Bîrdoziya derûnkoleriyê dibêje pirs û girêkên derhişî (unconscious) yên mêjî rê nîşan didin ka kesayeta me çawa pêş dikeve û reftar û tevgerên me çawa şemal digirin. Ev bîrdozî di destpêka sedsala 20an de ji aliyê bijîşkê noronan ê awistûrî Sigmund Freud ve hat damezrandin. Bîrdoziya derûnkoleriyê destnîşan dike ku kesayet û tevgerên me encama nakokiyên berdewam ên zihn û mêjiyê me ne. Takekes ji vê nakokiya kûr agahdar nîne, ji ber ku ew li cihekî kûr ê zihn û mêjiyê derhişî diqewime. Freud dibêje ev nakokî di sê beşên mêjî de çêdibe: nizmezî (id; ئید), bilindezî (superego; سوپەرئیگۆ) û ezî (ego; ئیگۆ). Wî wisa bawer dikir ku kesayeta me di pênc salên pêşîn ên jiyanê de pêş dikeve. Navê vê pêvajoyê datîne “derûnzayendî” (psychosexual; دەروونی سێکسی), ji ber ku aliyê zayendî û pêvajoyên hişî tê de beşdar in. Her astek ji mêjiyê takekesî balê dikişîne ser aliyekî cuda yê zayendiyê, weke zarokek ku bi mêtina tiliya mezin kêfa devê xwe (oral pleasure; چێژی دەم) werdigire. Freud wisa...
Deriyê Derûnnasiyê (Gateway to psychology) دەروازەی دەروونناسی