Mirov ji dayikbûnê ve di nava têkiliyên hêz û desthilatiyê de tê dinyayê. Hinek kes desthilatdar in, hinek jê jî bindest in. Lê pirsa girîng ew e: bindestî tenê rewşeke civakî ye an jî ew derûna mirov jî dagir dike? Erich Fromm di berhema xwe ya ‘Revîna ji Azadiyê’ ( Escape from Freedom) de diyar kiriye ku bindestî ne tenê rewşeke derxweyî (derveyî) ye — ew di derûna mirov de jî cih digire û mirov dike xerîbê xwebûna xwe. Bindestî ne tenê zanebûnek e — ew têhiştineke kûr a derûnê ye. Paulo Freire, di berhema xwe ya ‘Pedagojiya Bindestan’ Pedagogy of the Oppressed de, nîşanî me daye ku bindest di demeke dirêj de bi hişmendiya bindestiyê, zordarî û bindestiya navxweyî (internalized oppression) de eciqînin û wê di hundurê xwe de hildigirin. Bi gotineke din, serdest êdî ne hewce ye ku hertim li ser serê bindest be; bindest xwe bi xwe serdestê xwe di nav dil û derûna xwe de datîne ser serê xwe. "Bindest ji bo ku azad bibe, divê pêşî ji zincîrên xwe yên derûnî yên ku bi serdestê x...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی