyê ya ku di zarokatiyê de ji hawîrdoreke nebaş çêdibe, danî. Hin cureyên
din ev in: rageşiya civakî (social anxiety), rageşiya hebûnî (existential
anxiety) ya li ser mirin û wateya jiyanê û nexweşiya rageşiya giştî
(generalized anxiety disorder) ya ku xema zêde û domdar e.
Gava rageşî
ji eziyê re zêde dibe, ew mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) çalak
dike (A. Freud): înkar (denial), tepisandin (repression), rengvedan
(projection) û berzkirin (sublimation). Tepisandin ne jibîrkirin e; ew
bîranînek e ku li pişt derî asê maye. Berzkirin jî mekanîzmayeke ku enerjiya
xwesteka nepejirandî dike çalakiyên bi nirx ên civakî, weke huner û zanist. Lê
carinan, berzkirin maskeya tiştê tepisandî ye û mirov nexweşiyên xwe di nava
peyvên xweş de vedişêre.
Hestên
tepisandî (repressed emotions) winda nabin; ew bi şêweyên din, bi nîşanên laşî,
xewnan an reftarên nedilxwaz, xwebûna xwe dibînin. Ji ber vê yekê, rageşî ne
tenê “nexweşiyek” e; ew di heman demê de îşaretek e ku nakokiyeke wê ya
hundirîn (navxweyîn) heye û pêdivî bi bihîstin û watedarkirinê heye.
Ziman û Xwebûn
Xwebûn
(self) bi ziman tê avakirin. Mirov eziya xwe (ego) di xwebûna xwe de nas dike û
xwebûna xwe jî di zimanê dayikê de tekûz dike. Derbirîna rasteqîn a hest, raman
û daxwazan bi zimanê dayikê pêk tê, ji ber ku peyv ne tenê amûra ragihandinê
ne; ew kirdeyê (subject) ava dikin, sînoran diyar dikin û heyberê (object)
vediguherînin. Peyvek carinan ne tenê bîranînekê (memory), lê dîrokeke giştî ya
derûnê jî di xwe de hildigire.
Ev nêrîn bi
têgeha nasnameya ezî (ego identity) ya Erikson re hevaheng e: hesta domdar a
yekîtî û berdewamiya takekes li ser xwebûna xwe ye. Gava ziman tê qedexekirin,
kêmnirxandin an jibîrkirin, ev berdewamî tê şikandin. Mirov nasnameya xwe di
ziman de nas dike û bi windakirina nasnameyê dibe mîna heyberekê (object), ne
kirde (subject).
Bi heman
awayî, raz û sirên mirov di zimanê wî/wê de veşartî ne. Bibîranîna azad (free
association), teknîka sereke ya derûnkoleriyê, li ser vê bingehê ye: zimanê
derhişî (unconscious) bi peyvên bêserûber, xeletiyên devkî û bêdengiyan xwe
dide der. Gotinên ku nehatine gotin winda nabin; di derhişiyê de bi awayekî din
vedigerin.
Trawma, Bindestî û Hişmendiya Sexte
Di trawmaya
demdirêj de (long-term trauma), mirov dikare ji “xwe” û xwebûna xwe bikeve gumanê û şerm û tawanbarî
bi giranî hîs bike. Di trawmaya civakî ya berdewam de, takekes carinan bi
awayekî derhişî civaka xwe dide ber çêr û nefretê û hem xwe hem jî civaka xwe
tawanbar dibîne. Fanon bandora vê yekê li ser derûna kolonîkirî bi berfirehî
nivîsiye.
Du têgehên
girîng li vir hene. Yekem, cothişmendî (double consciousness) ya Du Bois: hesta
dubendî ya kesên ji komên bindest ku xwebûna xwe hem bi çavê xwe hem jî bi çavê
civaka serdest dibînin. Duyem, hişmendiya sexte (false consciousness): ramaneke
ku nîzama zordariyê weke siruştî û adil nîşan dide û nahêle kesên bindest
berjewendiyên xwe yên rast bibînin. Lê rê heye: bilindkirina hişmendiyê (consciousness
raising) ango hişyarkirina takekes an komê li ser mafên xwe û qebûlkirina
xwebûnê (self-acceptance), dikarin bibin destpêka guhertinê. Nakokiya (paradox)
balkêş ev e ku dema ezî xwebûna xwe weke ku heye qebûl dike, hingê dikare
biguhere.
Çawa şîn
(mourning) bi dawî nabe, wisa dibe malxulyanî (melancholia). Di nav civakên ku
şîna wan nehatiye jiyîn, ev bandor dikare nifşên piştre jî bigire. Frankl jî bi
tecrûbeya xwe nîşan da ku di rewşên herî giran de jî mirov helwesta xwe ya
azadiya hilbijartinê diparêze û wate (meaning) çavkaniyeke berxwedanê heye.
Şerm, Tawanbarî û Wijdan
Şerm (shame)
û tawanbarî (guilt) dişibin hev lê ne yek in. Tawanbarî bi tiştê me kirî ve
girêdayî ye; şerm bi tiştê em in ve. Tawanbarî dikare weke hêrsa navxweyî ya
nehatiye derbirîn bê fêmkirin. Şerm bi giranî ji bilindeziyê (superego) û
wijdanê tê û heke mirov bi tevahî ji şermê bê par bibe, nîşaneya hilweşîna
nirxan e. Mirov carinan ne ji xelkê lê ji wijdanê xwe şerm dike û ev şerma
navxweyî ji şerma li ber xelkê bihatir e, ji ber ku nîşan dide mirov hîn li
hemberî xwebûna xwe rast e. Lê şerma ku ji bêdengî û nepejirandina xwebûnê tê,
xwebûnê vedişêre û nahêle mirov xwe bi rastî bibîne.
Rewşa Guncav: Ziman, Girseyî û Tendirustiya Giyanî
Zihniyeta girseyî (garanê) di serdema dîjîtal de
Trotter
nesta komê/garanê (herd instinct) weke bingeheke civakîbûnê (socialisation)
şîrove kir û Freud jî derûnnasiya girseyê (group psychology) vekolî. Zihniyeta
garanê (herd mentality) meyla ku mirov bêyî raman û fikirîna serbixwe tiştê
piraniyê dişopîne ye; sedemên wê tirs û rageşiya ji tenêmayînê, hewcedariya
pejirandinê û baweriya “piranî rast e” ne. Di serdema medyaya civakî de ev
mekanîzm zûtir û bi qiyaseke berfirehtir dixebite: nirxandina bi lîk û
şîroveyan, tirsa ji redkirinê (rageşiya civakî) û bandora girseyî ya li ser
raman û reftarê. Hişmendiya girseyê (crowd consciousness) dike ku fikra
takekesî bi bandora komê biguhere û heke mirov xwebûna xwe (self) nas neke, ew
di nav girseyê de winda dibe.
Hêjayî
gotinê ye ku têgehên nêzîk lê cuda hene: nesta garanê (herd instinct) binyada zindewerî
(biyolojîk) ye, zihniyeta garanê encama wê ya di raman û reftarê de ye,
derûniya garanê (herd psychological) rewşa hestî ya di nav komê de ye û
derûnnasiya garanê (herd psychology) zanista ku van hemûyan lêkolîn dike. Ev
rêzkirina têgehî ji bo lêkolînên siberojê bi kêr tê.
Zimanê dayikê û tendirustiya derûn-civakî
Saxlemî û tendirustiya
derûn-civakî (psycho-social health) hevsengiya di navbera aliyê derûnî û jiyana
civakî ya mirov de ye û têkiliyên bi malbat, heval û civakê û hesta girêdan û
piştgiriyê vedihewîne. Dema ku ziman an nasname di bin zextê de be, ev hevsengî
dikare têk biçe. Di vê çarçoveyê de, derûnterapî (psychotherapy) bi zimanê
dayikê ne lûks e; ew şert e ku mirov bikaribe hestên xwe yên kûr bi rasteqînî
derbirîne. Ji ber vê yekê, avakirina termînolojiyeke derûnnasiyê ya kurdî
(mînak: derhişî, binhişî, xwebûn, ezî, bergirî) ne tenê karekî zimannasî ye; ew
beşek ji avakirina derfetên başkirina derûnî ye.
Nûşiyan û xweşbînî
Sermiyanê
derûnî (psychological capital) ji hêvî, bi xwebawerî, nûşiyan (resilience) û
geşbîniyê (optimism) pêk tê. Seligman nîşanî me da ku başbînî (optimism)
jêhatîbûnek e ku bi hînbûn û perwerdehiyê dikare were pêşxistin (learned
optimism), li hember bêçaretiya fêrbûyî (learned helplessness). Ev ji bo
civakên ku bi trawmayên dîrokî re rû bi rû ne, perspektîveke girîng e: nûşiyana
derûnî (psychological resilience) ne ew e ku mirov êşê înkar bike, lê ew e ku
mirov ji qeyranê vegere û xwebûna xwe bi rewşa nû re adapte bike.
Bergirî û Derûnterapî
Bergirî
(resistance) hemû hêz û reftarên ku nexweş bi zanebûn an bi nezanî li hemberî
eşkerebûna hest, bîranîn û rastiyên xwe yên derhişî nîşan dide; armanca wê
parastinê ew e ku eziyê ji êş û rageşiyê biparêze. Nîşanên wê yên klînîkî ev
in: bêdengî, vegotina sar û bêhest, derengmayîn, jibîrkirina hevdîtinê an
xewnan û başbûneke pir zû (pêşwext) ya xapînok. Bergirî ne dijminê
derûnterapiyê ye; ew nîşana ku birîn li ku eliqî ye. Heke derûnterapîst wê weke
dijber bibîne, dijveguhêzî (countertransference) çêdibe. Ji ber vê yekê,
terapîst divê bi sebir guhdarî bike, bi zimanekî nerm rûbirû bike
(confrontation), zelal bike (clarification) û dûv re şîrove bike.
Hin rêbazên
din ên derûnterapiyê jî ji bo rageşî û trawmayê têne bikaranîn, weke terapiya
dûçarhiştinê (exposure therapy) ya ku kes bi awayekî gav bi gav û di bin
çavdêriya terapîst de bi tirsa xwe re rû bi rû tê û derûnterapiya eziyê (ego
psychotherapy) ya ku eziyê xurt dike. Nirxandina rêbaza guncav divê ji hêla
pisporên lisansdar ve bê kirin.
Encam
Têgehên
bingehîn ên derûnnasiyê, ezî (ego), derhişî (unconscious), xwebûn (self),
rageşî (anxiety), şerm (shame) û bergirî (resistance), bi hev ve girêdayî ne û
bi ziman tên avakirin. Sê encamên sereke derdikevin holê. Yekem, xwebûn bi
zimanê dayikê tê tekûzkirin; ziman ne amûreke bêalî ye lê bingehê nasnameyê ye.
Duyem, trawma û bindestî bi tenê bandorê li tevger û reftarê nakin, ew derhişî
û wateyên ku mirov dide rûdanan jî diguherînin; ji ber vê yekê, hişmendkirin
(making conscious) û qebûlkirina xwebûnê rêyên bingehîn ên veguhertinê ne.
Sêyem, di serdema guncav de zihniyeta girseyî û tengezariya derûnî
(psychological tension) hewceyî haydarbûna zêdetir dikin.
Çavkanî
Alan, R.
(2015). Destpêkek ji bo zanista edebiyata modern [An introduction to the
science of modern literature]. Peywend.
Mentik, H.
(2014). Mîtodî rexney derûnşîkarî: Dîdarî rexney edebî kurdî [The method
of psychoanalytic criticism: A meeting of Kurdish literary criticism]. Roj
Helat.
Qasim, N.
(2016). Rehindekanî mîtodî rexney derûnî le edeb da [The foundations of the
psychological critical method in literature]. Raman, 227.
Xelîl, R.
(2011). Mêjûy rexney derûnî le edeb da [The history of psychological criticism
in literature]. Raman, 170.
Termên Sereke
Adan
(yield): Berhem an encama ku ji tiştekî, pêvajoyekê an hewldanekê tê bidestxistin.
Aqilmend
(rationalist): Kesê ku wisa bawer dike aqil çavkaniya sereke ya
zanînê ye.
Aqilmendî
(rationalism): Ekola felsefî ya ku aqil weke rêya bingehîn a
gihîştina rastiyê dibîne, ne ezmûn an hest.
Astengiya
derûnî (psychological barrier): Asteng an bendên di hundirê mirov
de (weke tirs, rageşî, baweriyên şaş) ku nahêlin ew bigihîje armancan an
vebiguhere.
Avahiya
venasîniyê (architecture for cognition): Çarçoveya teorîk a ku diyar dike
pergala hişî û hişmendî ji kîjan beş û mekanîzmayan pêk tê û ew çawa bi hev re
dixebitin.
Barê eziyê
(ego cathexis): Vejena derûnê (psychic energy), ango libîdo, ya ku li
ser eziyê (ego) tê veberhênan, weke narsîsîzm (narcissism) an ji-xwe-hezkirin.
Başbîn
(optimistic): Kesê ku li dûv tiştan başî û encamên baş dibîne û
hêvîdar e.
Başbînî
(optimism): Baweriya ku mirov dikare siberoja xwe biguherîne;
Seligman diyar kir ku dikare bi hînbûnê bê pêşxistin (learned optimism).
Başbînî
(optimism): Meylê ku mirov bi hêviyê li siberojê dinêre û rûdanan
ji alî baş ve dibîne.
Başbîniya
fêrbûyî (learned optimism): Têgeha Martin Seligman: başbînî jêhatîbûnek e ku bi
hînbûn û perwerdehiyê dikare were pêşxistin. Li hember “bêçaretiya fêrbûyî”
(learned helplessness) tê danîn.
Bêhişî
(inconscient): Rewşa nebûna hişmendiyê ye. Mirov ji tiştên li dora
xwe an ji hundirê xwe ne haydar e.
Berevaniya
eziyê (ego defense): Rêbazên derhişî (unconscious) yên eziyê (ego) ji bo
berevanî û parastina xwebûna (self) xwe ji fikar û guman û rageşiyên (anxiety),
weke înkar (denial), tepisandin (repression) û rengvedanê (projection).
Bergirî
(resistance): Hemû hêz û reftarên ku nexweş bi zanebûn an bi nezanî
li hemberî eşkerebûna naveroka derhişî nîşan dide; nîşana ku birîn li ku eliqî
ye.
Bergiriya
eziyê (ego resistance): Berxwedana eziyê (ego) li hemberî hatina naveroka
tepisandî (repressed) ber bi hişmendiyê (consciousness) ve di dema terapiyê
(therapy) de.
Berhişî
(preconscious): Tiştê ku niha ne di hişmendiyê de ye lê bi hêsanî
dikare were bîra mirov.
Berhişî
(preconscious): Ya ku niha ne di hişmendiyê de ye, lê bi hêsanî
dikare were bîra mirov (têgeha Freud).
Berteka
derûnî (psychological reaction): Bersiva hest, raman, reftar û
tevgerê takekesî li hemberî rûdan, handan an teşwîqekê.
Berteka
rageşiyê (anxiety reaction): Bersiva derûnî û laşî ya mirov li
hemberî rewşeke rageşker.
Berz
(sublime): Tiştê pir bilind, mezin û bi bandor ku hesteke şaş û heyranî çêdike.
Berzkirin
(sublimation): Mekanîzmayeke berevanî û parastinê ya Freud: enerjiya
xwesteka nepejirandî (mînak cinsî an dijmin) diguhere çalakiyên bi nirx ên
civakî, weke huner an zanist.
Berzkirin
(sublimation): Veguhertina enerjiya xwesteka nepejirandî bo çalakiyên
bi nirx, weke huner an zanist.
Bexîltî
(hoggishness): Xwemezinkirin û çavbirçîtiya zêde; hewldana ku mirov
her tiştî ji bo xwe bi dest bixe û nede kesî.
Bilindezî
(superego): Wijdan, qaîdeyên civakê, exlaq û şerm di hundirê
mirov de.
Bilindkirina
hişmendiyê (consciousness raising): Pêvajoya hişyarkirina takekes an
komê li ser nedadmendî û mafên xwe.
Bilindkirina
hişmendiyê (consciousness raising): Pêvajoya hişyarkirina takekes an
komê li ser nedadmendî û mafên xwe; bi taybetî di reftar û tevgerên bindest û
civakî de.
Binhişî
(subconscious): Qada binê hişmendiyê ye; zanyarî û hestên ku bi
hêsanî tên bibîranîn û bandorê li reftar û tevgerên mirov dikin.
Binhişî
(subconscious): Tiştên di binê asta hiş û hişmendiyê de ne, lê bi
hêsanî dikarin werin bîra mirov, mîna bîranîn û adetên hatine hînbûn.
Binhişî
(subconscious): Zanyarî û adetên bi hêsanî tên bibîranîn û bandorê li
reftarê dikin.
Binyad
(structure): Rêkûpêkiya ku beşên pergalekê bi hev ve girê dide û
çarçoveya wê ava dike.
Binyadî
(structural): Her tiştê ku bi binyadê ve girêdayî ye an li ser
binyadê hatiye avakirin, mînak ekola binyadgerî (structuralism).
Bîr
(memory): Hêz û şiyana derûnê ya hilanîn, parastin û vegerandina agahî û ezmûnan.
Bîra hevpar
(collective memory): Tiştên ku civakek bi hev re tîne bîra xwe, weke
dîrok, trawma û kevneşopî.
Bîrdoziya
nestê (instinct theory): Teoriyeke derûniyê ye ku reftar û tevgera mirov û
candaran bi nestên zikmakî, bêfêrbûn û giştî rave dike. McDougall û Freud
nûnerên wê yên navdar in.
Biyanîbûna
eziyê (ego alien): Fikr û raman (thoughts), hest an reftar û tevgerên ku
bi wêneyê xwe yê takekesî re li hev nayên û weke “biyanî” têne hîskirin. Mînak:
fikr û ramanên bi asûwas (obsessions) di nexweşiya obsesîf-kompûlsîf (OCD) de
ku bi navê eziya-dîstonîk (ego-dystonic) jî tê zanîn.
Cemseriya
heybera eziyê (ego object polarity): Dijberiya bingehîn a di navbera
eziyê (ego) weke kirde (subject) û heyber (object) de, ango cudahiya “ez” û
“ne-ez”.
Cothişmendî
(double consciousness): Têgeha Du Bois; hesta dubendî ya kesên bindest ku xwe
hem bi çavê xwe hem bi çavê civaka serdest dibînin.
Cothişmendî/du
hişmendî (double consciousness): Hesta dubendî ya kesên ji komên
bindest ku xwe hem bi çavê xwe û hem jî bi çavê civaka serdest dibînin (têgeha
W.E.B. Du Bois).
Dahûrîna
eziyê (ego analysis): Lêkolîna kar û mekanîzmayên eziyê (ego) di
derûnkoleriyê (psychoanalysis) de, bi taybetî li ser awayê ku ezî bi arezû û
daxwazan û bi rastiyê (reality) re mijûl dibe.
Dema derûnî
(psychological time): Hesta takekesî ya derbasbûna wext û demê; heman dem
dikare li gorî rewş û hestan zûtir an hêdîtir xuya bike.
Der-ezî
(non-ego): Her tiştê ku ne beş û binbeşek ji eziyê (ego) ye, weke cihana derxweyî
(external world), heyber (object) û carinan naveroka derhişiyê (unconscious)
ye.
Derhişa
hevpar (collective unconscious): Têgeha Carl Jung; qatê derûnî ya
kûr a ku hemû mirov parve dikin, bi arketîp û sembolên hevpar.
Derhişî (unconscious): Beşa derûnê
ya ku mirov jê ne haydar e, lê arezû, xwestek û trawmayên tepisandî tê de ne û
bandora wan berdewam e.
Derhişî
(unconscious): Beşa derûnê ye ku mirov bi hiş û hişmendî pê nizane,
lê bandorê li ser raman, hest û tevgerên wî/wê dike. Di derûnkoleriyê
(psîkanalîz) de cihekî girîng ji xwe re digire.
Derhişî
(unconscious): Beşa hiş a ku mirov jê ne haydar e, weke arezû û
xwestekên tepisandî û trawmayên tepeserkirî, lê bandora wan li ser reftar û
tevgeran berz e.
Derhişiya
hevpar (collective unconscious): Qonaxeke ji derhişiyê ye ku hemû
mirov parve dikin, ji arketîp û sembolên mîradî pêk tê.
Derhişiya
hevpar (collective unconscious): Têgeha Jung; qata kûr a derhişiyê
ya ku hemû mirov parve dikin, ji arketîp û sembolên hevpar pêk tê.
Derser
(heteronomous): Yê ku ne bi qanûn û nirxên xwe, lê bi rêgez û hêzên
ji derve tên û tevdigere. Berevajiyê xweser (autonomous) e.
Derûniya
garanê (herd psychological) / derûniya girseyî: Bi
gelemperî tê wateya “rewşa derûnî ya girseyê”: haletên hest û fikir û raman ên
ku takekes di nav komê de dijî (ev têgeh ne standard e; nivîskarê çavkaniyê
bikaraniye).
Derûnnasiya
eziyê (ego psychology): Dibistaneke derûnkoleriyê (psychoanalysis) ye ku
girîngiyê dide kar û adaptasyona (adaptation) xwebûn (self) û eziyê (ego), ne
tenê li ser dozîn û nestan (instincts) disekine.
Derûnnasiya
garanê (herd psychology) / derûnnasiya girseyî: Qada
lêkolînê ye ku dinirxîne ka mirov di nav komê de çawa difikirin û tevdigerin.
Derûnnasiya
handanî (motivation psychology): Qada derûnnasiyê ku lêkolînan dike
ka mirov çima tevdigere, çawa dest bi tevgerê dike, çawa berdewam dike û çi
bandorê li dîsîplîn û hewldanên wî/wê dike.
Derûnnasiya
tendirustiyê (health psychology): Şaxek zanistî ya derûnnasiyê ye.
Lêkolîna wê li ser bê ka hêmanên derûnî, reftar, tevger û civakî çawa bandorê
li tendirustî û nexweşiyê dikin; mînak, stres, rageşî, adetên xwarin û razanê,
an jî çawa mirov bi nexweşiyê re mijûl dibe.
Derûnnasiya
venasîniyê (cognitive psychology): Şaxa derûnnasiyê ya ku pêvajoyên
hişî û hişmendiyê yên wek bîr, baldarî, ramîn û çareserkirina pirsgirêkan
lêkolîn dike.
Derûnterapî
(psychotherapy): Dermankirina nexweşî û pirsgirêkên derûnî bi rêya axaftin
û teknîkên derûnî û derûnnasiyê, bêyî dermanan.
Derûnterapî
(psychotherapy): Dermankirina pirsgirêkên derûnî bi rêya axaftin û
teknîkên derûnnasiyê, bêyî derman.
Derûnterapîst
(psychotherapist): Pisporê ku derûnterapiyê dike.
Derûnterapiya
dahûrîner (analytic psychotherapy): Li ser derhişiyê, ezmûnên
zarokatiyê û nakokiyên veşartî dixebite (ji derûnkoleriyê/psîkanalîzê tê).
Derûnterapiya
dahûrîner a çalak (active analytic psychotherapy): Cureyek
derûnterapiya dahûrîner e ku terapîst çalaktir e, rêberiyê dike û ne tenê
guhdarî dike.
Derûnterapiya
eziyê (ego psychotherapy): Li ser xurtkirina “ezi”yê û hêz û şiyana kesê ya
rêvebirina têkiliyên bi cîhanê (derxweyî) re disekine.
Derûnterapiya
eziyê (ego psychotherapy): Tedawiyeke derûnî ye ku eziyê (ego) xurt û qewîn dike
û ceribandina rastiyê (reality testing) û rêveberiya fikar û rageşiyê (anxiety)
baştir dike.
Derûnterapiya
hebûniyê (existential psychotherapy): Li ser mijarên weke wateya jiyanê,
azadî, mirin, tenêtî û berpirsiyariyê disekine.
Derûnterapiya
kurt (brief psychotherapy): Terapiya demkurt û armancdar e ku bi çend şêwirmenan
li ser pirsgirêkeke diyar dixebite.
Derûnterapiya
malbatê (family psychotherapy): Endamên malbatê bi hev re beşdar
dibin da ku pirsgirêkên têkiliyan û danûstandinê çareser bikin.
Derûnterapiya
takekesî (individual psychotherapy): Terapiya takekes, di navbera
terapîst û kesekî de.
Derûnterapiya
vesazker (reconstructive psychotherapy): Armanc ew e ku avahiya kesayetiyê û
nakokiyên kûr ji nû ve werin avakirin, ne tenê nîşanan sivik bikin.
Di wêjeyê de
hişmendî (consciousness in literature): Teknîkeke vegotinê (weke “herikîna
hişmendiyê”) ku raman û hestên navxweyîn (hundirîn) ên kesayetoyê rasterast
nîşan dide, weke di berhemên Woolf û Joyce de.
Dûçarhiştin
(exposure): Rûbirûbûna kesê ku bi tiştê ku jê ditirse, an bi
bîranînên êşê, ji bo ku tirs û rageşî hêdî hêdî kêm bibe.
Erka eziyê
(ego function): Karên sereke yên eziyê (ego): ceribandina rastiyê
(reality testing), kontrol (control), ramîn (thinking), pêşbînî (anticipation)
û adaptasyon (adaptation) e.
Ezî (ego): “Ez”iya
mirov; beşa kesayetiyê ya ku di navbera daxwazên nizimezî, qaîdeyên bilindezî û
rastiyê de hevsengiyê datîne. Ne quretî ye.
Gerdûniyên
derûnî (psychological universals): Taybetmendî an pêvajoyên derûnî yên
ku di hemû çand û civakan de hevpar (kolektîf) in, weke hest û hewcedariyên
bingehîn.
Geşedana
eziyê (ego development): Pêvajoya avabûn û gihîştina eziyê (ego) ji zarokatiyê
(childhood) heta kamilbûn û mezinbûnê, bi rêya pêwendiyên bi derdorê re.
Girêka eziyê
(ego complex): Komeke fikir û ramanan, hest û bîranînan e ku li dora
eziyê (ego) kom dibin û navenda hişmendiyê (consciousness) pêk tîne. Têgeheke
Carl Jung e; derûnnasiya dahûranî (analytical psychology).
Guhertinên
di hişmendiyê de (changes in consciousness): Guherîna asta an naveroka
hişmendiyê, ji ber xew, derman, nexweşî, meditasyon an sedemên din.
Han
(motive): Sedem an hêza hundirîn ku mirov dide tevgerekê. Bi gotineke din, “çima”.
Handan
(motivation): Hêz an sedema navxweyîn (hundirîn) an derxweyî ye ku
mirov pê tevdigere, ji bo gihîştina armancekê tevdigere û li ser wê berdewam
dike.
Handana
derhişî (unconscious motivation): Handana ku mirov jê hay û agahdar
nîne. Xwestek, arezû, rageşî, tirs û pêdiviyên nepenî di bin û derê hişê wî/wê
de bandorê li ser reftar û tevgerên wî/wê dikin, bêyî ku mirov bi xwe bizane.
Handana
duyemane (secondary motivation): Handana ku ne ji pêdiviyên bingehîn
ên fîzyolojîk (weke birçîbûn û tîbûnê) tê, lê bi fêrbûn û ezmûnê çêdibe, weke
pere, pozîsyon, serkeftin û pejirandina civakî.
Handana
navxweyî (internal motivation): Handana ku ji navûdilê mirov bi xwe
tê: nirx, bawerî, armanc, arezû û xwestekên takekesî. Ji ber ku nêzî handana
xwemalî ye, bi gelemperî bi wê re tê bikaranîn.
Handana
xwebûnê / xwe handan (self motivation): Hêz û şiyana mirov a ku bêyî
alîkariya kesekî din xwebûna xwe han û teşwîq bike, armancan diyar bike û bi
dilxwazî bi kar û erkên xwe bidomîne.
Handana
xwemalî (intrinsic motivation): Handana ku ji naveroka kar an
çalakiyê bi xwe tê. Mirov tiştekî dike ji ber ku jê kêf werdigire, meraq dike
an hez dike, ne ji bo xelat an çavdêriyê.
Hay
(awareness): Zanîn û ji xwe haydarbûn e. Mirovê hayê wan ji wan û
ji hawirdorê wan an ji rewşa dinyayê heye.
Haybûna
civakî (social awareness): Haydarbûna ji pirsgirêk, cudahî û rûdanên civakî û
têgihîştina hestên yên-din (other).
Herikîna
hişmendiyê (stream of consciousness): Rêzeya domdar a fikr û ramanan, hestan
û wêneyan di hişê mirov de (têgeha William James); di edebiyatê de jî teknîkeke
vegotinê ye.
Hest û
venasînî (emotions and cognition): Têkiliya dualî ya navbera hest û
ramanê; hest bandorê li ramanê dikin û raman jî hestan çêdike an vediguherîne.
Hevsengiya
derûnî (psychological balance): Rewşa aramî û hevgirtina di navbera
hest, raman û hewcedariyên takekesî de.
Hewla hevpar
(collective effort): Keda ku gelek kes bi hev re ji bo armancekê dikin.
Heyber
(object): Tiştê ku kirde li ser difikire, hîs dike an tevdigere. Di derûnkoleriyê
(psîkanalîz) de, kesê/tiştê ku arezû û xwestek jê re tê rêvekirin.
Heybera
rageşiyê (anxiety object): Tişt an rewşa ku rageşiyê dişidîne an dibe sedema wê.
Hişê hevpar
(collective intelligence): Aqilê ku ji hevkariya gelek kesan derdikeve û ji hişê
tekane zêdetir e.
Hişmendî
(conscious): Yê/ya ku ji ramanên xwe, hestên xwe û derdora xwe
haydar e.
Hişmendî
(consciousness): Hêz û şiyana ji xwe haydarbûnê, ji raman, hest û
cihana derve.
Hişmendî
(consciousness): Hêz û şiyana ji xwe haydarbûnê; ji raman û hestên xwe
û ji cihana derxweyî.
Hişmendiya
civakî (social consciousness): Awayê ramîn û têgihîştina hevpar a
komeke civakî ku ji rewşa wê ya aborî û civakî çêdibe.
Hişmendiya
dabeşbûyî (divided consciousness): Dabeşbûna baldariyê an hişmendiyê
di navbera çend pêvajoyên hişî de ku carinan di rewşên disosiyatîf de tê dîtin.
Hişmendiya
diyardeyî (phenomenal consciousness): Aliyê jêhatî yê ezmûnê, ango “çawa
ye” ku mirov tiştekî biceribîne, weke tama qehwê an rengê sor.
Hişmendiya
girseyê (crowd consciousness): Rewşa hişî ya ku mirov di nav
girseyekê de tê de dibe û fikr û ramanên takekesî bi bandora komê vediguherin.
Hişmendiya
hevkar (co-consciousness): Hebûna du an çend herikînên hişmendiyê yên hevdem di
yek mirovî de, bi taybetî di nexweşiya nasnameya disosiyatîf de.
Hişmendiya
hevpar (collective consciousness): Komeke bawerî, nirx û hestên hevbeş
ku endamên civakê bi hev girê dide (têgeha Durkheim).
Hişmendiya
hişyar (waking consciousness): Rewşa asayî ya bîrkirinê di dema
hişiyarbûnê de, dema mirov ji derdor û ji xwebûna (self) xwe agahdar e.
Hişmendiya
komê (group consciousness): Hesta endamekî ku ew beşeke ji komekê ye û nasnameya
xwe bi wê komê ve girê dide.
Hişmendiya
laş (body consciousness): Hişmendiya mirov ji laşê xwe, ji hest û rewşên fîzîkî
yên weke birçîbûn, êş, reftar, tevger û cihê laş di fezayê de.
Hişmendiya
navxweyî (internal consciousness): Haydarbûna takekes ji hundirê xwe,
ji raman, hest û han û motîvasyonên xwe; nêzîkî xwe-nasîn û xwe-vekolînê ye.
Hişmendiya
neteweyî (national consciousness): Hesta girêdana bi neteweyekê re, li
ser bingeha ziman, dîrok, çand û çarenûsa hevpar.
Hişmendiya
sexte (false consciousness): Fikr û ramaneke ku nîzama zordariyê
weke siruştî û adil nîşan dide û nahêle kesên bindest berjewendiyên xwe yên
rast û dirust bibînin.
Hişmendiya
sexte (false consciousness): Ramana ku nîzama zordariyê weke
siruştî û adil nîşan dide û nahêle bindest berjewendiyên xwe bibînin.
Hişmendiya
xwebûnê (self consciousness): Agahdariya mirov ji xwebûna xwe
weke takekesekî ji hev cuda û hêz û şiyana dîtina xwebûna xwe weke mijarê fikr
û ramanê.
Îdeala eziyê
(ego ideal): Wêneyê kamilbûyî yê ku takekes dixwaze pê bigihîje.
Bi wijdan û hişmend (conscience), nirxên sinc û exlaqî (moral values) û
bilindeziyê (superego) ve girêdayî ye.
Îstismara
derûnî (psychological abuse): Tevger û reftara dubare ya zirardêr
bi riya tehdît, tinazkirin, kontrolkirin an tinekirinê ku rûmeta kesî û
tendirustiya wî/wê ya derûnî dişkîne.
Kamiliya
derûnî (psychological maturity): Asta geşedan û pêşketina hestî û
ramanî ya ku kes tê de berpirsiyariyê digire, hestên xwe birêve dibe û bi
aqilmendî bi kesên din re têkiliyê datîne.
Kirde
(subject): Yê/ya ku dike, difikire, dizane an hîs dike. Berevajiyê heyberê ye.
Mekanîzmayên
berevaniyê (defense mechanisms): Rêbazên derhişî yên ezî ji bo
parastina xwe ji rageşî û êşê, weke înkar, tepisandin û rengvedan.
Narsîsîst
(narcissist): Takekesê ku zêde li ser “xwe” û xwebûna xwe disekine,
xwe û xwebûna xwe pir mezin dibîne, loma pir hewcedarê pesn û baldariya kesên
din e.
Narsîsîzm
(narcissism): Hezkirina zêde ya “xwe” ye an jî veberhênana lîbîdoyê
li ser xwebûna (self) xwe ye. Navê wê ji efsaneya Narkîsos (Narcissus) tê.
Narkîsos di avê de neqş û sûretê xwe dît, jê hez kir û bi awayekî patolojîk dil
ket wî wêneyî.
Narsîsîzma
duyemane (secondary narcissism): Lîbîdoya ku ji heyberan tê
vekişandin û dîsa li ser kirde (subject), ezî (ego) û xwebûnê (self) tê
veberhênan. Ev di nexweşî, rageşî, xemgînî û vekişîna ji cîhanê de pir xuya
dibe.
Narsîsîzma
yekemane (primary narcissism): Qonaxa destpêkê ya jiyanê ye, berî
ku zarok bi heyberan (object) re têkiliyê deyne, yanî berî ku bibe kirde
(subject). Di vê qonaxê de hemû lîbîdo li ser xwebûna xwe ye.
Nasnameya
eziyê (ego identity): Hesta domdar a yekîtî û berdewamiyê ya takekesî li
ser xwebûna (self) xwe. Têgeheke Erik Erikson e di warê geşedana derûncivakî
(psychosocial development) de.
Navê hevpar
(collective name): Navekî ku ji bo komek tiştan an kesan tê bikaranîn,
ne tenê takekesek, mînak “keriyek”, “komek”.
Nest
(instinct): Hêz û şiyaneke zikmakî û xwezayî ye ku di mirovan û
candaran de bêyî fêrbûnê heye û reftar û tevgerên wan ber bi armancekê ve dibe.
Nesta dîn
(religious instinct): Meyla mirov a baweriya bi hêzeke bilind û nasîna
pîroziyê ye. Hin derûnnas (psîkolog) wê weke hewcedarî û pêdiviyeke derûnî û
giyanî ya xwezayî dibînin.
Nesta
êrîşkar (aggressive instinct): Meyla êrîş, şer û serdestiyê ye ku
dibe sedema tundiyê. Hin teorî wê bi nesta mirinê ve girê didin.
Nesta garanê
(herd instinct) / nesta girseyî: Meyla siruştî (xwezayî) û zindewerî
(biyolojî) ye ku mirov û ajel (heywan) ji bo ewlehiyê li nêzî komê bimînin û
reftar û tevgera wê bişopînin.
Nesta jiyanê
(life instinct): Nesta ku zindiyan ber bi hebûn, parastin, mezinbûn û
berdewamiya jiyanê ve dikişîne. Freud (Eros) nesta zayendî û nesta
xwe-parastinê di bin vê navî de kom dike.
Nesta komê
(herd instinct): Meyla mirov (û hin candaran) e ku bi komê re bijî, li
gorî komê tevbigere û tenêtiyê red bike. Trotter vê nestê weke bingeheke
civakîbûnê dibîne.
Nesta mirinê
(death instinct): Li gorî Freud, meyleke derhişî (unconscious) ye ku
mirov û zindî dixwaze vegere rewşa bêcanî û bêtevgeriyê. Di vê meylê de,
êrîşkarî û xwe-wêrankirin derdikeve holê.
Nesta
zayendî (sexual instinct): Nesta ku bi dilxwazî, hezkirin û berdewamiya cinsî ve
girêdayî ye. Freud wê weke çavkaniya vejena giyanî (enerjiya lîbîdo) dibîne.
Nestên eziyê
(ego instincts): Nestên saxmayîn û xwe-parastinê (self-preservation),
li hemberî nestên zayendî (sexual instincts) di bîrdoziya destpêkê ya Freud de.
Nexweşiya
derûnî (psychological disorder): Rewşeke klînîkî ye ku raman, hest,
reftar an tevgera mirov bi giranî diguherîne û jiyana rojane dijwar dike (weke
depresyon, fobî, rageşî û hwd).
Nexweşiya
rageşiya giştî (generalized anxiety disorder): Xema zêde û
domdar li ser gelek mijaran, bi kêmî ve şeş mehan, bê sedemek diyar.
Nexweşiya
rageşiyê (anxiety disorder): Komek nexweşiyên derûnî yên ku bi
rageşiya zêde û domdar tên nasîn.
Nexweşiyên
venasîniyê (cognition disorders): Rewşên ku erk û fonksiyonên hişî û
hişmendî yên weke bîr, ziman, baldarî an biryardanê xera dikin, weke dementiyê
an Alzheimer.
Nivîsera
hevpar (collective author): Nivîskarekî komî an gelek kesên ku bi hev re berhemek
nivîsandine.
Nizimezî
(id): Beşa herî kevn û hov a kesayetiyê; hest, arezû û xwestekên xwezayî û
tavilî.
Noroza eziyê
(ego neurosis): Nexweşiyeke derûnî ye ku ji nakokiya eziyê (ego) ya
bi arezû û daxwazên nizimezî (id), tehdîdên bilindeziyê (superego) û zextên
rastiyê (reality) derdikeve holê.
Noroza
rageşiyê (anxiety neurosis): Peyva kevn a ji bo nexweşiyên
rageşiyê; rageşiya domdar bi nîşanên laşî re.
Nûşiyana
derûnî (psychological resilience): Hêz û şiyana vegerîna ji qeyran,
windakirin an trawmayan û adaptebûna bi rewşa nû.
Nûşiyana
derûnî (psychological resilience): Hêz û şiyana vegerîna ji qrîz û
qeyranê, windakirin an trawmayan û bi lez xwe adaptekirin bi rewşa nû.
Otopsiya
derûnî (psychological autopsy): Rêbazek e ku piştî mirinê, bi
lêkolînan jiyan, têkilî û rewşa derûnî ya kesê miriyî, hewl didin sedemên
mirinê (bi taybetî xwe-kujî) fêm bikin.
Pêdiviya
venasînî (need for cognition): Meyla takekesan a ji bo hezkirina
ramana kûr û çalakiyên hişî û hişmendî yên dijwar; hin takekes bêtir ji fikir û
ramînê kêfê distînin.
Pêşdarazî
(bias): Meyla ber bi aliyekî ve ku ramîn û biryaran ji bêalîbûn û rastiyê dûr
dixe.
Pêşdaraziya
aboriya civakî (socioeconomic bias): Dadbarkirina kesan li gorî rewşa
wan a aborî û çîna civakî.
Pêşdaraziya
têgehiştinbar (perceptual bias): Şîrovekirina tiştên ku em dibînin
an dibihîsin li gorî çaverêyî, baweriyan û ezmûnên xwe, ne weke ku bi rastî ne.
Pêşdaraziya
venasînî (cognitive bias): Xeletiyên pergalî yên di ramîn, bîrhatin û biryardanê
de.
Pêşdaraziya
xwe-têrkirinê (self-serving bias): Meyla ku takekes serkeftinê bi hêz
û şiyanên xwe ve girê bide û têkçûnê bi sedemên derveyî (bext, kesên din) ve.
Qeweta eziyê
(ego strength): Kapasîteya eziyê (ego) ji bo tehemûlkirina stres,
guman, fikar û rageşiyê (anxiety) û arezû û daxwazan bêyî ku têk biçe û bi rastiyê
(reality) re hevsengiyê biparêze.
Qewînbûna
derûnî (psychological hardiness): Taybetmendiyeke kesayetiyê ye ku
mirov di rewşên dijwar de bi berpirsiyarî, bi xwebawerî û bi çavê şansekê li
pirsgirêkan dinêre.
Rageşî
(anxiety): Rewşeke tirs, fikar û nerehetiyê ya ku dikare ji xetereke rastîn an ji
nakokiyên hundirîn derkeve.
Rageşiya
bilindeziyê (superego anxiety): Hesta sûcdariyê û şermê dema ku
mirov li dijî rêgezên sinc û exlaqî tevdigere.
Rageşiya
bingehîn (basic anxiety): Li gorî Karen Horney, hesta bêpariziyê û bêhêziyê ya
ku di zarokatiyê de ji hawîrdoreke nebaş çêdibe.
Rageşiya
civakî (social anxiety): Tirsa ji nirxandin, şermkirin an redkirina ji hêla
kesên din ve di rewşên civakî de.
Rageşiya
eziyê (ego anxiety): Guman û rageşiya (anxiety) ku ji tehdîdên rastiyê
(reality), nizimezî (id) an bilindeziyê (superego) ber bi eziyê (ego) ve tê û
mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) çalak dike.
Rageşiya
eziyê (ego anxiety): Rageşiya ku “ez”î (ego) hîs dike dema ku di navbera
arezû û xwestekên nizimezî (id), arezû û daxwazên bilindeziyê (superego) û
rastiya jiyanê de dimîne.
Rageşiya
hebûnî (existential anxiety): Rageşiya li ser mirinê, wateya
jiyanê, azadî û tunebûnê.
Rageşiya
heyben (objective anxiety): Rageşiya ku bersiva xetereke rastîn a derve ye; weke
tirsê ye.
Rageşiya
nestî (instinctual anxiety): Rageşiya ku ji zexta xwestekên
nestî/dozînî (cinsî, êrîşkar) çêdibe.
Rageşiya
norotîk (neurotic anxiety): Tirsa ji bilindbûna xwestekên nizimezî (id) û bi ceza
kirinê; ji xetereke derxweyî ne, ji hundir tê.
Rageşiya
sawî (phobic anxiety): Rageşiya ku ji tiştekî taybet an rewşekê (weke
bilindahî, mar) çêdibe û ji xetera rastîn pir mezintir e.
Rageşiya
trawmatîk (traumatic anxiety): Rageşiya ku li ser rûdaneke tirsnak
an trawmayê çêdibe, weke ku Freud digot: “ez” ji hêla zêdebûna fikarê ve tê
pêçan.
Rageşiya
xerîban (stranger anxiety): Tirs û rageşiya pitikan a li hemberî kesên nenas, bi
gelemperî di 6-8 mehiyê de dest pê dike.
Rageşiya
xesandinê (castration anxiety): Li gorî Freud, tirsa zarok ji windakirina
endama zayendî, di qonaxa fallîk de.
Rageşiya
yekemane (primal anxiety): Rageşiya yekem a ku bi bûyîna zarokan re (trawmaya
jidayikbûnê) tê girêdan, li gorî Otto Rank û Freud.
Reftara
hevpar (collective behaviour): Awayê tevgerê yê komekê; gava gelek
kes bi heman rengî tevdigerin, mînak girseyek di xwepêşandanê de.
Rengvedan
(projection): Avêtina hest an xwestekên xwe yên nepejirandî bo
kesên din.
Rewşa derûnî
(psychological state): Halê hest û ramanê yê takekesî di demek diyar de,
weke aram, rageş, şermok, tirsonek an kêfxweş.
Rewşa
rageşiyê (anxiety state): Rewşeke demkî ya rageşiyê ku di demeke taybet de tê
ceribandin.
Rewşên eziyê
(ego states): Awayên cuda yên hestkirin û reftar û tevgerê di
takekesekî de. Di danûstendinê de sê rewş hene: Dêûbav (parent), kamil (adult)
û zarok (child).
Rewşên
hişmendiyê (states of consciousness): Cureyên cuda yên hişmendiyê, weke
hişiyarbûn, xewn, xew, medîtasyon û hîpnoz.
Sermiyanê
derûnî (psychological capital, psycap): Çavkaniyên erênî yên kesî ku ji çar
beşan pêk tên: hêvî, bi xwebawerî, nûşiyan û geşbînî. Ew performans û başiya
kesî xurt dikin.
Şerm
(shame): Hesta ku ji tiştê em in çêdibe, ne tenê ji tiştê me kiriye; bi bilindezî û
wijdanê ve girêdayî ye.
Şêwirdariya
derûnî (psychological consultation): Piştgiriya pîşeyî ya ji aliyê
derûnnas an şêwirmendekî ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên hestî û jiyanî.
Şîkara
hevpar (collective dynamics): Şîkara komê; çawa takekes di nav
komê de bandorê li hev dikin. Têbînî: “şîkar” bi gelemperî wateya nêçîrê dide,
ji ber vê yekê “şîkara hevpar” dê rasttir be.
Tarîbûna
hişmendiyê (clouding of consciousness): Kêmbûna zelaliya hişî ku mirov aliz
û tevlihev dibe û baldarî û arastebûna wî/wê qels dibe; nîşaneyeke klînîkî ye.
Tawanbarî
(guilt): Hesta sûcdariyê ya li ser tiştekî kirî an xwestî; carinan hêrsa navxweyî
ya nederbirî.
Têgeha
“mental”: Ev peyv hem zihn, hem derûn, hem giyan, hem hiş û hem jî aqil vedihewîne.
Ji ber vê yekê di Kurdî de gelek peyvên cuda ji bo wê têne bikaranîn, li gorî
çarçoveya wê vediguhere.
Tendirustiya
derûn-civakî (psycho-social health): Ew rewşa hevsengiyê di navbera
aliyê derûnî û jiyana civakî ya mirov de ye. Têkiliyên bi malbat, heval û
civakê û her wiha hesta girêdanê, piştgirî û hevgirtinê di nav xwe de
vedihewîne.
Tendirustiya
giyanî (mental health): Ew rewşa ku mirov tê de hest, raman, reftar û
tevgerên xwe bi hevsengî birêve dibe, bi stresa jiyanê re dikare mijûl bibe,
hilberîner e û dikare beşdarî civakê bibe. Tenê nebûna nexweşiya derûnî nîne;
qada başbûna giyanî jî ye.
Tendirustiya
giyanî (mental health): Rewşa ku mirov hest, raman û tevgerên xwe bi hevsengî
birêve dibe, bi stresê re mijûl dibe û beşdarî civakê dibe; tenê nebûna
nexweşiyê nîne.
Tengezariya
derûnî (psychological tension): Rewşeke bi zextê, nerehetî û
dilgiraniyê ku ji nakokî, stres an arezû û daxwazên zêde çêdibe.
Tepisandin
(repression): Dûrxistina bîranîn û xwestekên êşîner ji hişmendiyê;
ne jibîrkirin e, bîranînek e ku li pişt derî asê maye.
Terapîstê
axaftinê (talk therapist): Terapîstê ku dermankirinê bi axaftin û gotûbêjê re
dike, bi gelemperî weke hevwateya derûnterapiyê tê bikaranîn.
Terapîstê
çalak (active therapist): Terapîstê ku di danişînê de bi awayekî çalak pirs
dike, rêberiyê dike û rêbazan pêşniyar dike.
Terapîstê
komê (group therapist): Terapîstê ku komên kesan bi rê ve dibe, da ku endam
ji hev fêr bibin û piştgiriyê bidin hev.
Terapîstê
peyîvînê (speech therapist): Pisporê ku pirsgirêkên axaftin û
peyivînê (weke stutter, dengê nerast) derman dike.
Terapiya
dûçarhiştinê (exposure therapy): Rêbazek e ku kes bi awayekî gav bi
gav û di bin çavdêriya terapîst de bi tirs û rageşiya xwe re rû bi rû tê (ji bo
fobî, NSPT/PTSD, OCD û hwd).
Trawma
(trauma): Ezmûneke êşîner a giran ku şiyana ezî ya tehemûlkirinê derbas dike û
bandora wê demek dirêj dimîne.
Veguherîna
pêşdaraziya venasînî (cognitive bias modification): Rêbazên
terapiyê û perwerdehiyê ji bo guherandina şêwazên ramanê yên çewt, bi taybetî
di tirs û depresyonê de.
Venasîna
epîstemîk (epistemic cognition): Ramanên kesan ên derbarê xwezaya
zanînê, çavkaniya wê, rastbûn û pejirandina wê de.
Venasînî
(cognition): Pêvajoya hişî û hişmendî ya ku bi wê em agahiyê
distînin, fêm dikin, tînin bîra xwe û li ser difikirin; ji raman, têgihiştin,
bîr, ziman û biryardanê pêk tê.
Venasîniya
cihgirtî (situated cognition): Nêrîna ku zanîn û fêrbûn bi
hawîrdor, çand û rewşa civakî ya ku tê de çêdibe ve girêdayî ye.
Venasîniya
cihî / mekanî (spatial cognition): Awayê ku mirov cih, dûrahî, rê û
têkiliyên mekanî fêm dike, tîne bîra xwe û bikar tîne.
Venasîniya
cilkirî (enclothed cognition): Bandora cil û berg li ser ramîn û
performansa kesî; mînak, cilê doktorî li xwe kirin dikare baldariyê zêde bike.
Venasîniya
civakî (social cognition): Awayê ku mirov agahiyên derbarê kesên din û rewşên
civakî de dixebitîne, şîrove dike û bi kar tîne.
Venasîniya
laşkirî (embodied cognition): Nêrîna ku hiş ji laş û tevgerên wê
veqetandî nîne; ramîn bi serpêhatî û tecrûbeyên bedenî û hestkirina fizîkî ve
girêdayî ye.
Venasîniya
noronî / norovenasînî (neurocognition): Têkiliya navbera çalakiya mêjî û
noronan bi pêvajoyên hişî re, weke bîr, baldarî û zimanî.
Venasîniya paşvegerî
(retrocognition): Têgeheke paraderûnnasiyê ya ji bo zanîna rûdanên
raboriyê bêyî ku bi rêyên asayî hatibin ceribandin; ji aliyê zanistî ve nayê
pejirandin.
Venasîniya
seretayî/yekamane (primary cognition): Şêweyên bingehîn ên fêmkirinê yên
ku berî fêrbûna bilind an zimanî hene, weke hestkirin û nasîna tiştên hêsan.
Wêrankirina
derûnî (psychological destruction): Hilweşandina bi rêk û pêk a derûn,
giyan û baweriya kesî bi rêya zextên giran û demdirêj.
Xwarbûna/kevana
derûnî (psychological curve): Veguherîna asta performans, hest an
fêrbûnê di demekê de ku bi şêweyê xêzikeke xwar an kevanî tê nîşandan.
Xwebûn
(self): Hesta yekparebûna kesî li ser xwe; bi ziman û têkiliyan tê avakirin.
Zanîna
hevpar (collective knowledge): Zanyariya ku ji aliyê komek an
civakekê ve tê parvekirin û hilanîn.
Zanista
venasîniyê (cognitive science): Qada navdîsîplînî ya ku hiş û
pêvajoyên wî bi alîkariya derûnnasî, norozanist, zimannasî, felsefe û zanistiya
kompûterê lêkolînan dike.
Zanyariya
venasîniyê (knowledge of cognition): Zanîna kesî ya li ser pêvajoyên
hişî û hişmendî yên xwe û xwebûna xwe, weke ku çawa fêr dibe û kîjan stratejî
jê re xweştir in; beşek ji banvenasîniyê ye.
Zihniyeta
garanê (herd mentality): Meyla ku mirov bêyî raman û fikirîna serbixwe tiştê
piraniyê bişopîne.
Zihniyeta/mentalîteya
garanê (herd mentality) / mentalîteya girseyî: Meyla ku
mirov bêyî raman û fikirîna serbixwe, tiştê piraniyê dike dişopîne. Sedemên wê
tirs û rageşiya ji tenêmayînê, hewcedariya pejirandinê û baweriya “piranî rast
e” ne.
- Aborî (economy)
- Aborînas (economist)
- Adan (yield)
- Aqilanekirin (rationalization)
- Aqilger (rationalist)
- Aqilgerî (rationalism)
- Aqilmend (rationalist)
- Aqilmendî (rationalism)
- Balayî (transcendental)
- Başbîn (optimistic)
- Başbînî (optimism)
- Başbîniya fêrbûyî (learned
optimism)
- Bêhişî (inconscient)
- Bermayiya rojê (day residue)
- Berwarî (horizontal)
- Berz (sublime)
- Berzkirin (sublimation)
- Bexîltî (hoggishness)
- Binhişî (subconscious)
- Binhişî (the subconscious)
- Binyad (structure)
- Binyadgerî (structuralism)
- Binyadgerî (structuralism)
- Binyadgeriya pêkhateyî (genetic
structuralism)
- Binyadî (structural)
- Bîr (memory)
- Bîra derhişiyê (unconscious
memory)
- Bîrbirî / venasînî (cognitive)
- Bîrxistk (connotation)
- Bitêgehkirin
(conceptualization)
- Biyanîbûn (alienation)
- Bûjen (substance)
- Bûn (be, have, happen)
- Cêz (aggregate)
- Civakîbûn (socialisation)
- Civata serfkariyê (consumerist
society)
- Cure (genre)
- Çalakger (activist)
- Çalakî (action)
- Çalkagerî (activism)
- Çavdêr (observer)
- Çavdêrî (observation)
- Çawanî (quality)
- Çax (moment; di çavkaniyê de
carekê “temps” jî hatiye nivîsandin)
- Çendinî (quantity)
- Çeveng (symbol)
- Çîn (class)
- Çînî (class, denominational)
- Çirûsk (spark)
- Çirûskîzm (spark current)
- Çolter (country)
- Dad (justice)
- Dahûrîna derûnî / derûnkolerî
(psychoanalysis)
- Dane (data)
- Daraz (judgment)
- Dariştî (differential)
- Dêlindêz (ritual, ceremony)
- Derbirînî (expressionism)
- Derhişiya nijadî (racial
unconscious)
- Derhişiya takekesî (personal
unconscious)
- Derser (heteronomous)
- Derûnşîkarî (psychoanalysis)
- Zîq (focus)
- Zîqbûn (focalization)
- Zîqbûna guhêrbar (variable
focalization)
- Zîqbûna hevpar (collective
focalization)
- Zîqbûna piralî (multiple
focalization)
- Derxweyîn (externality)
- Destnîşan (restraint)
- Dilîn (sensation)
- Dilînî (sensorial)
- Dilînîgerî (situationalism)
- Dirûv (style, form)
- Diyarde (phenomenon)
- Diyarde (phenomenon)
- Diyardenas (phenomenologist)
- Diyardenasî (phenomenology)
- Domdarî (continuity)
- Dozîn (instinct)
- Êdibûyîn (othering)
- Êdin (other); yê-din, yên-din
- Erênî (positive)
- Erk (function)
- Ew (id)
- Exlaqî (ethos)
- Ez (ego)
- Eza bilind (superego)
- Ezmûnî (experimental)
- Fêrger (doctrinaire)
- Fêrgerî (doctrine)
- Fesilandin (formalise)
- Fişkilîn (emanation)
- Giyan (soul, psyche)
- Han (motive)
- Hana civakî (social motive)
- Handan (motivation)
- Handana derhişî (unconscious
motivation)
- Hemanger (identical)
- Hemangerî (identity,
identicalness)
- Henûn (sympathetic)
- Herîkîna hiş (stream of
consciousness)
- Hevbendî (cohesive)
- Hevdemî (synchronic)
- Hevdilînî / hevdilî (empathy)
- Hevdiliya yekemane (primary
empathy); yekemane (primary), duyemane (secondary)
- Hevgirtî (coherent)
- Hevseng (balance)
- Heyber (object)
- Heyîn (existence)
- Hilberîn (production)
- Hilweşangerî (deconstruction)
- Hilweşangerî
(deconstructionism)
- Hinarde (exportation)
- Hişdûr/hişdûrî
(transcendent/transcendental)
- Hişîn (conscious); Hişmendî
(şiûr û hişyarî)
- Hişmend (conscious)
- Hişmendî (consciousness)
- Hişmendî (consciousness)
- Hişnêzî/hişnêz
(immanent/immanental)
- Hundirîn (intrinsicness)
- Hûrgilî (detail)
- Jêrcure (subgenre)
- Jîngeh (milieu)
- Kamilbûna derhişî (unconscious
maturation)
- Kesayetiya binhişiyê
(subconscious personality)
- Kirde (subject)
- Kirdekirin/şexsîkirin
(subjectification)
- Lêlata vegêran / plana
derbirînê (plane of expression)
- Masûlke (muscle)
- Mûsim (harvest)
- Nakok (contradictory)
- Nakokî (contradiction)
- Navdîsîplînî
(interdisciplinary)
- Nejad (race)
- Neqilkirin (diegesis)
- Nerênî (negative)
- Nexweşiya reftarên rûxîner
(disruptive behavior disorder)
- Nexweşiyên şofî (epidemic
disease)
- Neyînîkirin / nerênîkirin
(negation)
- Nihiçk (drive); [têbînî: ajo,
itki]
- Nirxîner (evaluative)
- Nîşan (symbol)
- Nîşanbaran (signified)
- Nîşandana derhişî (unconscious
inference)
- Nîşandêr (signifier)
- Nîşannas (symbolic)
- Nîşannasî (symbolism)
- Nûjenî (modernity)
- Paşveçûn (flashback)
- Pêhisîn (sensation)
- Pêhisînî (sentimental)
- Pêjinandin (intuit)
- Pêjinger (intuitionist)
- Pêjingerî (intuitionalism)
- Pêjn (intuition)
- Pêjnî (intuitional)
- Peresan (evolution)
- Peresîn (evolve)
- Pêşbîn (prudent, prescient)
- Pêşbînî (propheticalness)
- Pêşdaraz (bias, prejudice)
- Pêşdaraz / pêşhikim
(prejudicial, biased)
- Pêşdarazî / pêşhikimî
(prejudice, bias)
- Pêşniyaz (proposition)
- Pêşveçûn (flashforward)
- Pêvajoyên derhişî (unconscious
process)
- Pêvajoyên venasîniya derhişî
(unconscious cognitive processes)
- Peyvnavendî (logocentric)
- Peywend (context)
- Pêzanîn (information)
- Pirdengî (polyphonic)
- Pişaftin (assimilation)
- Rasterast (direct)
- Rêbaz (method)
- Rêbaznas (methodologist)
- Rêbaznasî (methodology)
- Rêgez (principle)
- Rengvedan (projection)
- Rengvedan (projection)
- Reşbîn (pessimist)
- Reşbînî (pessimism)
- Rexneya binyadgerî
(structuralist criticism)
- Rexneya civakî (social
criticism)
- Rexneya derûnnasiyê
(psychological criticism)
- Rexneya rexneyê (criticism of
criticism)
- Ronakgerî (enlightenment)
- Rûxîner (disruptive)
- Sebebiyet (causality)
- Sehekî (sensorial)
- Seqamgîr (stable)
- Serwext (proficient)
- Serwextî (proficiency)
- Sinc / exlaq (morals)
- Sincmend (moral)
- Sincmendî (morality)
- Sincnas (deontologist)
- Sincnasî (deontology, science
of morality)
- Siruşt (nature)
- Sivikker (reductionist)
- Sûdexwaz (utilitarian)
- Şecere (genealogy)
- Şemaldayîna erênî (positive
patterning)
- Şêwazgerî (stylistics)
- Şîroveya xewnan (interpretation
of dreams)
- Takekes (person, individual)
- Takekesî (individual, personal)
- Takî (particular)
- Tawanbaroya derhişî
(unconscious guilt)
- Têgeh (notion)
- Têgehî (notional)
- Têgihîştin (perceive)
- Têgîn (perception)
- Teqez (absolute)
- Teqezî (obsolete, indeficiency)
- Teyisandin / rengvedan
(project, projection)
- Tîkî (vertical)
- Vajî (reverse)
- Vegêran (narrative)
- Veguhêzî (transmissionism,
eclecticism)
- Vejen (energy)
- Vîndar (willed)
- Vîndarî (will)
- Viyan / îrade (will)
- Xebatên çandî (cultural
studies)
- Xesandin (castration)
- Xumam (ambiguous)
- Yê-din (other)
- Yekdengî (monophony)
- Yekparebûn (integrity)
- Zalê desthilatdar (power elite)
- Zana (wise)
- Zane (scholarly)
- Zanîn (information, wisdom)
- Zanîna zanyarî (scientific
information)
- Zanînnas (epistemologist)
- Zanînnasî (epistemological)
- Zanist (science)
- Zanist (scientist)
- Zanistî (science)
- Zanyar (scholar, scientist)
- Zanyarî (science, knowledge,
wisdom)
- Zayend (sex, gender)
- Zayendî (sexuality)
- Zewqperest (hedonist)
- Zewqperestî (hedonism)
- Zihnê binhişiyê (subconscious
mind)
Bergirî (Resistance) di Derûnkoleriyê (Psychoanalysis)
de
Pênase: Bergirî
têgiheke bingehîn a derûnkoleriyê (psychoanalysis) ye. Ew hemû hêz û reftarên
ku nexweş, bi zanebûn an bi nezanî, li dijî eşkerebûna hest, bîranîn û rastiyên
xwebûna (self) xwe yên derhişî (unconscious) nîşan dide, vedihewîne. Armanca wê
berevanî û parastina eziyê (ego) ji êş û fikar û rageşiyê (anxiety) ye. Ji ber
vê yekê, ew dikare dahûrandina derûnterapiyê qels û hêdî bike an asteng bike.
Nîşanên
klînîkî: Bêdengî, vegotina sar û bêhest, derengmayîn, jibîrkirina hevdîtin an
xewnan, xwe dûrxistina ji hin mijaran, bikaranîna zimanekî teknîkî û sterîl,
reftara derveber (acting out) û başbûneke pir zû (pêşwext) û xapînok.
Dîrok: Freud ev
têgih di dema xebata xwe ya li ser hîsteriyê de kifş kir û paşê di warê xewnan
(sansûr), veguhêziyê (transference) û xebata derbaskirinê (working-through) de
pêşve bir. Anna Freud, Reich, Greenson û yên din jî li ser vê têgihê xebitîn.
Cure û
çavkanî: Bergirî ji ezî (ego), nizimezî (id) û bilindezî (superego) derdikeve û bi
saya mekanîzmayên berevaniyê (tepisandin, veguhastin, înkar, paşvegerîn û hwd.)
xwe nîşan dide. Li gorî cureya nexweşiyê (hîsteri, obsesyon, depresyon), şêweya
wê vediguhere.
Teknîka
dahûrandinê: Derûnterapîst divê bergiriyê zû bi zû neşkîne. Divê
bi sebir guhdarî bike, bi zimanekî nerm rûbirû bike (confrontation), zelal bike
(clarification) û dûv re şîrove bike. Hevgirêdan û bibîrxistina serbest (free
association) teknîka sereke ye.
Nêrîna
nivîskar: Bergirî ne “dijminê” derûnterapiyê ye. Ew beşek ji pêvajoyê ye û awayekî
ye ku nexweş bi wî re têkiliya xwe bi dinyayê re ava dike û saz dike. Heke
derûnterapîst wê weke dijber bibîne, dijveguhêzî (countertransference) çêdibe.
Gava bergirî tê fêmkirin û dahûrandin, nexweş bi rastiyên xwebûna xwe yên kûr
re rû bi rû dimîne.
Derbirîna
rasteqîn (authentic expression) bi zimanê dayikê (mother tongue) e.
Ziman
(language) yek ji girîngtirîn amûrên derbirîna hest, raman û daxwazan e.
Bi
têgihiştina zimên, mirov dikare şehrezayiya kûr a mît (myth), huner û edebiyatê
(literature) fêm bike.
Mirov eziya
xwe (ego) di xwebûna xwe (self) de nas dike, xwebûna xwe jî di zimanê dayikê de
tekûz dike.
Mirov
nasnameya xwe (identity) di ziman de nas dike û bi windakirina nasnameyê dibe
mîna heyberekê (object).
- Xwebûn (self), bi ziman tê ava
kirin.
- Tawanbarî (guilt), hêrsa
navxweyî ya ku derbirînnebûyî ye.
- Şerm (shame), ji tiştê ku me
kiriye çênabe; ji tiştê ku em in sadir dibe.
- Bibîranîna azad (free
association), zimanê derhişiyê (unconscious) ye.
- Bergirî (resistance) ne dijminê
derûnterapiyê (psychotherapy) ye; ew nîşana ku birîn li ku eliqî ye.
- Tepisandin (repression) ne
jibîrkirin e; ew bîranînek e ku li pişt derî asê maye.
- Xwebûna (self) ku bi siruştî
nehatiye pejirandin, bi şerm û bêdengiyê tê nixumandin.
- Şîna (mourning) ku nebûye şûn
ango nehatiye jiyîn, dibe malxulyanî (melancholia).
“Zimanê xwe
zanibin, da ku hûn xwebûna xwe û xelk jî hebûna we zanibin.”
- Îd (Nizimezî/Bin-ez) (id): Hest û
arezû û xwestekên siruştî (xwezayî) û hov, weke arezû û daxwazên zayendî û
birçîbûnê. Tiştê ku dixwaze, hema di wê gavê de dixwaze.
- Superego (Bilindezî/Ser-ez): Wijdan
(conscience), qaîdeyên civakê, exlaq (morality) û şerm (shame).
- Ego (Ezî): Di
navbera arezû û daxwazên îdê û qaîdeyên hişk ên superegoyê de hevsengiyê
datîne. Mîna dadwerekî hişyar, hişmed (conscious) û realîst tevdigere.
Ji ber vê
yekê mirov bê ego nikare bijî. Ger mirov egoya xwe winda bike, nikare di nav
civakê de cihê bigire û çê bike û rastiya jiyanê (reality) fêm bike.
Trawma û Şîna Xwebûnê (Trauma and the Mourning of the
Self)
Ax û wax ji
dilê trawmatîk (traumatic) xalî nabe. Di derûna wiha de mirov dibin xapînokê
xwebûna (self) û ji “xwe” jî dikevin gumanê.
Bindestî
(subalternity) dilê mirov ji derûn û giyana mirov sar dike, derhişiya
(unconscious) mirov ji “hiş”mendiya (consciousness) mirov dûr dixe û “xwebûna”
(self) mirov li dû hebûna xelkê xwar dike.
Di trawmaya
demdirêj (long-term trauma) de qîrîn û zirîn radiweste û rondik ziwa dibe.
Derûn û giyana mirov êdî nikare ji xwebûna xwe re bigirî. Şerm (shame),
belengazî û riswabûna hizr û ramanan zêde dibe û xemsariya mirov jî bi wê re
mezin dibe.
Tu tişt ji
ber çavê hiş û aqil binax nabe û fikra trawmayê bi qasî tozqalekê jî ji mirov
xafil nabe. Carna giraniya trawmayê wisa ye ku mirov nikare serê xwe ji erdê
rake. Lê zalimên mirov qet ji bo mirov negirî û şînê (mourning) nagerin;
berovajî wê, dilê mirov diêşînin.
Dilê mirov
di hundirê xwe de bi girî û qîrînê şîna xwebûna xwe digerîne. Di trawmaya
civakî ya demdirêj û berdewam de (social trauma), takekes civaka xwe bi awayekî
derhişî (unconscious) dide ber çêr û nefretê û bi gelemperî hem xwe hem jî
civaka xwe tawanbar (guilty) û gunehkar dibîne.
Hest, Wate û Derhişî (Emotion, Meaning and the
Unconscious)
- Wateya ku mirov dide rûdanan,
hestên (emotions) wî/wê diyar dikin.
- Depresyon (depression) hesta
bêhêvîtiyê ye ku mirov nikare siberojekê ji xwe re ava bike.
- Erka bingehîn a mirovan di
jiyanê de ew e ku xwebûna (self) xwe ji nû ve biafirîne.
- Hestên ku der nebin, weke
miriyên ku zindî tên veşartin û paşê bi şêweyên xerabtir derdikevin holê.
- Nakokiya (paradox) herî balkêş
ev e ku dema “ezî” (ego) xwebûna xwe weke ku “ez” im qebûl dike, hingê
dikare vebiguhere.
- Heta ku hûn derhişiya
(unconscious) xwe hişyar û hişmend (conscious) nekin; ew ê jiyana we bi rê
ve bibe û hûn ê her jê vê re bext û qeder (fate) bibêjin.
Serdest û Bindest (The Dominant and the Subaltern)
- Serdest û bindest nabin yek
dest.
- Çavkanî û referansên bindestan
(subalterns), paşgotinên li ser tenûran in.
- Birîna herî xeternak, ne ya di
laş de ye, ya di hiş û aqilê mirov de ye.
- Axa tu caran xulamê xwe azad
nake, azadî (freedom) di destê xulam bi xwe de ye.
- Kolonyalîzm (colonialism) ne
tenê erdê mirov dagir dike, lê derûn û giyana mirov jî dagir dike.
- Bindest qêrîn dikin û dibêjin
“maf, heq!”, lê neheqiya ku ew li hev dikin, serdestên wan li wan nakin.
Mirin, Xweşbînî, Azadî û Dilqirfokî (Death, Optimism,
Freedom and Vulnerability)
- Gava mirov hay ji mirina xwe
hebe, ew dikare nirx û qîmeta jiyana xwe hîn baştir hîs bike.
- Xweşbînî (optimism) baweriyek e
ku mirov dikare siberoja xwe biguherîne û bi rê ve bibe.
- Tişt û heyber (object) bi xwe
ewqasî ne girîng e, çiqasî ku em li ser wî/wê difikirin girîng e.
- Her tişt dikare ji mirov were
standin, lê kes nikare helwesta wî ya azadiya hilbijartinê (freedom of
choice) jê bistîne.
- Her hewldana veguherîna
kesayetiya xwe, bi qebûlkirina xwebûna xwe (self-acceptance) dest pê dike.
- Aloziya dil an dilqirfokî
(vulnerability) ne nîşaneya bêhêziyê ye; ew pîvana herî rast a wêrekiya me
ye.
Ziman û Derhişî (Language and the Unconscious)
- Raz û sirên mirov di zimanê
wî/wê de veşartî ne.
- Mirov tenê bi peyv û gotinan
naaxive; ziman, ji derûn û giyanê diaxive.
- Şopên derhişiya (unconscious)
mirov, di nava zimên wî/wê de nixumandiye.
- Gotinên ku nehatiye gotin winda
nabe; di derhişî (unconscious) de bi awayekî din li mirov vedigere.
- Ziman, ne tenê ragihandin e; ew
kirdeyê (subject) ava dike, sînoran diyar dike û heyberê (object)
vediguhezîne.
- Peyvek carinan ne tenê
“bîr”anînekê (memory), lê dîrokeke giştî ya derûn(nas)iyê (psychology) di
xwe de hildigire.
Azadî û Bindestî (Freedom and Subalternity)
- Azadî (freedom) bi xwe-nasînê
(self-knowledge) dest pê dike.
- Bindest heya nebin xwediyê
xwebûna xwe azad nabin.
- Bindest, dema ku bindestiya xwe
nas bikin, dikarin bibin kirdeyê (subject) veguhertinê.
- Zilm û zor ne tenê bi hêz û
şiyana serdestan, bi bêdengî û pejirandina bindestan jî didome.
- Serdest ne tenê bi hêz û zorê,
lê bi veguherandina fikr û ramanên bindestan jî serweriya xwe bi rêve
dibe.
Şerm û Wijdan (Shame and Conscience)
- Li cihê ku wijdan (conscience)
nemîne, şerm (shame) jî namîne.
- Mirov carinan ne ji xelkê, lê
ji wijdanê xwe şerm dike.
- Şerm, ji bo ciwanan xeml e; ji
bo kalûpîran jî rûmet û namûs e.
- Ku mirov xwebixwe ji xwe şerm
bike, ji şerma li ber xelkê çêtir û hêjatir e.
- Şerm, bi xwe nîşana wê ye ku
mirov hîn li hemberî xwebûna xwe rast û dirust e.
- Şaşî bi xwe ne tiştekî şermê
ye; lêbelê sererastnekirina şaşiyê bi xwe şerm e.
- Mirovê ku hesta wî/wê ya
şermkirinê ji holê radibe, gelek tiştên wî/wê jî pê re ji holê radibe.
Berzkirin (Sublimation)
- Di binê her berzkirinê
(sublimation) de qirêjiyek heye.
- Mirovê ku siya xwe (shadow) nas
neke, wê di rûyê kesên din de bigere.
- Berzkirin carinan ne parastina
hezkirinê, lê parastina tirsê ye.
- Berzkirin (sublimation),
maskeya tiştê tepisandî (repressed) ye.
- Mirov carinan nexweşiyên xwe di
nava peyvên xweş de vedişêre.
Xwe-nasîn (Self-knowledge)
- Xwe-nasîn, nasîna nakokiyên
xwebûna xwe ye.
- Ji xwe-haydarî (self-awareness)
ne veguherîn e; ew xala destpêkê ye.
- Li pişt her hêrsê birînek tune;
lêbelê her birîn hewcedarê vegotinê ye.
- Ji bo başbûnê, bîranîna
rabirdûya xwe bes nake, watedarkirina wê jî pêwîst e.
- Çiqasî tu ji xwebûna xwe
birevî, ewqasî tu yê têkevî xirboqeya xwebûna xwe.
- Dema ku mirov pirr hewl dide
yên-din (other) fêm bike, mirov “xwe” (self) ji bîr dike.
- Hestên tepisandî (repressed
emotion) bêdeng dibe, lêbelê bandora wê dibe ku bêdeng nebe.
- Her ku mirov xwe û cihana xwe
ya navxweyîn (hundirîn) nas dike, bandora yên-din (derxweyî) li ser wî/wê
kêm dibe.
- Azadî (freedom), ne ew e ku her
tiştê ku tu dixwazî bikî; azadî ew e ku tiştên ku te birêve dibin tu wan
nas bikî.
Ronahî, Tarî û Derhişî (Light, Darkness and the
Unconscious)
- Mirov, ne bi xeyalkirina
ronahiyê, lê bi haydariya ji tarîtiya xwebûna (self) xwe azad dibe.
- Hestên tepisandî (repressed
emotions) winda nabin; ew dikarin bi awayên din xwe nîşanî mirov bidin.
- Derhişî (unconscious) qadeke bi
hêz û qewet e ku bi awayekî nedîtî bandorê li reftar û tevgerên mirovan
dike.
- Mirov bi xwe-nasîna xwebûna
xwe, alozî û tevliheviya cihana xwe ya navxweyîn (hundirîn) jî nas dike.
- Mirovên ku li derve (outside)
dinêrin, di nava xewn û xeyalan de ne; yên ku li hundirê xwe (inside)
dinêrin, hişyar û hişmend (conscious) dibin.
- Axaftina zimanekî, hilgirtina
cîhanekê, çandekê û derûn û giyanekê ye.
- Tu tişt di derhişiyê
(unconscious) de namîne. Heke zimanê wî bêdeng kiribin, bi laşê xwe
diaxive.
- Yê ku li dagirkerê xwe dinêre
xewnan dibîne, yê ku li xwebûna (self) xwe dinêre hişmend (conscious)
dibe.
- Mirov bi xeyalkirina ronahiyê
ronî nabe, bi hişmendkirina (making conscious) tariyê ronî dibe.
- Heta ku derhişî (unconscious)
bi hişmedî (conscious) hişyar nebe; daxwaz û arezû (desire), daxwaz û
arezûya yê-Din e (the Other).
- Derûn, psyche, psycho-
- Giyan (soul)
- Hişmendî (consciousness)
- Derhişî (unconscious)
- Xwebûn (self)
- Hebûn (existence, being)


Comments