(ceribandinek) Derbirîna hizr û ramanên neteweyî asta hişmendiya bîra neteweyî bilind dike û mirov jêhatî û bi hêjmet, bilîmet dike. Nexweşiyên derûnî (psychological disorders) çavkaniya xwe ji serpêhatî û ezmûnên mirovî werdigirin; û ji ber ku mirov nikare serboriya xwe li hemberî karvedanên rûdanê derbibire, ew ezmûn dibin kêşe, girîft û derhişî (unconscious), lê winda nabin, paşê jî bandorê li laş, fikir, raman, tevger, reftar, hest û nestên mirov dikin. Û li gorî radeya rageşiya wan, dibin nexweşî û bêpergaliyên derûnî û giyanî. Belawelabûna bala mirov ango wendabûna zîq û zûrbûnê (loss of focus) ji nebûna derûnekê tendirust û ji qelsiya şexsiyetê tê. Bîra trawmatîk a hevpar (collective traumatic memory) berevaniya hevpar a derûnî xurt û bihêztir dike. Paşdebirin (flashback) û pêşdebirin (flashforward) weke bibîrxistin û pêşbîniyekê xuya dibin. Îmajên erênî û nerênî li ser erka kakila vegotinê û bîra cewherî û binyadî (essential memory) tên honandin. Çîroka hebûnê dibe kereste ...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی